GÜNCEL

KOVARA HEWARÊ DESTPÊKA SERDEMEK NÛ YE

Kovara Hewarê di sala 1932 yan de dest bi weşanê kir.
Kovar bi serwerî û handerîya Mîr Celadet Bedirxan derdiket, ango xwedî û berpisyarê wê Mîr Celadet Bedirxan bû. Bi saya vê kovarê, yekem car zimanê Kurdî bi tîpên latînî di weşanek de hate bikaranîn. Lewraye ku lazime em bejin, Kovara Hewarê di jîyane edebîyeta Kurd de, destpêka serdemek nû ye.
Bêgûman malbata Bedirxanîyan wek hikûmet û desthilatdarî di rêya pêşketina doza Kurd û Kurdistanê de bi dilovanîyek bêemsal xebîtîne. Her yek ji endamên malbatê wek wezîrek kar kirîye. Mîr Celadet jî pirsa ziman ji xwe re kirîye wate û wezife.
Mîr Celadet di seferek de bi Yûzbaşî Noel re li ser herfên latînî û zimanê Kurdî nirxandinek dike û li dawîya çend ceribandinan biryar dide ku kovarek Kurdî bi herfên latînî derîne.
Kovara HEWARê berhema wê biryarê ye. Her ku tê zanîn heta wê demê Kurda herfên Sansikristi (Erebî) û Kirîlî bikar dianîyan bi destpêka HEWARê elfabeya latînî jî kete nav çand û edebiyeta Kurdi.
Hejmara pêşîn ji vê kovarê di 15’ê gûlana sala 1932 yan de, hejmara dawîn jî di 15’ê tebaxa sala 1943 an de derketiye. Ev kovar li bajarê Şamê hate çap kirin. Kovar di nav Kurdên Cizîrê, Efrînê, Zaxo, Hewlêr, Rewanê, Karmanşahê û heta Mûsil û Bexdayê dihate belav kirin. Kovar 57 jimare derketîye.
Serborîya HEWAR’ê helbet destkevtiyeke giringe. Ev serborî di xwendin û nivsandina Kurdî de qonaxek nû û serdemek nû ye.
Îro, hin kes û derdorên sîyasî bi vê bûyerê roja derketina hejmara yekem a HEWARê, wek cejin ilan kirin.
Di sal 2006’an de KCK û KNK vê rojê wek ”cejna zimanê Kurdî” ilan kirin. Paşî ji dezgeyên xwegirtîyên wan, MKM û Enstîtuya Kurdî li Stenbolê, Tevgera Zimanê Kurdî û yê din, jî wê demê ve vî karî xistin rojeva bîr û raya Kurdan. Helbet her kes dikare bi tiştek kêfxweş bibe, wek cejin pîroz bike.
Lê ji bona ku bûyerek bibe cejnek mîlli, lazime rêxistin û sazumanên milli û her wiha raya gişti a millet vê bûyerê qebul bike û li ser biryar bide.
İro ji bo vê rojê biryareke ku dexgeyeke netewî Kurd dabe, tûneye. Otorîter û zimanzan û akademisyen tişteke wiha erênî nekirine.
Ji xeyni beşek ji Kurdên bakûr tu kesek li hîç beşek Kurdîstanê vê rojê ango roja 15’ê Gûlanê, wek cejin nepejirandîye.
Lewraye ku ev roj ne rojek yan cejnek milli ye.
Bêgûman xebata Mir Celadet û rola HEWARÊ ji bo Kurdan karek pîroz e. Miletê Kurd minetdarê Mîr Celadet û xebatkar û nivîskarên HEWAR’ê ye.
HEWAR serdemeke nû û nûjen pêkanîye.
Em wekî Partîya Maf û Azadîyan 15’ê Gûlanê wek mizgîniyeke destpêka elifbeya Latînî qebul dikin.
15’ê gûlanê roja derketina yekem kovara Kurdî a bi tîpên latînî ye.
Pîroz be 89 salîya Kovara HEWAR’Ê.
Rûhşad be Mîr Celadet Bedirxan.
Latif EPÖZDEMİR
Serokê Giştîyê
Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR

About Post Author