Danezana 8’ê ADARê Roja Jinan a Cîhanê
8’ê Adarê ku girîngtirîn Roja Jinên Cîhanê ya serhildan, berxwedan, hevkarî û têkoşînê ye, meşaleya têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan a li dijî zext, fişar û tundiya li ser ked, laş, jiyan û pêşeroja jinan e.
Tevî ku niviya jiyan û keda heyî ya me ye jî, li her çar aliyên cîhanê li dijî zayenda me cudahiya di warên civakî, siyasî, aborî de derdora me weke xelekekê girtiye û hê jî li ser rûyê erdê em weke jin di wergirtina para xwe ji van cudahî û kiryaran berdewam in. Cihê me ku li gor mêran di asta duyem de ye, di warên polîtîka, aborî, perwerdehî û tenduristiyê de her di heman astê de berdewam dike û mafên jinan ên mirovî, wekheviya ji bo fersendan û herwiha dadweriya zayenda civakî nayê pêkanîn û bi vî awayî mexdûriya jinan her ku diçe zêdetir dibe. Bi şeran jin tên xizankirin, bi darê zorê tên koçkirin, laşên wan mîna beşek ji şer weke obje tên dîtin. Me jinên Kurd encamên van şerên qirêj û neheq ku li ser axa me rû didin, di kesayeta jinên Kurdên Êzidî de ji serî heta binî dît û niha jî em di bin bandora van şeran de ne.
Tirkiye jî xwedî tabloyeke wisa ye ku ji welatên herî paşdemayî jî, xirabtir e û di warê wekheviya zayendê de di rewşeke metirsîdar de ye, di nav 144 welatan de di rêza 131. de cih digire û li gor welatên din her ku diçe paşdetir dikeve. Dewlet, berpirsyariya xwe ya civakî sist dike û xizmetên giştî li dijî berjewendiyên jinan birêve dibe. Di bin navê pîrozbûna malbatê de, tundî û destdirêjiya li dijî jin û zarokan tê rewakirin, bi vî awayî ji bo zewaca di temênên zarok de wêrekiyek çêdibe û destkeftiyên jinan ên huqûqî yek bi yek tên kesaxtin. Jin weke depoya hêza erzan ya ji bo kar tên dîtin û mehkûmî şert û mercên ne ewle û li dijî rûmeta mirovahiyê û herwiha bêkariyê tên kirin. Nêzîkahiya dewletê ya li hemberî meseleya Kurd ku di çarçova ‘ewlekari’yê de ye û Rewşa Awarte (OHAL) û Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) ku bêbingeh in, mafên demokratîk ên tevahiya civakê û jinan dikezêxin û pêşiya civakeke demokratîk û aştîxwaz dixitimînin. Ev kiryar û pêkanîn welat vediguherînin girtîgeheke nîv vekirî.
Em weke jinên HAK-PAR’î, vê jiyana ku li ser me tê sepandin red dikin. Em li dijî hemû cûre polîtîka û pêkanînên antîdemokratîk û zayendparêziya civakî ne. Em zordarî û serdestiya ti nijad, netew, nasname û zayendê ya li ser nijad, nasname, netew û zayendeke din qebûl nakin û dibêjin ku dadweriya civakî, di demokrasî û polîtîkayên aştîxwaz de ye. Em weke binpêkirina mafên mirovan dibînin; di vê sedsalê de miletê Kurd ku li Tirkiyê zêdetirî 20 milyonan e, nekare zimanê xwe bikar bîne û bi zimanê xwe perwerdê bibîne û em daxwaz dikin ku Kurdî weke zimanekî fermî were naskirin û astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî di bikaranîna qada yasayî û îdarî de werin rakirin. Herwiha em daxwaz jî dikin ku demildest zimanî Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û em radigihînin ku em ê di şopandina vê meselê de berdewam bin.
Em bi hêviya cîhaneke ku hemû ferq û cudahiyên li dijî jinê rabûne û wekheviya zayendiya civakî pêk hatiye, Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin.
Her bijî 8ê Adarê. Her bijî têkoşîna jinan a mafdar.
Baskê Jinan ê HAK-PAR’ê