Îro roja Çarşemê, Partiya Welatparêzên Kurdistanê (Rojhilat) bi mebesta nasandina kongreya xwe ya pêncemîn û têkiliya bi partiyên parçeyên din re, bi serpereştiya Birêz Heme Sofî (Berpirsê Peywendiyan), Esrîn Mihemedzade (Endama Şûraya Rêveberiyê) û Dalaha Kirmaşanî (Kadirê Peywendiyan) serdana ofîsa HAK-PARê ya li Hewlêrê kir.
Di serdanê de Birêz Heme Sofî guftûgo li ser kar û xebatên çar parçeyên Kurdistanê, xurtkirina têkiliyan û rêzgirtina xebatên parçeyan kir.
HAK-PARê bi amadebûna Cîgirê Serokê Giştî û Berpirsê Peywendiyên Derve Zana Sezen, Berpirsê Ofîsa Hewlêrê Xalid Epozdemîr, Serokê Şaxa Enqereyê Fazli Taşkan û endam Ferhat Nigit pêşwaziya şandeya Partiya Welatparêzên Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de Zana Sezen agahî li ser kar û xebatên HAK-PARê, amadehiya ji bo hilbijartinan, rewşa Bakurê Kurdistanê da û qala girîngiya rêzgirtina xebatên siyasî yên li parçeyên din ên Kurdistanê kir. Xalid Epozdemîr jî bi hûrgilî li ser kar û xebatên Bakur kir.
Serdana Partiya Welatparêzên Kurdistana di atmosfereke baş û germ de bi dawî hat.
HAK-PAR
Partîya Maf û Azadîyan
Nivîsîngâha Çapemênîyê