GÜNCEL

HAK-PAR SERDANA HİZBA DEMOKRATA KURDİSTANA ÎRANÊ KİR

HAK-PAR SERDANA HİZBA DEMOKRATA KURDİSTANA ÎRANÊ KİR

Îro roja Yekşemê, Partiya Maf û Azadiyan – HAK-PAR ji bo xurtkirina têkiliyê ya bi partiyên parçeyên din re, bi serpereştiya  Serokê Giştî yê HAK-PARê Letîf Epozdemîr,  Cîgirê Serokê Giştî û Berpirsê Peywendiyên Derve Zana Sezen, Endamê Meclîsa Partiyê
Ramazan Tosun, Endamên HAK-PARê Omer Kuş, Remzî Nîgît û Ebdullah Oflas serdana baregeha Hizba Demokrata Kurdistana Îranê kir.

Ser navê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, Mistefa Hicrî (Serokê Giştî), Hesen Şerefî (Cîgirê Yekem ê Serokê Giştî), Mihemed Nezîf Qadirî (Cîgirê Duyem ê Serokê Giştî) û Fûad Xakî (Endamê Desteya Kargêriyê) pêşwaziya heyeta HAK-PARê kirin û guftûgo li ser kar û xebatên çar parçeyên Kurdistanê, xurtkirina têkiliyan û rêzgirtina xebatên parçeyan hate kir.

Serokê Giştî Letîf Epozdemîr agahî li ser kar û xebatên HAK-PARê, amadehiya ji bo hilbijartinan û li ser rewşa Bakurê Kurdistanê da û qala girîngiya rêzgirtina xebatên siyasiyên li parçeyên din ên Kurdistanê kir.

Hizba Demokrata Kurdistana Îranê ji bo xebata amadehiya hilbijartinan serkeftin ji Partiya Maf û Azadiyan re xwest. Peywendiyên di navbera her du aliyan de mijareke din a civînê bû.

Serdana Partiya Maf û Azadiyan / HAK-PAR piştî xatirxwestinê bi dawî hat.

NİVSÎNGEHA RAGEYANDİN Û ÇAPEMENÎYA PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR’Ê

About Post Author