GÜNCEL

MEDYA Û CİWAN

Ekrem ÖNEN

Di vê serdema global ku cîhan ji qonaxa serdema civaka îndustrîalîzasyonê derbasî civata înformasyonê dibe. Yek ji pirsa herî grîng ya akademîsyenê zaningehê medya, pirsa medya û ciwana ye. Ji ber ku ciwan koma sosyal ya herî dînamîk û aktîf e, ku dixwaze maksîmûm medyayê bi kar bîne. Jî ber wê jî, nuha di rojevê da pirsa medya û ciwan gelek aktuel e. Lazim e, ku li ser vê pirsê lekolînên berfireh bêne çêkirinê, lê ji vê nivîsê armanc ew e, ku bala medya kurdî û fakulteyên rojnamegerîyê, yên herêma kurdistanê bikşînin ser vê pirsa ku ji bo welatekî stratejîk û grîng.

Her yek ji qonqxên ku ciwan tê da derbas dibin, divê lêkolînên taybet li ser wan bibin, wek minak : Qonaxa ji berya dibistanê (0 – 7) salî, qonaxa temenê navbera 10 – 15 û qonaxa temnê navbera 17 – 25. Ez ê berê hinekî behsa medya û ciwan, ya unîversal bikim, paşe em ê li rewşa medya Kurdî binerin, ka ew di vê pirsê da çawa ye? Wek eşkere ye, di serdema me da mirov nikare bê medya tevbigere. Medya bûye perçek ji jîyana mirovan, mirov nikare bê wê tiştekî bike. Wek mînak: Em li TV yê dinerin, ka çi nûçeyê nû hene, li lîstikeke fotbolê dinerin, her weha li filîmekê dinerin, nivîsên balkêş di rojnameyan da dixwînin, li ser sosyal medyayê, em bi heval û hogirên xwe ra sohbet dikin û li agahîyan digerin. Em dixwazin rewşa hewayê bizanibin, li kîjan sinemayê kîjan film heye. Adresa cîhekî bizanibin û hwd. Li gorî lêkolîn didin nîşan, ku ji % 60 nufûsa cîhanê ciwan in û wek min li jorê behs kir, yê herî dinamik û aktîf in û dîxwazin di derbarê hemû tîştan da agahdar bin. Ciwan bê sînor li medyayê dinêrin û tiştan dibînin, wek heye dipejirînin, ji ber wê jî, medya bandoreke mezin li ciwanan dike. Ew bandor dikare bi erênî an jî neyînî be. Ciwan bê armanc û spantan jî her tiştê nû ra vekirî ne, çi ji bo wî şexsî, çi jî civakî. Ev gelek caran dibe sedema nakokîyên di navbera nifşan. Di serdema civaka sivîl ya berê da, bêhtir der û dora wî bandor lê dikir, lê di serdema civaka înformasyonê da TV, Radîo, înternet, mobîl telefon, rojname û hrw. tesîra xwe rûdidin û her ku diçe xurtir dibe. Nuha, em dikarin bejin, ev bûye navendeke gring e, ji bo ciwanekî di wergirtina şexsîyeta sosyal da. Wek li jor jî min behs kir, medya ne her gav informasyona pozîtîf dide, lê gelek caran jî bandoreke pir neyînî li ser wan dihêle. Ewqas tesîr dike, ku gelek caran beden tîsteki, mejî û ruh jî tiştekî dinê dibên.

Wek tê zanîn, ku 3 qonqxên medya universal hene, madya partîtî, medya profesyonal û ya komersîal. Di serdema medya profesyonal ku, em dikarin bêjin, ku roleke terbîyê ji bo ciwanan dileyîst hebû, di serdema komersîalîzasyona medya ku, nuha em tê da derbas dibin, fonksîyona medyayê ji ciwanan ra hate guhertin, li şûna terbîyekirina ciwanan, rola şahî û dema baş derbaskirinê û razîkirina publîka ciwanan derketîye pêş. Wisan diyar e, ku medya yê têkilîyên xwe bi ciwanan ra di demek nêzîk da neguhêre. Jî bo ku ev rewşa bê guhertin, lazîme zanebûna bikaranina medyayê li ba ciwanan xurt bibe. Bê guman, ev bi alîkî tenê va nabe, divê di vê pirsê da rojnamevan jî piştgirê ciwanan bin, ku zanebûna bikaranîna medyayê di nava ciwanan da xurt bibe. Bi alîkarîya zanîna bikaranina medyayê va, ciwanê bi rexnegirî nezî iagahîyan û rojnamevanan bibin, wê bikaribin xeyalan û rastîyê ji hev du derxin, wê dinyayê rast tê bigîhîjin, wê bikaribin ji medyayê tiştên başe ji bo xwe bi dest bixin, wê bikaribe xwe li hember manîpulasyon u dezinformasyonê bi parêze. Bi kurtî divê ciwanek bizanibe yê çawa medyayê bi kar bîne. Ji bo vêya, divê hukûmet, medya û civat ji ciwanan ra bibin alîkar, perwerda bi karanîna medyayê di nava ciwanan da xurt bikin.

Pirsa Medya û ciwan, nuha yek ji pirsên here gring, ya desthiladarên welat e, ku çawa her yek ji welatên cihane bikaribin ciwanên xwe ji alîyên medyayê, yên neyînî biparêzin û ciwanên xwe bi awayekî bi şeksîyet û modern li ser bingeha kultura wana ya millî û ruhanî bi awayekî etîk û moral perwerde bibin. Her welatek ji bo wê yekê karên gelek mezin, bi mesrefek mezin, bi rêya pisporên teorîk û praktîk yên medyayê lêkolînên berfireh dikin. Ji ber ku, ev pirs bi ewlekarîya welatekî va grêdayî ye. Heger tu nikaribî ciwanên xwe di ware ramanî, ruhanî, moral û etîk da ji êrîşên der biparêzî, hinekên din yê bedena wan ji te ra bihêlin, lê ye meji û ruhê wan bi awayekî din terbîye bikin û bikin bela serê te, heya bêjî gelek caran, bê ku ciwanek tê bigîhîje, dikin neyarê welaten wî xwe. Ev pirsa nuha ji derî aliyên moral û etîkê, bûye pirsa ewlekarîya welatan, ji ber vê jî desthiladaran dest avêtine vê pirsgirêkê û bi destê zanyar û pisporên xwe va lêkolînan li ser didin pêkanîn.

Di wê çarçewa li jor ku, min behsa rewşa medya û ciwanan a universal kir, gelo li Kurdîstanê rewş çawa ye? Berya her tiştî, divê ez tiştekî grîng bêjim. Ew rewşa universal ku min li jor behs kir, bi tu awayî li rewşa Kurdîstanê nayê. Ji ber çi? Ji ber ku, min li jor got, ku 3 qonqxên medyayê yên universal hene: Madya partîtî, medya profesyonal û ya komersîal û min got, ku civan nuha ji % 90 di qonqxa media komersîal da ne. Lê pir heyf ku, media Kurdî heya nuha di qonqxa media pêşîn a partîtî da ne. Ev tê wê wateyê ku, ew kirasê ku li jor min behs kirîye, li bejna media Kurdî nayê. Ew tê wê wateyê ku, rewş li cem me hîn xerabtir e û ciwanên kurd bê parastinin û media xêrnaxwazên kurdan, ciwanên kurd wek daxwaza xwe terbîye dikin. Bedena wan ji kurdan ruh û mejîyên wan ji bo hinekên din, gelek caran jî, ji bo xêrnexwazê kurdan e. Heger mirovek bi ruh û mejîyê xwe va ne kurd be, bira sibê heyanî êvarê bêje ez kurd im, an serxwebûn wê tu wateyeke wê tune be. Wek eşkere ye, ku Başurê Kurdistanê bi tevaya kêmayên xwe va, hêvîya paşeroja tevaya Kurdan e û divê Kurd li her derê Başurê Kurdistanê biparezin. Lê îroj, dema ku em li cwanên kurd dinerin, bi teybetî jî li bakur û rojavayê welatê me pir eşkere ye, li van her du beşan helwesta bêhtirîn ciwanan li hemberî Başurê Kurdistane ye. Ev yeka cihê şermezarîyê û xemgînîyê ye û heta lî Başûr û Rojhilat jî. Li vir tu gunehê wan ciwanan tune. Guneh yê media Kurdî ye, ku nikare ciwanên Kurd ji êrîşên derve, di ware medyayê da biparêze, her weha ku hikûmet jî grîngîyê nade vê pirsê. Dema di nava ciwanên Kurd da ramanên radikalîzmê di warê siyasî û ruhanî da xurt dibin, em bi yekcar ciwanan gunehbar nekin. Kesek pirs nake, ka gelo ji bo çi ev gencên Kurd dikevin nava komên siyasî yên ku li dijî miletê kurd in, an ji alî xêrnexwazê Kurdan va manîpule dibin. Jixwe pirs tev di wir da ye. Ji bo çi ? Li vir em bêjin gunehê media Kurdî ye, an em bêjin bê şansîya media Kurdî, ya ku nikare ji qonaxa partîtî derbasî qonaxeke pêştatir ango qonaxeke nû bibe. Lê li vira yek ji pirsgrêka media Kurdî ew e, ku stîlek medya kurdî nîne. Car caran tiştên gelek baş dikin û carna gelek tiştên ne li rê dikin. Min di demê berê da çi alîyên baş û çi alîyen ne li rê gelek caran nivîsîye. Ji bo media Kurdî dive stîlek (xetek) wê ya mueyen hebe, ku kêm caran şaşîtîyan bike. Dive pisporên ku xwedî kompenent in, di warê pirsgirêkên media Kurdî, yên teorîk û praktik da van pirsên giring niqaş bikin, li ser bidin û bistîni. Her weha gazineke min a mezin jî, ji fakulteyên rojnamegerîyê, yên herêma Kurdîstanê heye. Ev zedeyî 20 salî ye, ku xwendevanên wan hene. Yeqîn di nava wan da yên ku tez hazir kirne jî hene. Çima heya nuha li ser van pirsên weha giring tiştekî ber bi çav ne kirine? Heyanî nuha bi sedan rojnamevan gîhandine, ew tev li ku ne? An şaşiti di sîstema perwerda rojnamegerîya fakultên herêma Kurdistanê da heye? Ev pirsa media û ciwan, nuha ji her dema bêhtir giring e, ji bo ku media Kurdî nûjentir moderntir û çaktir bibe. Divê media kurdî bikaribe bernameyên gelek baş biafirîne. Divê media Kurdî bikaribe ciwanên Kurd bi nirx û moralê bilnd va, bi kesayetîyeke kurdînî û modern perwerde bike û wan ji erişa fikra qewmiya Turkî (kemalizmê). Fikra qewmîya Erebî û ya Farisî biparêze. Nuha di media kurdî da fehmek gelekî şaş hakim e, ku heger teknika medyayê ya modern di dest wan da hebe, ew tê wê wateyê ku, ew dikarin roleke baş bileyîzin. Lê gotar çekirin û ragîhandin, bi serê xwe ilmek e, navê vî ilmî jî Rojnamegerî ye. Mirov bi karanîna kamerekê, an bi girtina mikrofonekê nabe rojnamevan. Bê guman medya Kurdî di van cend salên dawî da gelek gavên baş avêtine û gelek rojnamevanê baş gîhandine, lê tevî vana jî heyanî nuha medya Kurdî nikare civata Kurd bi tevayî jî propaganda, dezinformatsiyon û manipulasyonê bi parêze. Heja ye, ku medya Kurdî û fakulteyên rojnamegerîyê yên herêma kurdiastanê li xwe bihisin û problemên xwe yên teorîk û praktîk munaqeşe bikin.

 

Bi vê munasebetê 123 salîya Rojnamegerîya Kurd pîroz dikim.

About Post Author