HAK-PAR SERDANA PARTIYA AZADIYA KURDISTANÊ KIR
Îro roja Çarşemê, Partiya Maf û Azadiyan / HAK-PAR ji bo danûstandinên bi partiyên parçeyên din re, bi serektiya Letîf Epozdemîr (Serokê Giştî), Zana Sezen (Cîgirê Serokê Giştî û Berpirsê Peywendiyên Derve), Paşa Akdoxan (Cîgirê Serokê Giştî),
Mahsûn Çelebî û Ramazan Tosun (Endamê Meclîsa Partiyê), Xalid Epozdemîr (Berpirsê Ofîsa Hewlêrê), Omer Kuş û Ebdullah Oflas (Endam) serdana baregeha Partiya Azadiya Kurdistanên kir.
Ser navê Partiya Azadiya Kurdistanê, Huseyin Yezdanpena (Serokê Giştî), Xelîl Nadirî (Endamê Rêveberiyê), Zana Nîkdil (Berpirsê Ofîsa Silêmaniyê), Peşêw Dêwlanî (Berpirsê Ofîsa Hewlêrê), Edîb Xalidyan (Endamê Peywendiyên) û Goran Yezdanpena (Endamê Peywendiyên) pêşwaziya şandeya HAK-PARê kirin û guftûgo li ser kar û xebatên çar parçeyên Kurdistanê, xurtkirina têkiliyan û rêzgirtina xebatên parçeyan hate kirin.
Huseyin Yezdanpena bal kişand ser amadebûna wan a di parastina hemû parçeyên Kurdistanê de û hebûna wan li sengeran û got, me li Rojhilat dest bi xebata hêzeke Pêşmergeyan kiriye.
Serokê Giştî Letîf Epozdemîr jî agahî li ser kar û xebatên HAK-PARê, amadehiya ji bo hilbijartinan û li ser rewşa Bakurê Kurdistanê da û qala girîngiya rêzgirtina xebatên siyasiyên li parçeyên din ên Kurdistanê kir.
Her du alî li ser parastin û xwedî lê derketina statuya Herêma Kurdistanê yekdeng bûn.
Letîf Epozdemîr di berdewama axavtina xwe de qala rewşa dengdêrên Kurd yên li Bakur kir û got, mixabin Kurdan heta niha dengên xwe nedane xwe. HAK-PAR dixwaze dengên Kurdan di navnîşaneke neteweyî de kom bike.
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ji bo xebata amadehiya hilbijartinan serkeftin ji Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) re xwest.
Serdana Partiya Maf û Azadiyan / HAK-PAR piştî xwarinê bi dawî hat.
NİVSÎNGEHA RAGEYANDİN Û ÇAPEMENÎYA PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR’Ê