Bi dijayetî û şer tu qezenca civakê nabe
Dîwana serokatîyê ya HAK-PARê li Enqerê di navenda Partîyê ya teze da civîya, bûyerên dawî yên der û hundur şirove kir û ev beyan ji bo raya giştî derxist.
Çawa di beyana Encumena Partîyê ya 2’yê Heziranê da jî hatibû gotin, ew bûyerên Parka Gezî yê Taksîmê ji bo parastina vê parkê û parastina dorber bû û çalakîyeke gelek li cî bû.
Lê ji ber ku hêzên ewleyîyê dijî vê çalakîya aştîyane helwesteke gelek tûnd û tîj nîşan dan û ew belav kirin, bûyer mezin bû û li gelek bajarên dinê jî xwepênîşandan çêbûn. Her usa jî, hin der û dorên ku ta ji destpêkê dijî AK Partiyê bûn û ne karîn di sindoqa hilbijartinê da zora wê bibin,
Bi dijayetî û şer tu qezenca civakê nabe
-olaxên ne demokratîk li hilweşandina wê digerîyan, ev bûyer ji xwe ra wek firsend dîtin û hewl dan ku bi rîya çalakîyên kûçe û kolanan hukumetê biruxînin. Bona vê yekê, her çiqas Hukumetê demekî şunda şaşîya xwe fêm kir û helwesta xwe guhart, got êdî ewê li vir Qişleya Topçî ya Osmanî û bazarxanekê ava nake, ango vê parkê betal neke jî, dîsa çalakîyên dijî Hukumetê nesekinîn.
Em weke Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) careke din eşkere dikin ku, protestokirina hin kiryarên hukumetê û heq û azadî daxwazkirin heqê hemû himwelatîyan e û ew divê bikaribin ji bo van daxwazan çalakîyên aştîyane bikin, bicivin û bimeşin. Divê hukumet dijî çalakîyên han nebe asteng û zorê li wan neke. Lê her usa jî, çawa me di vê bûyerê da dît, dema Hukumet helwesteke nerm nîşan dide û ji daxwazên xelkê çalakvan ra dibêje erê, dîsa jî nesekinandina çalakîyên kûçe û kolanan bi vî awayî, xizmeta parastina dorber û kar û xebatên ji bo demokratîyê nake. Bi dijayetî û şer tu qezenca civakê nabe. Divê hukumet jî mixalefet jî bi berpirsîyarî hereket bikin. Divê em bikaribin pirs û kêşeyên xwe bi rîya danustendinê çareser bikin, ger nebû raya gel bipirsin û gor wê bikin. Ger usa nebe û şer û pevçûn çêbe, hingê, çawa di dema borî da me gelek caran dît, evtişt xizmeta doza azadî û demokratîyê nake, lê xizmeta hêzên zordest dike.
Divê em xelkê ji bo lîstik û dafikan hişyar bikin
Xem û tirsa me ew bû ku ew bûyerên vaye nêzî mehkî berdewam in, tesîreke xirab li ser pêvajoya çareserîya pirsa Kurd bikin. Mixabin ev yek pêk hat; van rojên dawî li çend cîyên Kurdistanê hin tiştên prowokatîf qewimîn.
Tiştekî gelek eyan bû ku hin alî ji sekinandina şer li Kurdistanê aciz bûn. Ewana midetekî nekarîn rola xwe yê xirab bilîzin, ji ber ku gel piştgirîyeke xurt da vê pêvajoyê. Lê me baş zani bû ku wana kemîn danîne û li benda firsendekê ne. Ew bûyerên prowokatîf ên vê dawîyê nîşana vê yekê ye. Ew kes û hêzên ku hêvî dikin ji bûyerên Gezî Parki derbeyeke eskerî derînin, nuha jî hewl didin Kurdan derînin kûçe û kolanan, tevlihevîyê mezin bikin, bona vê yekê bangî Kurdan dikin…
Lê em wan gelek baş nasdikin. Ew bûn ku di dema borî da dijî hin gavên erênî yên AK Partîyê, wekî vekirina TRT-Şeş, dersa zmanê dayikê ya du saatî li mekteban, vekirina beşa zmanê Kurdî li hin zanîngehan bi tûndî derketin û naxwazin Destûra Bingehîn a 12 Îlonê bê guhartin… Ewana hêz û kesên statûkoperest, şovîn û militarîst in ku derdê wan tucar ne azadî û demokratî ye. Ewana dema kawa xwe bi AK Partîyê ra davêjin, dixwazin wekî berî 12 Adar û 12 Îlonê rewşa welat ser û bin bikin. Bona vê yekê gazî Kurdan dikin ku ew jî dakevin kûçe û kolanan. Dema bikaribin vêcar jî vê lîstikê bi kar bînin û bi serkevin, hingê zirara herî mezin gelê Kurd û hêzen demokrat wê bibînin. Hingê pêvajoya çareserîya pirsa Kurd bi temamî bixitime û restorasyona sazîya faşî dest pê bike.
Ew bûyera dawî ku li Licê qewimî û esker xelk gulebaran kir, yek kes hate kuştin û çend kes jî birîndar bûn, yek ji wan bûyerên provokatîf e. Divê hukumet rojkî berê vê bûyerê zelal bike û berpirsîyaran nişande.
Xelkê me, partiyên sîyasî, sazîyên sîwîl ên civakî û rewşenbîr jî divê vê lîstikê bibînin û pûç bikin. Li himber van bûyeran divê em bi ber bayê hêrsa xwe nekevin û şaşiyan nekin, lê bi baqilî hereket bikin. Divê em xelkê xwe li himber van lîstik û dafikan hişyar bikin.
Divê hukumet xwe ji hin tiştên piçûk û bê mane xilas bike
û vegere ser karê xwe yê esli,
ango çareseriya pirsa Kurd û pêşvebirina demokratîyê
Li alîyê din, ji bo ku ew “pêvajoya aşitî û çareserîyê” gor navê xwe bimeşe û bi aşitî û çereserîyeke rastî temam be, divê projeyeke hukumetê hebe gor giranî û mezinahîya vê pirsê. Ango divê hukumet bi zalalî bide pêş xwe, ka di dema nêzik, orte û dawî da çi gavan bavêje.
Bêdengbûn û devjêberdana sîlehên PKK tenê qonaxeke di vê pêvajoyê da û helbet mihîm e. Lê ew bi serê xwe ne çareserî ye ne jî aşitî. Çareserîya rastî bi naskirina hemû heqên gelê Kurd û avakirina dewletê ji nu va li ser esasên federalî dibe. Helbet guhartineke usa mezin di yekcarê da û iro-sibe çênabe. Lê divê ber bi vê hedefa dawî ji nuha va gavên bawerîyê bêne avêtin. Wek nimûne, divê destûra teze dereng nemîne bê hazirkirin û tê da heqê perwerdebûnê bi zimanê dayîkê, nasnama Kurdî û sistemeke îdarî ya ne merkezî cîh bigre. Her usa, divê heq û daxwazên Elewîyan jî bêne naskirin,
Daxwazên Kurdan û Elewîyan her usa jî di raporên “mirovên zana” (rispî) da cî digrin. Divê hukumet van raporan jî bide ber çav û dest pê bike hin gavên erênî bavêje, da ku bawerî bide gel.
Lê hukumet li cîyê ku van tiştan bike, hewl dide Parkê Taksîmê rake û li wir Qişla Topçiyan û bazarxaneyekê (supermarket) ava bike; navê Pira 3. dike Yavuz Sultan Selîm… Ku daxwezeke xelkê ji bo van tiştan tune, serda jî xelk bi van kirinan gelek aciz dibe. Bi vê jî naminê, di demeke han da ku PKK sîlehan bêdeng dike û hêzên xwe dikişîne wî alî sînor, Hukumet zorê dide avakirina qeleqolan (qereqolên mezin). Ev yek bi “pêvajoya aşitîyê” ra li hev nayê û nişana bêbawerîyê ye. Bi destê kê çêbe jî, bûyera dawî ya Licê jî berhemê vê bêbawerîyê ye.
Ji bona vê yekê, çawa di beyana Encumena Partîya me ya 2’yê Heziranê da hatibû gotin, divê hukumet xwe ji hin tiştên piçûk û bê mane xilas bike
û vegere ser karê xwe yê esli, ango çareseriya pirsa Kurd û pêşvebirina demokratîyê.
Divê PYD dev ji metodên zor û êrîşgerî berde
Diwana Serokatîya me careke din li ser bûyerên Kurdistana Rojava sekinî. Pir mixabin di vî parçeyî da pêvendîyên partî û rêxistinên Kurdan ne baş in û sedemê vê ji helwesta PYD ye. PYD demeke dirêj e ku di saya pêvendiyên xwe yên bi rejima Esad û hêza xwe ya eskerî, dixwaze rê nede kar û xebatên parti û rêxistinên dinê yên vî parçeyî, li wan teda dike û êrişî wan dike.
Li vê dawîyê, dîsa PYD hın kesên welatparêz girtibûn. Xelkê Amûdê ji bo serbest berdana wan derket kolanan, lê PYD êrişî wan û navenda PDKê kır, çend kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Em van kirîyarên PYD gelek şaş dibînin û protesto dikin. Ev kirinên hanê xizmeta doza gelê Kurd nakin, lê zirareke mezin didinê. Divê PYD êdî dest ji van kırîyarên şaş berde. Ger usa bimeşe, Kurd nikarin di nav xwe da yekitîyekê pêk bînin û bigihîjin maf û azadîyên xwe li Sûrîya teze jî.
Em gazî hemû partî, sazî û rewşenbîrên Kurd dikin ku di vî warî da PYDê rexne bikin, bala wan bikişînin, da ku ew dev ji van kirinên şaş berdin.
1 Tîrmeh 2013