GÜNCEL

TAYYAR Jİ, Jİ NAV ME KOÇ KİR

Piştî Rafet û Yaşar û Rifat û Zekî vê carê jî yek jî hevalên meyên bijara Tayyar Öztürk ji, li Stenbolê, ji nav me Koç kir çû ber dilovanîya xwe.

Tayyar ji salên 1975 û hetanî îro di nav rêfên tevgera rizgarîya gelê Kurd de bu. Ew dilsozekê rêbaza rêya azadî bu û hetanî axirîn nefesa xwe jî, her wisa jîya.

Çendeke bi nexweşanîya kanbax re şer dikir, lê sed mixabin ku nekari serkeve.

Tayyar di rêya azadîya miletê Kurd de gelek xebatên hêja kir. Di hemû temenê xwe de bîr û bawerîya xwe parast û tu carî ji tevgera azadîyê dilsar nebu. Pêş ku nexweş bikeve di nav HAK-PAR’ê de cîh girtibu û bi camêrî dixebitîya. Endamê berê a desteya rêveberîya partîya me bu.

Em spasdar û minetdarê Kekê Tayyarin jibo xebata wî a rasteqîn û jibo jîyana wî a nimûne. Wê ew, hertîm di bîra me de bî.

Bila serê malbatê û nas û dostan sax be.

Bila serê miletê Kurd sax be.

Ruhşad be, di nav nûr û ronahîyê de razê.

Meşalaya ku wî helgirtibû li erdê namînê.

Tevgera welatperwer a miletê Kurd wê her tim Tayyar bibîr bînê.

Latîf Epözdemir

Serokê Giştîyê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PARê

About Post Author