GÜNCEL

SERSAXIYÊ JI BO DAYIKA HUSEYN YEZDANPENA

Roja 09.01.2021ê HAK-PAR, PDK-Bakur û PSKê ji bo serxweşiya dayika Huseyn Yezdanpena serdana ofîsa PAKê ya li Hewlêr kirin.

Li ser navê HAK-PARê Cîgirê Serok û Berpisyarê Têkiliyên Derve Zana SEZEN, endamê meclîsa partiyê Cengîz TEMEL, Şiyar Şerîf, Berdevkê PDK-Bakur Hişyar ÖZALP, Hêjayê Mele Şewqî û Nûnerê Hewlêrê yê PSKê Velî KOPARAN beşdar bûn.

Heyet ji aliyê Serokê Giştî yê PAKê Huseyn Yezdanpena û berpirsyaran ve bi germî hate pêşwazî kirin.

Huseyn Yezdanpena kêfxweşiya xwe ji bo beşdariya bi hev re ya her sê partiyan anî ziman û got ev helwesta gelekî girîng e.
Li ser navê HAK-PARê Cîgirê Serok Zana SEZEN sersaxî li Huseyn Yezdanpena kir.
Zana SEZEN qala girîngiya bi hevrebûna hêzên welatparêz jî kir û got divê hevkarî û diyaloga di navbera hêzên welatparêz de berdewam bibe.

Zana SEZEN di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser piştgirîkirina parçeyan, têkiliyên partî û rêxistinan û rêzgirtina xweseriya tekoşîna parçeyan.

Berdevkê PDK-Bakur Hişyar Özalp jî sersaxî li Huseyn Yezdanpena kir û di derbarê rojeva Bakur de çend agahî parve kirin.


Serdan bi daxwaza xurtkirina diyalog û hevkariyê bi dawî hat.

HAK-PAR Basın Bürosu

About Post Author