Imze dayîn têrê nake, peymanê cî bi cî bîne!
Jinên ku wek xwîşkên Mîrabel têne zanîn, li Komara Domînîkê ji bo dinyake baştir û azad, di berxwedana xwe ya li dijî Dîktatoriya Trojîlloyê da bibûn sembolek mezin. Di 25ê Cirîya pêşîn 1960an da, xwîşkên Mîrabel ji piştî serdana zilamên xwe, yên di girtigehê da bûn, ji alîyê leşkeran va, bi darê zorê hatibûn peya kirin û destdirêjîya wan kiribûn, ji pişt ra jî îşkence li wan kiribûn û kuştibûn.
Di sala 1999an da, bi saya têkoşîna jinan a bi salane, Neteweyên Yekbûyî biryarek da û 25ê Cirîya Pêşîn wek “Li Dijî Zordariya li Ser Jinan Roja Piştgiriyê ya Navneteweyî” eşkere kir. Bi vê yekê ra, 25ê Cirîya Pêşîn bû sembola berxwedana li dijî cudakariya li ser jinan, newekhevbûna zayendan ya cîvakî, tedaya di nava malê û malbatê da dijî jinan, şer, kuştina jinan, zordestiya li ser bedena jinan û nasnama wan.
Partiya me (HAK-PAR) peymana pêşîlêgirtina zordestiya li dijî jinan û ya li malê, derbarê têkoşîna li dijî vê zordarîyê, Peymana Konseya Ewropayê, (ya ku wek Peymana Stenbolê tê binavkirin), wek belgeya navnetewî ya here berfireh û nûjenkirî dipejirîne. Partîya me bi îsrar cî bi cî anîna tevaya xalên vê pêymanê dişopîne.
Di huqûqa navnetewî da, peymana Stenbolê, di derbarê zordarîya li ser jinê da peymana pêşîn ya bi bandor e. Ev jî taybetmendîya vê peymanê ye. Tirkiye pêşîn e, ku ev peymana bê şert û merc imze kirîye.
Tirkiyeyê, ji bo ku peyman bê sepandin û li gorî peymanê qanûnên navxweyî bên serastkirin, di 8ê Adara 2012an da qanûna bi hejmara 6284ê “Qanûna Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina tedaya li Dijî Jinê” pejirandîye. Tirkiyeyê bi vê qanûnê va soz daye, ku ew bi tu awayî nahêle li dijî jinan zordestî û zordarî bên kirin.
Lê mixabin Tirkiye li pey soza xwe nesekinî, berewajî soza xwe, di derbarê hewildanên têkoşînê da astengî derxistîye. Wekheviya jin û meran û bandora heyî ya li ser jinê bi awayekî berfireh li ser nesekinîye, rola jinê wek “dayik” û “lênihêrîn/ xizmetkarî” derxistine berbipêş û di vê hişmendîyê da kewneşopîya gel da îsrar kirîye. Bi vê nêzîkahîyê va bûye sedema kûrbûna nakokîyên di navbera têkilîyên jin û mêran û cîvakê, rol û berpirsîyarîya wan, cudakariya di navbera wan da tekûztir bûye.
Wek Partiya Maf û Azadiyan, em bangî Tikriyê dikin, Tirkiye di têkoşîna li dijî zordestiya li ser jinan de erka li ser milê xwe bi cih bîne û di meseleya mafê jinan û parastinê de li gorî xalên peymanê tevbigere.
Îro li Tirkiyê, di rojê de 2 jin bi deste meran tên qetilkirin. Gava jinên ku ji zilma meran direvin xwe dispêrin qereqol an jî cendirmeyan. Ew jî hewl didin, ku jin û meran (dergist/hevser/bav..) li hev bînin û vê yekê wek riya çareseriyê dibinin. Ji ber vê helwesta fermî ya dewletê jî zordestiya li ser jinan her roj zêdetir dibe. Jin bêçare bi wan mêrên ku, tedayê li wan dikin re, di malekê de dimînin û di dawiyê de jî tên kuştin.
Li Tirkiyê, di her qadê de zilm û tehdeya li ser jinan berdewam dike. Em wek jinên Partiya Maf û Azadiyan, zordariya li ser jinan wek pirsgirêkeke polîtîk dibinin. Em dizanin, wek jin em dikarin dinyayekê ku, lê zordestî tüne ye ava bikin. Divê her kes bizane; em li hemberî zilm û zordariyan bêdeng namînin û ji bo ku zordestiya li ser jinan ji holê rabe em ê heta dawî têbikoşin…
25ê Mijdarê 2019
BUROYA ÇAPEMENIYÊ YA PARTIYA MAF Û AZADIYÊ