DR. QASİMLO Dİ “ŞEVA YELDA” YÊ DE HATÎYE DİNÊ
Latif EPÖZDEMİR
Rayedar û bîrewer û dîplomatê Kurd Dr. Abdurrahman Qasimlo roja 22.12.1930’yan ango di “Şeva Yelda” de, li Derîyê Qasimlo, li tenişta qeleya Dimdim a bi ser eyaleta Ormîyê ve hatîye dinyayê.
“Şeva Yelda” yani bi gotina Kurda “Çile”, di raza efsaneya Zerdeşt te, “Yelda” bi wateya “Jinûve Zaîn” e. Ev şev, şeva here dirêj a salê ye. Di navbera destpêka şevê, yanî “Şeva Pêşî” (Çileya Pêşî) û dawîya şevê “Şeva Paşî” (Çileya Paşîn) de hefteyek heye. Yanî “Şeva Zaînê” (Şeva Yelda) roja bîstan (20.12) destpê dike û roja bist û şeşan (26.12) kûta dibe. Li gor vê şevê dirêjên zivistanê, roja 21’ê meha 12’an dest pêdikin hetanî 21’ê Adarê, roja Newroz’e didomînin. Li gor qelendera Kurdî, meh çil roj e.
Ji vê qalê mebest ewe ku Doktor Evdirehman Qasimlo di rojeke pîroz de, wek xelateke Yezdan hatîye dinyayê.
ŞEVA YELDAYÊ WEK CEJNA XEWZAYÊ TÊ HİSABKİRİN
Şeva Yeldayê, (zaîn) kevntirîn cejneke ku miletên Arî pîroz dikin.
Li gor bawerîya Zerdûşî, Şeva Yeldayê, şeva 21ê Çileyê Pêşî ye ku ew şev destpêka çil şevên dirêj in. Şevên kûrtên salê bi Newrozê (21ê Adarê) berdewam dibe ta ku 21 Adarê şev û roj dibin wekhev. Şeva Yelda, Şeva Zaînê yan jî Şeva Çileyan, destpêka 40 rojên reş û dijwarên zivistanê ye. Ev şev, şeva herî dirêj a salê ye. Dema ku ev şev derbasbu, êdî şev hêdî hêdî kûrt dibin.
Her wiha sedem ku ev şev wek cejin tê hesabkirin, bi qedrê vê şeve, neteweyên ku ji nîjada Arî pêk hatine, xasima jî miletê Kurd, xwarinên gelek xweş çêdikin, şev heta dibe sibe, şadûmanî û reqs û dilan û demen dilxweş derbas dikin. “Di Şeva Yeldayê de gelek malbatên Kurd, diyarî û xwarinên xweş ji dost û cîranan re dibin û cejna wan bi navê “şevçile” pîroz dikin û dibêjin: “Di vê şeva dirêj de mala we germ be û dilê we xweş û geş be. Herwiha zarûk û xortik derdikevin derva û li hawîdoran agir pê dixin.” (Mak.Zeynel A. Zinar)
Şairê Kurd a dema Babanan Nalî: (Şevi YELDA ye yar) derhêner û niviskarê Mewlûda Kurdî Melayê Bateyî, (Zulmetî ye horîweş, leylê di YELDA ye zulf) û Omer Xeyam (Şeva min ji ŞEVA YELDA tarîtir e) di berhemên xwe de qala şeva Yeldayê kirin e.
“Helbet şadûmanîya Şeva Yeldayê zêdetir din av Kurdên xiristîyan de wek kevneşopîyek dîrokî hatîye meşandin hetanî îro jî her ew adet maye. Di halek de ku Kurd berî İslamê Zerdeûşî bune ev şev jî xelateke jî wê deme, wisane em Kurd dikarin bi vê cejnê kûbarîyê bikin.
Çendî ku hinek vê şevê bi roja çêbûna Îsa Pêxemberî ve girêdidin, lê belê sê roj di navberê de hene. Bi piranî reha vê şevê bi ji dayikbûna Mihrayê Xwedanê Rojê ve girêdidin.
Ji bo Şeva Yeldayê gelek baweriyên cuda hene, hin ji wan ev in:
– Xweda piştî Şeva Yeldayê dîsa heyatê diafirîne.
– Sedemê ku di vê şevê de kes ranazê û heta sibehê şiyar dimînin ev e ku derketina roja sala nû bibînin.
– Di baweriya peyrewên Dînê Behdîn de (Ola Zerdeşt Pêxember) 21ê meha duwazdeh, destpêka demsala ziviztanê û roja pêşî ya sala nû ye.
– Bawerî heye ku piştî Şeva Yeldayê, di sala nû de xweşî, aramî, êminatî, bereketa tişta û jiyan çêdibe.
– Di Şeva Yeldayê de, sedemê pêxista êgir heta roj bavêje ev e ku xirabî di tarîtiya şevê de neyê ser wan û xirabiya sermaya zêde tîneke xirab li wan neke.
.- Bawerî heye ku Îsa di vê şevê de hatiye dinyayê.
– Bawerî heye ku xwedayê ku navê wî MÎTRA ye, çar roj piştî vê şevê hatiye dinyayê.”( Z.A. Zinar)
Akademîsyen û lêkolînerê hêja, dema ku ji alîyê sîxûr û bêbextên dewleta kevneperest û xwînrêja Îranê ve hate kuştin hê 58 salî bu. Helbet ev temen ji bo sîyasetmedareke zîrek nîvê rê ye. Doktor Qasımlo tam di dema berhemdarîyê de hate qetilkirin. Bêgûman hê gelek tişt hebun ku ew bîne cî û hê gelek destkevtî li benda wî bun. Mixabin ku Qasımlo vaye 32 sale ku Ji nav sîyaseta neteweyî a miletê Kurd veqetîyaye.
QASİMLO JÎYANEKE ZELAL Û PAK BORAND
Doktor perwerdeya xwe a akademik li Çekyayê kûta kiribu. Dema ku li wir bu, bi xanim Helen Krulich re, hevnas bu. Lê, gelê Kurdistanê Helen xanimê wek Nesrîn Xanim, nas kir û di dilê xwe de jê re cîh vekir. Ji zewaca Qasimlo û Nesrîn xanimê di sala 1953’an de MÎNA û pişti du salên din jî, HÎWA hatin dinyayê. Herdu keç jî, her wek dê babê xwe, çalak û jêhatî bun.
Nesrîn Xanim gelek caran hate Kurdistanê. Li nav dol û dehlên çîyayên Serdeştê, di wan şertên zor û zehmet de, wekî pêşmergeyek dilpola, xizmetê dikir.
Nesrin Xanim dersdarê minê dersên zimanê İngilisî û Frensizî bu. Mamostayek birûmet û bixwe bawer bu Nesrîn xanim. Carekî ku ji Fransayê vegerîya hate deftera sîyasîya Hizba Demokrat, ji her yekî re xelatek biçûk anîbu ku ez bi xelata xwe gelek dilşa bibûm, lewraye ku hetanî niha jî ez wê xelatê vedişêrim.
Dr. Qasimlo miroveke nazîk û lewend bu. Rûken û xweşbêj û dilgerm bu. Em sê salan bihevre man. Min rojekî nedît ku bi hevrêyêkê xwe re tûre bibe yan jê bixeyîde. Miroveke nevsbîçûk û beşerxweş bu Dr. Qasimlo. Ew, diplomat û lêzaneke hoşta bu. Ji xeynî zimanê Kurdî (Kurmancî û Soranî, bi deh zimanê Cîhanê dizanî. Farisî, Erebî, Tûrkî, Azerî, Rûsî, İngilîsî, Fransî, Almanî, Çekî û bi Silovakî baş dizanibu. Yanî ew ne tenê yek insanek bu. Lê di saya deh zimanan de beramberê deh insanan bu.
Carol Prunhuber, di gotara xweya bi navê “Mebesta Evdirehmanê Kurd û Mirina wî: Xeyal kirina Kurdistanê.” (The Passion and Death of Rahman the Kurd: Dreaming Kurdistan) de derheqê lehengê Kurd Qasimlo de wiha dibêje: “Di hemû jîyana xwe de xwest ku ji bo gelê wî aştîyeke mayînde pêk bê. Ew serokek şorişgerê navdar a tevgera Kurdên Îranê bu. Di sala 1989’an de, li Vîyanayê, di dema hevdîtinek ji bo pêkanîna peymaneke aştîyane, digel berpirsên dewleta Îranê re, bi aweyeke hovane û dirinde hate kûştin. Şewqa wî a ronîdar di şanoya sîyasî a dinyayê de, li ser sîyaseta gûherbar a Rojhilata Navînin a dûr de, hê jî di beriqe.”
Dr. Qasimlo di dema hilweşandina rejima zordesta Şahê Îranê (1979) de roleke sereke leyîstibu. Piştî gûherîna rejimê, xwest ku bi Xûmeynî re li ser sazûmaneke demokrat û aza lihev were. Lê, Xûmeynî, xwe neda ber tişteke wiha. Lewraye ku Kurda piştî şorişa Îranê bi salek, neçar man dest avêtin çekê xwe û rêya çîyayên Kurdistanê girtin, li himberê rejima nû a Xûmeynî jî, dest bi şerê çekdarî kirin. Şer û çek ne bi kêfa Kurda bu lê, tu çareyek, tû rêyek din nema bu li ber Kurdên Rojhilatê. Qasimlo wek Qûmandarekî gernas li pêş pêşmergeyan, destbiçek, di sengerê parastina can û mal û şerefa miletê Kurd de, cîyê xwe girt û li bereya şerê azadîya Kurdistanê de, digel pêşmergeyan beşdarê şerê germ bu.
Şerêke tûnd û dijwar didoman di wan salan de. Em hemû bihevre di şer de bûn. Parastina axa Kurdistanê, doza azadîya Kurdistanê me bi hev re dizeliqand û dikir yek beden. Seferberîyeke mezin destpêkiribu. “Mangî Difa li Azadî” wek “Meha Parastina Azadîyê” hatibu beyan kirin. Hemu gelê Kurdistana Rojhilat lipê bu, çaverêya azadîyê bu. 60 hezar metreqare axa Kurdistanê hatibu rizgar kirin, digel çil hezar hêza pêşmergan, 20 hezar ji “Hêza Bergîrya Milli” berîte ji xelkê rojhilata Kurdistanê, çek bidest, di sengerên parastina miletê Kurd de, bi şev û roj parêzgarî dikirin. Kelecanî û mêrxasîya wan rojan qet nayê jibir kirin. Di vê seferberîyê de 117 pêşmerge şehîd bun, ji wan 11 kes hevalên min bun, ku me li wir, hev nas kiribu û bihevre hevaldostîyeke dilsoz pêk anîbu.
Çirçe û Şivan, Sîrwan, Hesen û Fetah û Hejar û Hesenê Sorawî, her yek qernaseke bê emsal bun.
Bajarê pîroz û qehremanê Mahabadê kete destê pêşmergan. Me li wir miting û xwepêşandaneke mezin çêkir. Paşî doktar fermanek derxist ku divê pêşmerge ji Mahabadê derkevin, lewra parastina Mahabadê di wan şerdan de ne gûncav bu. Dijmin dirinde û bêînsaf bu. Hazir bu ku bi top û firokeyan Mahabadê serobino bike. Pêşmerge ji bo ku gelê dilsozê Mahabadê xesarê nebine, li ser fermana Qasimlo, terka Mahabada rengîn kir û hate der, xwe avête bextê çîya, xwe siparte bîr û bawerîya xwe…Lewra “çîya ne bêbext bun” wekî pasdara..
Helbet bidest xistin û azad kirina bajarek gelek giring bu, bi her hal hêsan jî bu. Lê parastin ewqas hêsan nebu. Li serê girê tenişta Mahabadê padîganeke leşkerê dirindeyê Îranê hebu. Mîna Kûnda kor, bajarê Mahabadê raçav dikir. Eger Mahabad nehata terikandin bêgûman wê xelkê Mahabadê gelek xesareke mezin bidîta. Lewra Qasimlo fermana peşekişê da, pêşmerge ji Mahabatê hate der. Lê ev yek peyameke gelek baş bu ji bo dijminên miletê Kurd. Ev biryar dabu nişan ku Qasimlo, di hünere şer de jî, hostayeke baş e.
Qasimlo li ser sosyalizm û Marksîzmê lêkolînên bijare kiribu. Ew bi xwe doktorê Aborîyê (Ekonomî) bu. Di zankoyan de, dersdarîyê dikir. Dersdarîya zankoyê berda bu û ji Frensayê hatibu Kurdistanê, Doktor li ser diroka Kurdistanê bi navê “Kurd û Kurdistan” kitêbek jî nivsandibu ku bi destnîşana xwe yekî dabu min jî..
HEVNASÎNA MİN Bİ QASİMLO RE
Ez yek ji karmendê “Radyo Dengê Kurdistan” beşe Kurmancî bum. Min nûçe û ehwalan dixwend li ser radyoyê. Berpirs û midûrê min bi rehmet bî Kerîm Hesamî bu. Paşî Mela Ewla Heyaqî bi navê diğer Ebdullah Hesenzade bu. Teha Atîqî rêveberê weşanan bu. Ehmed Şêrbegî, bêjereke ajîtator bu, bi soranî nûçeyan dixwend. Kek Ehmed ji bo min îdolek baş bu. Doktor digot “ Ehmed bibin bereya şer, bila li wir nûçeyan bixwîne, wê hemu pasdar ji tirsan birevin.”
Qasimlo rojekî ji min re got: “Kek Hesen tu, endamê Partîyeke Sosyalistî. Ji bo çî tu şevekî li ser sosyalîzmê semînarekî nadî? Başe ku hevalê me bizanin ka gelo sosyalizm çîye.” Min vê pêşnîyara Qasimlo wek “emrek” qebûl kir û paşî hefteyek di roja şemîyê de, bi beşdarî û gûhdarîya nêzîkî 100 kesan ku yek jî wan jî Qasimlo, yê din jî Dr. Seîd Şerefkendî bu, her wiha hemu endamên polît büroya HDK-Î ji li wir amade bun, min dest bi semînarê kir. Wekî saatek axaftina min dewam kir. Ez li ser “diktatorîya Proleteryayê sekînîm û min li gor zanîna xwe pergala sosyalîzmê kir. Doktor piştî ku axaftina min qedîya, berê xwe da beşdaran û got: ”Hevrêyan ew tiştê ku Kek Hesen qal kir, hemu jî gelek başin. Bes yek tiştek gelek xirab e. Ew jî pirsgireka “Dîktatorîyê.” Kesên demokrat nabe ku bi hîç şêweyek terefdar yan jî parêzgerên “diktatoryayê” bin. Eger ev diktatorî a karkeran jî be, li dawîyê kûtahî bi demokrasîyê tîne. Sosyalizm baş e, lê divê xwe ji dîktatoryayê dûr bixe.”
Piştî pazdeh rojan dîsa di şevbêrkek zivistanê de, di bin koneke dehling de, pişti xwarina êvarê, sihbeteke germ dest pê kiribu. Di çadirê de, dîsa ji 100 kesan zêdetir beşdar hebûn. Me hemû gûhdarî li Doktor Qasimlo dikir. Xweşhalim ku ez li tenişta wî runiştî bûm di dema vê sohbete de. Ev car mijar û babet “Dîroka Sîyasî û Civakîya Kurdistanê” bu. Piştî şiroveyên kûr û dirêj, li dawîyê bi van gotinan axaftina xwe qedand; “Em Kurd miletêkî bêsiûd in. Herkesek bûye xwedî desthilat, hê em bindest in. Çadireke meye azad jî tûne ye. Ji bo gûhertina vê qedera reş, bi milyonan dostê me hebin dîsa ne bes e, lê yek neferek jî neyarê me hebî, zêde ye.”
Di mihbeteke din de, dîsan Doktor Qasimlo rewşa sîyasî a rojhilata navîn û dabeşkirina Kurdistanê dikir. “Kurdistan bey rizayê xwe, sedem xwestin û erêkirina dewletên emperyal hate dabeşkirin, bu çar, heta pênc perçe. Ev qedereke xirab e û divê miletê Kurd ta ebed vê rewşa dabeşkirî qebul neke. “Paşî di kûranîya axaftina xwe de Qasimlo berê xwe da min û pêre wiha got: “Em Kurd in. Bi guherîna dîrokê em miletekin ku li pênc dewleta dabeş bûne. Beneke biratîyêye ku me bi hevre girê dide. Li kû derê dibin bila bibin; bi hemû Kurdên cihanê re, ev ben wê her dem me bihev re girê bide.”
Doktor Qasimlo, şarezayek hêvîdar û xweşbîn û dûrbîn bu.
Bi rehmet bî Doktor Qasimlo. Rûhşad bî, her tim dinav nûr û ronahîyê de bimînî. Ez gelekî şanaz û kûbarim ku min cenabê te naskir.
Ezê tu carî te ji bîr nekim.
Ez Letif, ew kesê ku te lê bi navê Hesen Dîyarî nas dikir.