GÜNCEL

EL PARTIYÊ SERDANA HAK-PARê KIR

EL PARTIYÊ SERDANA HAK-PARê KIR

Di 02.05.2021an de El Partiyê bi serpereştiya Behcet Beşîr, şandeya ji 5 kesan serdana HAK-PARê kirin.

Li ser navê HAK-PARê Cîgirê Serok û Berpirsê Peywendiyên Derve Zana Sezen û Rêveberê Liqa Hewlêrê Halit Epozdemir pêşwaziya şandeya El Partî kirin.

Behcet Beşîr di axaftina xwe da qala girîngiya siyaseta Kurdistanî ya HAK-PARê kir û got em ji nêz ve kar û xebatên we dişopînin.
Behcet Beşîr, di axavtina xwe de qala xebat û têkoşîna hizba xwe El Partiyê kir û bal kişand ser girîngiya kar û xebatên neteweyî.
Birêz Behcet Beşîr, li ser yekdengî û hevkariya di navbera hêz û partiyan de çend pêşniyar jî kirin.

Di berdewama serdanê da Zana Sezen jî bi kurtasî qala siyaset, girse, xebatên rêxistinî yên HAK-PARê kir.
Zana Sezen, di derbareyê xebatên HAK-PARê de çend agahî dan û dubare xêr hatina mîvanan kir.
Mamoste Halit Epozdemîr jî li ser têkiliyên Kurdên ji her çar parçeyan kir û qala girîngiya yekdengiyê kir.

Hevdîtin bi hêvîya berdewamîya têkiliyên herdu alîyan û bi hêvîya  serkeftinê bi dawî hat.

NİVSÎNGEHA RAGEYANDİN Û ÇAPEMENÎYÊ A HAK-PAR’Ê

About Post Author