Desteyek ji rêvebirîya Komeleya Tevgera Zimanê Kurdî (Komela Hezkurd) îro li bajarê Stenbol serdana HAK-PAR’ê kir.
Serokê Komeleya Hezkurdê Av. Suphî Ozgen, digel reveberan Gûlêcan Ronahî û Xiyasedîn Abûsak li Şaxa Stenbolê a HAK-PAR, bi Serokê HAK-PAR’ê Latif Epozdemir re hevdîtinek pêk anîn. Di heyeta pêşewaz a HAK-PAR’ê de Serokê Şaxê Stenbolê Mistefa Aytaş, endamên rêveberîya Şaxê Stenbolê Xalid û Sorgûl Kurtay hebun.
Serokê Komelaya Hezkurd’ê Suphi Ozgen li ser armanc û mijara Hezkurdê rawestîya û behsa bername û helwestên ayende yên komelê kir. Suphi Ozgen rageyand ku ‘’Hezkurd rêxistinek sivîl medenî û demokratîk e. Me divê ku zimanê Kurdî li Turkiyê bibe zimanê hînkarî û perwerdeyê. Lazime zimanê Kurdî digel zimanê Turkî bibe zimanê fermi. Me sedem vê armancê serdanên fermî kirîye. Dinav gel de ji em derheqê vê armancê de dixebitin. Hezkurd tevgereke ji alîyê sîyasî ve bêlayan e. Em hemû hêzên kûrdperwer ji bo xwe terefdar piştevan û yarîder hesab dikin. Bi raya me HAK-PAR jî di vî warî de xwedî bernameyeke balkêş e. Me divê ku pêwendîyên me êdî xûrt bimeşin.’’
Serokê HAK-PAR’ê Latîf Epozdemir ji bixêerhatina mêhvana kir û raya partîyê anî bîra mêvanan û wiha got: “Partîya me dozek ji xwe re kirîye armanc. Em xwe wek partîyeke milli û demokratîkê Kurd hesab dikin û partîyek bi vê armancê dozdarin. Ji xalên here giringên partîya me yek jê; hînkarî û perwerdeya bi zimanê zikmakî ye û her wiha ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî lî Turkîyê. Cûdeyetîya rojeva partîya me li gel wan partî û rêxistinên din yên Kurd ewe; me navê ku partîyên Kurd qada sivîl yên rêxistinên medenî bixin bin kontrol û badora xwe. Qada xebata medenî qadeke sivîl û demokratîk e. HAK-PAR dixwaze aîdîyeta Kurdayetî a ku bi salane hatîye xera kirin berepaş vegerîne ser xeta Kurdewarî. Lazime ku berê helbijêrên Kurd ji partiyên neyar were gûhastin, Kurd dengê xwe nedin wan partiyên ku înkara maf û berjewendîyên miletê Kurd dikin. Kurd divê partiyên xweyên statûxwaz helbijêrin. Lewraye ku ji bo vê mebestê lazime navnişanek were amade kirin. Em di vê xebatêde ne û bi raya me HAK-PAR niha gelek nêzîkê encama vê helwestê ye. Li gorî me pirsgireka zimanê Kurdî grêdaye bi pergala resmî a tekane û a Turkane ve. Ji bo ku zimanê Kurdî bigêje azadiyeke berfireh lazime ev sîstema Turkanî hilweşe sîstemek pirdeng û pirreng were ava kirin. Em bi şêwazên demokratîk hewil didin ku ev sîstema Turk were guhertin. Em wekî hêzeke welatperwer hazirin piştgirîya xebatên sivîl yên rêxistinên Kurd bikin.’’
Hevdîtin bi suhbetên xwezîyar û pêşnîyarên cûrexebatên qada ziman dewam kir. Hevdîtin bi daxwazîya berdewamîya pêwendîyên dostane gehişte dawîyê.
NİVSÎNGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYA
PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR
