HAK-PAR SERDANA YEKGIRTÛYA ÎSLAMIYA KURDISTANÊ KIR
Îro roja Yekşemê, Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi mebesta pîrozbahî û têkiliya bi partiyên parçeyên din re, bi serpereştiya Letîf Epozdemîr Serokê Giştî yê HAK-PARê, Zana Sezen Cîgirê Serokê Giştî û Berpirsê Peywendiyên Derve, Xalid Epozdemîr Berpirsê Ofîsa Hewlêrê û Ebdullah Oflas (Endam) serdana ofîsa Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ya li Hewlêrê kir.
Di serdanê de Birêz Seyda Xelîl Îbrahîm (Serokê Encûmena Siyasî), Mihemed Hawdiyanî (Berpirsê Ofîsa Peywendiyan) û Mihemed Daretûyî (Karmendê Ofîsa Peywendiyan) pêşwaziya heyeta HAK-PARê kirin û guftûgo li ser kar û xebatên çar parçeyên Kurdistanê, serkeftina Yekgirtûyê ya di hilbijartinan de, xurtkirina têkiliyan û rêzgirtina xebatên parçeyan hate kirin.
Serokê Giştî Letîf Epozdemîr agahî li ser kar û xebatên HAK-PARê, amadehiya ji bo hilbijartinan û rewşa Bakurê Kurdistanê da û qala girîngiya rêzgirtina xebatên siyasiyên li parçeyên din ên Kurdistanê kir.
Partiya Maf û Azadiyan ji ber serkeftina di Hilbijartina Iraqê de Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê pîroz kir û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê teqez kir ku divê çareseriya aştiyane, mafên neteweyî û destûriyên Kurd li Tirkiyeyê dûrî tundiyê be.
Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê hêviya serkeftinê ji bo kongreya pêşerojê ya Partiya Maf û Azadiyan xwest û peywendiyên di navbera her du aliyan de mijareke din a civînê bû.
Serdana Partiya Maf û Azadiyan di atmosfereke baş û germ de bi dawî hat.
NİVSÎNGEHA RAGEYANDİN Û ÇAPEMENÎYA PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR’Ê