Referandûmê carekê dî da xuyakirin:
Gelê Kurd dest ji daxwaza xwe ya azadîyê û demokrasîyê bernade
Pêşniyaza AKP-MHP’ê ya ku digel guhartina çend xalan, bingehên makezagona heyî ya nijadperest, şoven diparêze, di roja 16-ê Nîsana 2017a de ji dengdana gel re hat pêşkêşkirin û bi ferqeke piçûk nêzîkî % 51 hat qebûlkirin.
Rêvebirên Tirkîyê careke dî, li şûna ku makezagoneke sîvîl, hevçax û demokratîk çêkin, makezagona kevin ya ku ji alî Cuntaya faşîst-leşkerî ya 12-ê Îlonê 1982 hatîye danîn, bi çend guhartinên hîn xirabtir, antîdemokratîktir hilbijartin û dixwazin her li ser wê berdewam bikin.
Ev pêşniyaza ji bo guhartina makezagonê hatîye kirin, çareserkirineke rasteqîn ya pirsên sereke wek pirsa Kurdan, ya Alewîyan û hemû pirsgirêkin din ên Tirkîyê ên bingehîn nade pêş xwe. Di wê de tu guhartinek ji bo demokratîzekirinê nîne, serde cudahîya hêzan ku yek ji bingehên rejimên demokratîk e, dê ji holê rake. Îcraat, qanûnsazî û huqûq dê di yek destî de bête komkirin. Ev tişt ê rê bide avakirina ’’rejima merivekî’’ ku gelek caran li Rojhilata Navîn peyda dibe.
Tirkîye, dê ji sîstema parlamenterîyê derbasî ’’sîstema serok komarîyê’’ ya bi şêwazê tirkî bibe.
Berî hertiştî ev referandûm di rewşeke weha de çêbû ku zemînekî demokratîk nehatibû hîştin, Di hoyên ’’Îdareya taybet’’ de maf û azadîyên bingehîn hatibûn hilanîn. Di vê rewşê de girtinên girseyî, ji kar avêtina mirovan, muhurkirina derîyên rêxistinên civakî û demokratîk, hema bêje hiştkirina hemû endamên çapemenîyê ên muxalîf, qutkirina azadîya fikir û ramanê zêdetir bû.
Di van hoyan de jî, jimara % 49 dengên ’’na’’ nerazîbûneke mezin nîşan dide.
Di serî de li bajarên mezin dengdaran bi giştî, him di hindava Hukumetê de him jî ya wan derdoran de ku li Kurdistanê şîddetê esas digrin nerazîbûna xwe dîyarkirin.
Makezagona heyî ya ku ji berê de ’’Tirkperestî û neteweperestîya Atatürk’’ ji xwe re kirîye bingeh, piştî referandûmê jî wê tu guhertinekê ji bo maf û azadîyên gelê Kurd bi xwe re neyne. Siyaseta berê ya înkarkirinê, yekperestîyê bi sloganên ’’yek dewlet, yek millet, yek al, yek ziman’’ wê bête berdewamkirin.
Herweha ew mecalên azadîya bawerî, fikir û çapemenîyê di nav de, hemû maf û azadîyên ku ji berê de nîvco û seqet bûn, ji vir şûnda wê bêtir bikevin cîhekî sînorkirî û teng. Daxwazên Alewîyan wê dîsa bên piştguhkirin.
HAK-PAR a ku ji vê rewşê nerazî ye, û dixwaze têkoşîna azadî û demokrasîya rasteqîn bilindtir bike, û dijderketina dengên % 49 wek hêvîyeke nû dibîne.
Guhartin mumkun e û dema wê jî nêzîk dibe.
Ji bo rêlêvekirina çareserîyên pirsên sereke li Tirkîyê, pêwîstîya makezagoneke sîvîl û demokratîk ya hevdem, di rojên nêzîk de wê bêtir û bi leztir di rojevê de cîyê xwe bistîne.
Divê makezagoneke nû, ku li gor rewşa Tirkîyê ya etnîk û çandî bê çêkirin, mafên gelên xwedîyê ziman, bawerî û çandên cuda bên garantîkirin, mecal bête dayîn daku pirsa Kurd li ser bingehê wekhevîyê û di sîstema federalî de bête çareserkirin. Zimanê kurdî digel zimanê tirkî wek zimanê fermî bête qebûlkirin.
Ev makezagon divê hemû daxwazên heq ên Alewîyan bi cih bîne, bi şêweyekî rast û durust mafê azadîya bawerîyê têde hebe û li gor standardên Yekîtîya Ewropa (YE) be.
Li alîyê din hêja ye ku em encamên Refarandûmê li Kurdistanê binirxînin.
Gelê kurd aciz e ji wan yên ku bi siyaseta hendekan şer anîn xistin nav bajaran, yên ku sîyaseta şîddet û terorîyê, ku bi doza kurdan re tu eleqa xwe tune, ji xwe re esas digrin. Ji ber ku wan saha legal û demokratîk kirin şorax, loma gel rûyê xwe ji wan guhast.
Ev sîyaseta şîdetê ya ne mîllî û şaş wê her bê mehkûmkirin.
Lê kurdan, ji sîyaseta AKP’ê ya ne çareserkirinê, ya ku xwe dispirê şîddet û înkarkirinê, gotinên wê yên nijadperestî û netewperestîya Tirk re jî bersiva NA daye.
Gelê Kurd di xwestina azadî û demokrasîyê de israr dike.
Gelê Kurd careke dî da xuyan ku bi biryar lêgerîna çareserîyeke aştîyane, hevdem, demokratîk didomîne.
Welatparêzên Kurd divê van encaman baş bixwînin, di xeteke aştîyane, xwedîi îstikrar, demokratîk; xurt, bawerîdar û mîllî de mil bidin milê hevdu û daxwaza gelê me bi cih bînin.
Ev xet HAK-PAR e
Di dema dijwar û giring ya pêş me de, ji bo welatparêzên Kurd erkekî acîl e ku di HAK-PARê de bibin yek û daxwazên gelê me bi xurtî biparêzin.
17.04.2017
Refik Karakoç
Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan
(HAK-PAR)