Çewa ku tê zanîn rewşenbîr û neteweevînê kurd Mîr Miqdad Mîdhet Bedirxan ji 123 salan berî vê rojnameyek bi navê “KURDISTAN“ derxistîye. Çapa pêşîn di 22.04.1898 an da li Misirê li Çapxana El-Hîlal hatîye çapkirin. Rojnama ku di sêrî da bi zimanê kurdî derdiket, ji pişt ra nivîsarên bi zimanê tirkî jî hatine nivîsîn. Bi vê rojnameyê va Mîr Miqded Mîdhet Bedirxan pencereyeke ronahîyê li kurdan vekirîye. Wî xwestîye, ku kurd pê bihisin, ka li rûberî dinê çi diqewime, kîjan pêştaçûn hene, bo ku ew jî kirasê koletîyê biçirînin û zana bin. Lê paşayê Romê, Evdilhemîdê 2 an bi hemû alavên di destê xwe va xwestîye, ku pêşî li vê xebata zêrîn bê girtinê. Lê Mîr Miqded Mîdhet Bedirxan ji vî karê dîrokî derbas nebûye û berdewam kiriye. Wî rojnama “Kurdistan” ji bo bajar û gund û kesayetîyên kurd yên rewşenbîr jî dişand. Bi wê rojnameyê va şahîyek ketibû nava welatevînan.
Ji demekê şûnda Mîr Miqded Mîdhet Bedirxan ji ber pirsgirêkên tenduristî karê rojnamê dispêre birayê xwe Evdirehman Bedirxan û dizivire Iatenbolê. Evdirehman Bedirxan hemberî hemû astengîyên ku paşayê Romê derdixistin li ber xwe daye. Wî rojname derbasî Cenewreya Siwîsrayê kirîye, li wê derê çapê berdewam kirîye. Ji jimara 20 an pê va dîsa vegeryaye Misirê, lê belê ji jimara 24 an pê va, wî rojname birîye Londrayê / Îngîlistanê. Gelek mixabin, ku wi kanîbûye tenê jimarekê li Londrayê bide çapkirinê. Paşayê Romê û karbidestên wî nedisekinîn, ji ber vê jî Evdirehman Bedirxan çapa 29 an ya rojnamê derbasî Folkston a Îngîlistanê kirîye. Lê belê dîsa rê li ber wî hatine girtinê, ji ber vê jî wî carek din berê rojnama “KURDISTAN” daye Cenewreyê û herdu jimarê dawî (30 û 31) li wê derê daye çapkirinê.
Wê demê va rojnama, di nava kurdperweran da bûye cîhê dilxweşîyê. Wan ramanên xwe ji rojnamê ra dişandin, pişgirîya dirawî dişandin. Wek mînak: Lawê Şêx E. Fetah weha nivîsîye:
“Pîroz be ji te ra hezar cara
ev dengê nuho li nav yara
Mizgînîya vê cerîdeya qenc
Şabaş dibitin çi qas hebit genc/xezîne
Ev rêzana jî giringîya rojnama “KURDISTAN“ ya di nava kurdperweran da nîşan didin.
Em wek Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR di salvegera 123 ya da, Mîr Mîkdad Midhet Bedirxan û Mîr Evdirehman Bedirxan tevî rojnama pêşîn “KURDISTAN” bi giramî bi bîr tînin. Gelê kurd, ji bo vê pencera ronahîyê minetdarê wan e. 22 Nîsanê 1898 pîroz be.
Nivîsîngeha Çapemenî û Ragîhandinê ya
Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR