Meclîsa Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) di roja 23.12.2018 civîya û li ser mijarên rojevê guftugokir û ev dazana jêrîn ji çapemenî û raya giştî re belavkir.
Ji çapemeniyê û raya giştî re:
Di van rojên han de, ku Tirkiye di pêvajoya hilbijartinê de ye, Serokkomar Erdoğan ragîhand ku leşkerên Tirkîye dikare di demeke nêzîk bikeve nav Surîyê, Rojhilatê Firatê.
Balafirên şer berî Surîyê li alîyê İraqê çiyayên Mexmûr, Şengal û Qerecuxê bombe baran kir. Ji ber vekişandina hêzên DYA, dagirtina Kurdistana Rojava ji bo demekê li paş xist, lê belê her gavekê dikare dest pê bike.
Tirkiye, li şûna ku pirsa sereke ya navxweyî, ango pirsa kurd bi şêweyekî aştîyane, demokratîk û adilane çareser bike, berê xwe dide axa kurdan li bakurê Surîyê, ji ber ku ew her deskeftineke kurdan ji bo xwe xeter dibîne. Naxwaze tu statuyeke otonom bi destê kurdan keve. Ew vê yekê ji xwe re wek ‘’pirsa beka’’ dibîne.
Bê guman, her çend ew vê dagirkeriyê bi bahaneya ‘’şerê dijî terorê’’ û ‘’xweparastina meşrû’’ nîşan dide jî, ev pêpeskirina huqûqa navnetewî ye.
HAK-PAR li dijî tevgera leşkerî ya Tirkîyê ye. Divê bê dîtin ku şer, bilî êş, wêrankirnê, nefretê, zêdekirina dijminatîyê û xirabkirina aborîyê tu encamekê nade.
Siyaseta ku li ser dijminatîya kurdan hatiye avakirin bi awayekî xeternak dom dike.
Li navçeya Hendek a bajarê Sakarya bi navê Kadir Sakçı û Burhan Sakçı bav û kurek ketin ber êrişeke çekdar. Kadir Sakçı yê 43 salî jiyana xwe ji destda, kurê wî jî nuha li nexweşxanê li ber xetera mirinê ye.
Ev êrişên han encamên zihnîyet û siyaseta red, înkar û îmhakirina kurdan e ku ji mêj ve tê meşandin.
Em vê êrişa hovane û hişê ku ji vê re zemîn hazir dike rûreş dikin.
Hevbendîya ku ji AKP û MHP pêkhatiye û partiyên muxalefetê CHP û İYİ PARTİ gişt li ser slogana ‘’Yek millet, yek dewlet, yek al û yek welat’’ bingehê siyaseta xwe ya dijî kurdan danîne. Evana nunerên siyasî yên ne çareserkirina pirsa gelê me ne.
HDP a ku hewldide kurdan ji daxwaza xwe bi xwe îdarekirina li welatê xwe vegerîne bîne ser xeta ‘’turkiyeyîbûnê’’ ya ku tevgera kurd li ser daxwaz û rênîşandana MİT’ê kesên ne kurd dike nûnerên kurdan û bi xwe ne xwedîyê îradeya xwe ye, nikare bibe nûnerê gelê me.
HAK-PAR bang li gelê me dike, ku ‘’Cumhuriyet İttifakı’’ jî, ‘’Millet İttifakı’’ jî, HDP jî ku hemû bi siyaseta dijî Kurdan bi hev re ketine qayişê, di sandoqan de mehkûm bike.
Em ê wek HAK-PAR daxwazên gelê me yên meşrû herdem bînine rojevê. Him siyaseta antikurd ya kolonyalî, him jî rûyê rasteqî ê rêxistinên ku zirarê didine gelê kurd eşkere bikin. HAK-PAR dê wek rêçeke milli ya paqiş, zelal çavê wê li ser berjewendîyên gelê me, xwe ji pêşerojê re amade bike.
Partiya me, ku di hilbijartinan de beşdarîya wê hatiye astengkirin, bi biryar dixebite ku di ser wan astengîyan re derbas be. Ew ê her wext gelê me li hember siyasetên şaş, dek û dolabên xapînok şîyar bike, şiûra sîyasî ya demokratî û mîllî zindî bigre.
Partîya me ku di hilbijartinên adara 2019’an de, ji ber astengîyên heyî nikare beşdar be, dê piştgirîya namzedên serbixwe, welatparêz bike.
23.12.2018