GÜNCEL

HAK-PAR: ZİMANÊ KURDA HEBÛNA KURDA YE

HAK-PAR: ZİMANÊ KURDA HEBÛNA KURDA YE

Ji sala 1999’an ve, her sal roja 21’ê Sibatê wek “Roja Navnetewî a Zimanê Dayîkê “ tê pîroz kirin. Vê rojê UNESCO bi yada tevgera xwendevanên Bengalî a di rêya azadîya ziman de, wek rojek giring beyan kir. Xwendevanên Bengalî, li Bengladeş`ê, ji bo azadîya zimanê xwe xwepêşandan û çalakîyan li dar xistibûn û sedemê vê yekê bi polêzan re pevçûn qewimî bû û her wiha di wan çalakîyan de xwendevanên xwepêşander hatibûn kuştin.

Zimanê Kurdî zimanek kevin û qedîme.Ji damezrandina Komara Turkîyê û hetanî îro, hê jî mecala azadîyê bidest nexistîye. Komara Tirk bi yasaya bi navê “Tevhîda Tedrîsatê” (Yekkirina Perwerdeyê) zimanê Kurdî ji qada hînkarî û perwerdeyê rakir. Li Tirkîyê, Kurdî heta çend sal berê jî, qedexe bû. Di van çend salan de, axaftin û nivsandin hatibe serbest kirin jî, lê mixabin ku Kurdî di perwerde û hînkarîyê de wek zimanek fermî û wekhev nayê bikar anîn. Li himber zext û qedexeyên li ser zimanê Kurdî, hetanî îro, gelek xebat û çalakîyên sîyasî hatîne dayîn. Her çend ziman qedexekirî jî be, lê dîsan jî bi dehan kîtêbên dîrokî û edebî hatine weşandin. Ev yek jî dide nîşan ku zimanê Kurdî zimanek erdgirtî û dewlemend e. Xweşhal in ku zimanê me heta niha karîye hebûna xwe biparêze.

Dewleta Tirk, herçend terefdarê bi dehan peymanên navnetwîyê ku azadî û bikaranîna zimanê dayîk wek heq û berjewendîyek xwezayî û insanî qebûl dike, lê makezagona Tirkîyê mixabin hê jî, yasayên ku bergirî li zimanê Kurdî digrin diparêze. Di serdema nû a şaristanîyê de ev yek şermek mezin e. Kurdî heqe ku bibe zimanê fermî û di hemû qad û warên jîyanê de were bikar anîn. Divê zimanê Kurdî di hemû qonaxên perwerde û hînkarîyê de bibe zimanê fermi û yasayî.

Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR,divê ku yasayên qedexakar yên ku pêşî li zimanê Kurdî girtine,derhal werin rakirin.

HAK-PAR bang li hemû Kurdan dike ku zimanê xwe jibîr nekin û di jîyana xwe a civakî de bikar bînin.

HAK-PAR bang li dayîkên Kurd dike ku zimanê xwe hînî zarokên xwe bikin.

HAK-PAR bang li hemu welathizên Kurd dike ku di rêya azadîya zimanê Kurdî de di tevgerek hevpar de bixebitin ta ku zimanê Kurdî li Tirkîyê bibe zimanê fermi.

Kurdno zimanê me hebûna me ye. Zimanê xwe geştir bikin û ji darê zilmê rizgar bikin. Ziman nîşaneke ji kesayeta Kurdan a neteweyî.

Zimanê Kurdî qedr û qîmet û şanazîya gelê Kurd e. Divê Kurd di rêya azadkirina zimanê xwe de yekbin.

NİVÎSGEHA ÇAPEMENÎYA HAK-PAR”Ê

About Post Author