GÜNCEL

FEHMİ DEMİR TEKOŞEREKE DİLSOZ BU

FEHMİ DEMİR TEKOŞEREKE DİLSOZ BU

Serokê Partiya me Fehmi DEMİR, berîya şeş salan di qezayeke trafîkê de, jîyana xwe ji dest da û koçê dawî kir.

Fehmi Demir Kurdekî Anatolya Navîn bu. Hê di xortanîya xwe de, meyla xwe da ser fikr û ramanên çepger û şoreşger, roj bi roj dinav tevgera heqxwazî û demokrasîyê de cih girt. Piştî ku kovara RÊYA AZADÎ dest bi weşanê kir û li dor dîtin û ramanên kovarê, kombendîyek peyda bu, ev tevger bala Fehmi Demir jî kişand û ew jî, bi dilsozi di nav refên Rêya Azadî de, wek şoreşgereki xwingerm cihê xwe girt.

Di sala 1984’an de, Yilmaz Demir’ê birayê wî, di zîndana Diyarbekirde, li himber dirindehî û hovîtîya rejima faşist, ji bo şermezar kirin û riswakirina kirînên kûdîta leşkerî, xwe şewitand û tevlî şehîdên azadîya Kurdistanê bu. Fehmî Demir piştî vê berxwedanê, zêdetir bu hewildar û  meyîldarê tevgera Kurd. Fehmi hetanî axirîn nefesa xwe, wek nefereke dilpola, têkûstir di nav tevgera rizgarîya gelê Kurd de cih girt.

Fehmi Demir, ji salên 90’an û hetanî îro, di nav tevgera eşkere a demokratik a Turkîyê de, wek neferek dilpola xebitî. Maf û berjewendîyên gelê Kurd yên rasteqîn li ku aj bida Fehmî li wê bu. Fehmi tekoşerek bawermend û wêrek û bi biryar bu.
Mafên çarenûsîya gelê Kurd li ba Fehmi serdetsê hemu hestek bu. Ew dilbengîyê Kurdistanek azad û demokrat bu. Ji bo jîyanek wekhev, dadwer, azad û demokrat, bi şev û roj, xebat kir, lê sed heyf û mixabin ku ew, bi mirazê dilê xwe şa nebu, ji nav me koçebar bu, jîyana wî kuta bu û nekarî bi wan çehvên xwe yên ronakder Kurdistanek azad û serbixwe bibîne.

Ew meşaleya ku FEHMİ DEMİR her tim bilind digirt, em wekî HAK-PAR’ê wed dikin ku wê tu carî nizim nebe. Bi hezaran keç û xortên welathiz û demokrat wê, tevgera azadiya Kurdistanê bi domînin û Kurdistanek tacliser ava bikin.

Xeyaleke Fehmi DEMİR hebû, Kurdistanek azad. Lê ew bi rastîya vê xeyalê dilşa nebû û koçber bu ji jîyanê. Me sond xwarîye, heta ku Kurdistan azad nebî, demokrasîyek bi rumet û şanaz li seranserê welat ciwar nebi, em dev ji tekoşanê bernadin. Heta ku Kurdistanek azad û serbixwe ava nebî, ji bo me sekin û rawestan wê tûne be.

Wesyeta me heye Kek Fehmî, partîya me ji rêya damezrandina komareke federal venegere. Tu hêz û qewetek nikare me ji rêya azadîyê veqetîne. Tu rihet razê û ruhşad be.

Fehmî Demir, tu carî ji bîra me naçe. Em dizanin, hetanî ev dezge û pergala yûnîter, a ku li ser bingehek tekayetî û Turkayetî ava buye, li ser kar be, gelê Kurd şad û bextewer nabe, jîyanek xweş derbas nake. Emê bi ray û ramanên xurt û qaîm vî dezgeyê kevnare hilweşînin û li ser binyatek pirdeng, pirali û pirreng, azad û wekhev û dadwer û demokrat, desthilatek nû ava bikin da ku gelê Turkîyê tê de, wek bira, serbilind û dilşa bijîn.

Fehmi DEMİR, wê di yad û tekoşina me de her bijî.

Bi vê minasebetê careke din bila serê miletê Kurd saxbî. 25.10.2021
                                                                                                             Latif EPÖZDEMİR
                                                                                  Serokê Giştîyê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR

About Post Author