GÜNCEL

PARTIYA MAF Û AZADIYAN (HAK-PAR) SERDANA PARTIYA MILLI A TURKMEN KIR

PARTIYA MAF Û AZADIYAN (HAK-PAR) SERDANA PARTIYA MILLI A TURKMEN KIR

Îro roja Çarşemê, Partiya Maf û Azadiyan(HAK-PAR) ji bo danûstandinên bi partiyên parçeyên din re, bi serektiya Letîf Epozdemîr (Serokê Giştî), Paşa Akdoxan (Cîgirê Serokê Giştî), Ramazan Tosun (Endamê Meclîsa Partiyê), Mahsûn Çelebî (Endam) û Ebdullah Oflas (Endam) serdana baregeha Partiya Gelê Turkmen kir.

Ser navê Partiya Gelê Turkmen, Îrfan Kerkûkî (Serokê Giştî) û Ehmed Mihemed (Cîgirê Serokê Giştî) pêşwaziya şandeya HAK-PARê kirin û guftûgo li ser kar û xebatan û rewşa pêkhateyan li Herêma Kurdistanê kir.

Serokê Giştî Letîf Epozdemîr agahî li ser kar û xebatên HAK-PARê, amadehiya ji bo hilbijartinan û li ser rewşa Bakurê Kurdistanê da û qala girîngiya rêzgirtina ji bo pêkhateyên li Kurdistanê kir.

Partiya Gelê Turkmen ji bo xebata amadehiya hilbijartinan serkeftin ji Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) re xwest.

Serdana Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) piştî xatirxwestinê bi dawî hat.

About Post Author