......
Türkçe (Türkiye)KürtçeEnglish

E-UYELİK SİSTEMİ

SEÇİM BİLDİRGESİ

mod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_counter
mod_vvisit_counterBugün4887
mod_vvisit_counterDün3260
mod_vvisit_counterBu Hafta32792
mod_vvisit_counterGeçen Hafta35943
mod_vvisit_counterBu Ay32792
mod_vvisit_counterGeçen Ay131828
mod_vvisit_counterTüm Zaman7106316

We have: 44 guests, 9 bots online
Senin IP no:: 3.80.160.29
 , 
Today: Aug 06, 2020

Sidar Avcı, Aziz Yıldız, Yekbun Eren, Lezgin Yiğitel, Yusuf Demir
AddThis Social Bookmark Button

Sidar Avcı: Brêz Dîwan, Mêvan û Beşdarên Hêja, Berîya axaftina xwe dixwazim di serîde Komkûjiya Enfal bi tundî şermezar bikim.

Şehîdên wê kerasetê bi rêzdari bi bîr tînim.
Mêvanên bi rûmet,

Hûn bixêr hatin Sêyemîn Konferansa Ciwanên Kurd a Neteweyî.

Spas bo wan birayên me yên ku ji rêyeke dûr hatine û beşdariya vê konferansê kirine.

 

Wek ku em dizanin, gelê Kurd, gelê herî qedîm yê Rojhilata Navîn e. Di dîroka mirovatiyê de ciheke xwe yê girîng heye. Mixabin, ji bilî parçeya Başûr, parçeyên din hê jî di bin nîrê dagirkeran de ne. Gelek gelên dinyayê yên bindest hebûn ku bi qasî gelê me tekoşîn û bedelên mezin nedan û  azadiya xwe bidestxistin. Lê belê gelê Kurd bi dana ewqas bedêlan û têkoşîneke bêhempa hê jî azadiya xwe bidest nexistiye.
 

Her çendî, gelek sedemên bidestnexistina azadiyê hebe jî, lê bi ya me, ya herî sereke pêkneanîna yekîtiya tevgera siyasî ya Kurd e. Ji hevketin û belavbûna tevgera Kurd her tim bi kêrî polîtikayên dagirkeran hatiye.
 

Wek ku em dizanin, gelê Kurd neteweyek e ku welatê wê bidestezorê hatiye parçekirin û zêdetirî sed salî ye ku hemû daxwazên wê yên azadî û serxwebûnê, bi tevkuştin, zulm, zordarî, êşkence û nefîkirinê hatiye pelçiqandin. Her çendî Kurdistan ji aliyê dagirkerên cuda ve hatibe dagirkirin jî, lê gelê Kurd di hemû parçeyan de bi heman zilm û zordariyê re rûbirû maye. Mixabin, ev zilm û zordarî li sê parçeyên Kurdistanê hê jî didome.

Ew kiryarên hov û nemirovane ku li Qoçgirî, Geliyê Zîlan, Amed, Agirî, Dêrsîm, Mahabad, Barzan, Enfal, Helebçeyê hatin kirin, niha jî, li Botan, Xerzan, Qamişlo, Roboskî û gêlî û çiyayên Kurdistanê didomin.
 

Me bi van kiryarên hov û nemirovanê qet serê xwe netewand û her tim serbilind bûn û dê heta serkeftinê jî wisa bibe.

Li ser gelê me polîtîkayên asîmîlasyonê tê meşandin û di bin hemû zilm û zordariyek siyasî, civakî, aborî û kulturî de ye.

Sed sala borî û ev salên em têde ne, ji bo çarenûsa miletê Kurd, firsendên dîrokî derdixe holê. Wek hûn ji dizanin lî Bakûrê Kurdistan pevajoyek nû destpêkiriye. Di aliyek de ji beralîkirina çekan xebatek heye, di alîyek de jî ji bo makezogonek demokratik û peşkeftî hewldan hene. Partiya me di vê pevajoyê de bi şeweyek aştiyane, demokratik; bi helwestek çêker kar û barên xwe didomîne. Eşkere ye ku çareserkirina pirsa çekan gavek baş e, lê nayê mana çareseriya pirsa Kurd. Çareserkirina pirsa Kurd hê xebat û tekoşîn dixwaze.Em wek Hak-Parji çareseriyek mayînde alîne û xwedan hizr û raman in. Diyare ku, eslê xwe de ji bo çareseriyê miletê Kurd xwedan maf e. Gelê Bakûrê Kurdistan wê çarenûsa xwe binîvisîne.
 

Gele Kurd li her parçeyî demeke dûr û dirêje ji bo azadiya neteweyî bi şeweyek bê hempa ditekoşe. İroj, Rajavayê Kurdistan gele Kurd ji herdem nêziktirê azadiya xwe ye. Sistema zordar ya Bees rojên xwe yên dawî dijî, baweriya me ewe ku demek kûrt de wê bê rûxandin. Em bi baweriyek zanyar, bi helwestek piştrast piştevaniya birayên xwe yên rojava dikin.Em wek Hak-Parhêvidarin ku, hemû hêzên Kurd demek nezîk de di nav refên hevkar de bêtin cem hev û dû. Em bi yeqînin ku yekîtiya hêzên rojavayê Kurdistan wê bigêhe statuyeke peşkevtî, ev jî destkeftina hemû milete Kurd e. Hewceye û erkek neteweyiyê ku Kurdên rojava xwe ji şerên nav xwe bi parêzin, di qada nav dewletî de yek dengiyek destxin.

Partiya me bi çavek biradostî li rûdanên rojhilatê Kurdistan dinirxine û çaverêye ku hêzên neteweyî yekîtiya nav xwe qewî bikin. Li himber sistema dagirker ya İranê tekoşînek hevgiradayî bidomînin. Divê demek kin de Îranê de daleqndina ciwan û siyasetmedarên Kurd bê sekinandin û hemû hêzên Kurdistan kiryarên li Îranê diqewimin şermezar bikin. Di hêla dî de, em piştgiriya daxwezên neteweyî yên rojhilata Kurdistan dikin û tekoşîna wan ya rewa li gel wan in. Em bawermendin ku gele rojhilat di rêya tekoşina destxistina mafên neteweyî de wê serkeve û li ser axa Kurdistan bibe xwedanê statuyek bi rûmet.

Em wek Hak-Parli her parçeyê Kurdistanê destxistin û tekoşîna netewa Kurd xwedî derdikevîn, gor derfetên xwe ditekoşîn. Em bi rûpelên reş û sipî yê xwe ve li dîroka xwe xwedî derdikevin. Ji bona ku dîrok pêşiya me ronî bike, divê em jê dersê werbigrin. Em ku xwedanê pêşerojê gelê xwe ne ji nirx û bayêxên gelê xwe hêz werdigrin, radigihînin ku bi vê hêzê ve dijî hemû kar û pêşveçûnên xirab radiwestin. Bi gor baweriya me divê ciwan mesûliyeta xwe bizane, erkê xwe cih bi cih bike, bibe xwedanê bîrê azad, helwestê rast û durist nişan bide. Divê ciwan bi riwangeha şoreşgeriyê ve pêşwaziya bûyeran bike. Duwarojê de divê ciwan dijî hemû tundûtijiyê derkeve û îcaze nede ku biyanî bandor li ser îradeya wî dabîne.  
 

Rewşa heyî me li jorê nirxandî, divê em bizanin ku pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî û perwerdeyî ya li hember ciwanên Kurd, ji hev nayên cudakirin. Sîstema heyî, polîtîkaya asîmîlasyonê bi aşkere li hember ciwanên Kurd bikartîne. Ciwanên Kurd ku li metropolan, bajaran û gundan dijîn, rastî polîtîkayên zilm û zordariyê yên cuda cuda dibin. Dewletên dagirker bi van polîtîkayên xwe dixwazin ku ciwanên Kurd ji têkoşîna gelê xwe dûr bikeve, tenê berjewendiyên xwe yên şexsî biparêze. Dewletên dagirker; bi zanetî ciwanên kurd, ji fêrbûnê, perwerdeyê û hilgirtina berpirsyariyê, ji jiyana tendirustiya kargerî dûrdixin. Dixwazin ciwanên Kurd fêrî jiyaneke bê mane û maceraperest bikin. Ev jî dibe sedema dûrketina ciwanan ya ji pêvajoya siyasî û civakî.

Zarokên Kurd hêj di dema dibistana serekî de bi zimanekî biyanî dest bi perwerdehiyê dikin û di dema ciwaniyê di nav jiyana civakî de ji ber nedîtina perwerdeha bi zimanê zikmakî, tûşî gelek pirsgirêkên civakî dibe. Ev pirsgirêk di dema xwendina zanîngehê de jî kûrtir dibe. Ciwanên ku zimanê xwe yê zikmakî bikar neyne; ji xwe, ji dîroka xwe û ji mirovahiyê dûrdikeve.

Di encamê de derdikeve holê ku di nav jiyanê de zimanê zikmakî mafekî dest jê nayête berdanê ye.
 

Rêzdar Dîwan

Mêvanên birûmet

Piştî ku me li jor behsa rewşa giştî ya gelê Kurd û welatê wî Kurdistan kir, em dixwazin pêşniyarên çareserkirina pirsa Kurd yên Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê bînin ziman. Berî her tiştî divê bê zanîn ku HAK-PAR ji damezrandinê û heta niha dixwaze pirsgirêka Kurd bi rêya aşitî(hêminî) û demokratîk çareser bike.

HAK-PAR ew partiye ku li Tirkiyeyê cara yekem di xebata legal de bo çareseriya pirsgirêka Kurd modela federasyonê kiriye bingehê bernameya xwe. Bi vê taybetmendiyê li ser daxwazên xwe her dem bi biryarî tevgeriyaye. Lê mixabin, di rewş û zirûfên heyî de ev bîr û hizr bi asteke ku jê tê hêvîkirin, di nav gel de belav nebûye.

HAK-PAR partîyekî plûralîst, guherînxwaz, demokratîk û azadîxwaz e û rêbazên hiqûqa gerdûnî referans digire. Xwedî li mîrat ê têkoşîna neteweyî, demokratîk û aşîtîxwaz a gelê Kurd a 40 salên dawî derdikeve û xwe yek jî wêrisê vê kevneşopiyê dibîne.

Perspektîfa ciwanên HAK-PARê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkê, Federasyon e. Ev jî bi 3 qonaxan pêktê.
 

1-  Rûbirûbûna bi ser boriyê, aramkirina pêvajoyê û ji tund û tûjiyê bi dûrketin;

a) Qebûlkirina xeletiyan,

b) Rûbirûbûn bi ser boriyê,

c) Demokratîkkirina sîstema perwerde û hiqûqê,

d) Astengiyên ku li pêşiya zimanê Kurdî, bêne rakirin,

e) Lêborîneke giştî bê derxistin,

f) Bi zûtirîn wext, dest ji çekan bêne berdan,

g) Di zûtirîn wext de sîstema cerdevaniyê bête rakirin,

h) Destê artêşê ji nav asayîşa navxweyî bêtê derxistin,

i)  Kesên ku bi destêzorê ji cih û warên xwe hatine derxistin, ji bo vegerandina wan gavên pêwîst bêna avêtin,

j) Plana pêşketineke aborî bikeve jiyanê.

2- Statuya zimanê Kurdî, seferberiya demokrasiyê û reforma rêvebirina îdarî;

 

a) Divê statuyeke fermî bo zimanê Kurdî bête naskirin,

b) Beşdariya siyasî pêk bê,

c) Reforma birêvebirina herêmî ya di cih de bête tedbîqkirin,

d) Destûreke demokratîk û pir deng divê bê amadekirin û bikeve jiyanê.

3- Divê Tirkiye di bingehê federasyonê de ji nû ve bê avakirin.

Siyaseta Tirkiyeyê ya 90 salî ku di bingehê haşatî û tunekirinê de bi şiklekî unîter hatiye avakirin, ne pirsgirêka Kurd çareser kir û ne jî demokrasî avakir. Nêzîkî sed sale ev siyaseta ku birêve tê birin, îzbat kiriye ku ji rastiya Tirkiyeyê çiqas dûr e.

Tirkiyê welatekî pirnetewe, pirziman, pir ol û mezhebî ye. Ji bo welatekî bi vî rengî jî sîstema herî guncaw û baş jî Federalî ye.

Tirkiyê bi sîstema federaliyê wê demokratîktir û seqamgîrtir bibe.

Federalîzm di nava yekîtiyekî de hewandina pirrengiyê ye.

Di sîstema federaliyê de mafê bingehîn û azadiya hemû ol û kêm netewan, bi destûra bingehîn têne mîsogerkirin.

 

Mêvanên birûmet

Bê guman rola ciwanan di nav civaka Kurd de gelek girîng e. Ciwanên Kurd di têkoşîna neteweyî de her dem di rêza pêşiyê de cih girtine. Ciwan hêzeke dînamîk û pêşeng in. Girîngiya vê konferansê jî ji ber vê çendê ye. Armanca vê konferansê ew e ku di nav meydana siyasî ya Kurdan de polîtîka û bîr û rayên cuda cuda bêne cem hev. Herweha, bidestxistina encameke erêni ku ji berjewendiyên neteweyî re xizmet bike.

Em, bi ferq û cudahiyên xwe ve hene û divê em ji hev têbigehin. Em dikarin xewna gelê Kurd; yekîtiyê pêkbînin. Ji bo vê yekê jî em berjewendiyên neteweyî daynin pêşiya hemû berjewendiyên îdeolojîk û rêxistinî.

Divê bê zanîn ku me ev pirsgirêk ji xwe re kiriye xem û emê çareserbikin. Di vê tekoşînê de kesên ku berjewendiyên xwe yên şexsî û îdeolojîk di pêşiya berjewendiyên neteweyî de bibînin, wê hebin, lê divê em guh nedin wan.

Bi ya me pirsgirêka herî sereke ya li pêşberê tevgera siyasî ya Kurd ku divê bi lezgînî bê çareserkirin, yekîtî û hevkarî ye. Lewra, em dizanin ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navneteweyî ye, ji ber vê taybetmendiya xwe jî ne mimkun e ku ji aliyê rêxistinek an jî xeteke siyasî ve bête çareserkirin. Divê em hêzên xwe bikin yek, li ser rastiyên hevbeş em kar bikin û em vê yeke nîşanî dost û dijminan bidin.

Bi vê minasebetê, spasiya xwe pêşkêşî hemû beşdarên vê konferansê û ew kesên ku keda wan di amadekariyên vê konferansê de heye, dikin û serkeftin dixwazin.

 

26-27.04.2013

Sidar Avcı
Ser Navê Baskê Ciwanan a Navendî ya
Partiya Maf û Azadiyan

---------

 

Lezgin Yiğitel:

ZANYARIYA (MEJIYÊ) NETEWEYÎ

Birêz dîwan,
Serokên Hêja yên Tevgera Kurdistan,
Mevanên ezîz,
Kedkarên çapemeniyê, we hemûyan ser navê ciwanên Partiya Maf û Azadiyan ji can û dil slav dikim. Ji Bakurê Kurdistan ji bo her parçeyên Kurdistan slavên biratî, hevaldostî…
Encama Konferansa Ciwanên Kurd li hemû Kurdistaniyan piroz be.

Hêjano, xweşkno, birano, biradostno…

Netewe bi çand, ziman, erd, tarix û hevjiyana kesayetek xwerû pêk te. Ev şertên neteweyî li ser pêçandina jiyana kes û kesayetan jî tesirên xwe heye. Têgeha neteweyî, hişmendiya welatperwerî ji bo kemilandina mejîyê neteweyî pewistiyên girîng in. Pêdiviya nasnama neteweyî, ji berpirsyariyek dîroka xwe, ji zanîna ziman, firqbûyîna çand xwe, rûmet zanîna axa xwe tê.

Cihê gotine ye ku, zanyariya neteweyî jî bi kamiliya hestên neteweyî û tegîhiştina merc û zirufên netewêye re rasta rast girêdayiye. Hestên neteweyî di heman wextê de berpirsyariyek civakî, barhildana pirs û pirsgirekên miletê ye.

Xebatên pêşxistina civakî, serhildanên li himber bandûra li ser netewê, tekoşîna ji bo welat û civakek azad bi nasnama neteweyî re gelek hevgirêdayiye. Her miletek bi rûmeta ziman, çand, qedirzanîna axa xwe pêşketiye, di nav cîhanê de deng vedaye. Heman demê de pêşpevebirin û peşvaçûna nasnama neteweyî hêjayiyek kevneşopiye. Mejiyê neteweyî peşxistina civakê, çareseriya pirsgirekan de hewldanên bê hempa, temsîlkariyê de qedr û rûmet, xebatê de zelalî, jêhatînî, zîrekî ye.

Bibîranîn û xwedî lê derketina bav û kalan, hejayiyê tevgera Kurd re îxtîram, rêzgirtin li hêjayên axê jî hestên neteweyî ne.

Şik nine ku remz û dezgeh jî, di pêşvebirina hest û zanyariya neteweyî de cîhek xwe yên qedirbilind hene.
Zanyarî û têgehek neteweyî xwedî lê derketina remz û ala neteweyî, bi tarix û erdnigarî, hevgirêdanên bi çand û hunera civaka xwe ye. Perwedekariyek bi diroka neteweyî ve girêdayî jî, pergalek hêri girînge jibo mejiyê neteweyî.

Her weha zaningeh, dibistan, lijneyên çand, huner û dirok, çapemenî, weşan, televizyon, partî û gelek dezgeh, di peydabûn û pêşvabirina zanyariya neteweyî de xwedan rolek gelek mezin in. Helbet civak û malbat jî di vî warî de xwedan rol in. Şik tune ku ev dezgeh, sazî û halet ji bo pêştabirina hestên neteweyî rê û olaxên guncav in.

Wek tê zanîn her miletêk xwedan dewlet bone ya pêşbirina zanyariya neteweyî bi rê û olaxên zanistî, rê û dirbên nûjen kar tînin. Dezgeh û saziyan ava dikin. Bi vê rêyê nifşên nû perwerdedikin, bo gihandina wan hewl didin, wan digihîşînin.

Bê guman mejiyê neteweyî heman demê de ji bo civatek pêşketî, jiyanek bi rûmet jî hewcederiyek e. Kesayetên bi hestên neteweyî hatibin hunandin, ew ji bo pêşxistin û dewlemendkirina civakê jî gelek hewcedariyên erênî cîh tînin.

Hişmendiya çandî, civakî, xwedî lê derketina erdnigarî, ziman, dirok, kevneşop û hejayiyên welat. Hurbûn û têgîhaştina Nasnama Neteweyî. Her babet, her mijar eynî wextê de cîhbicîhkirina mejiyê neteweyî de pergalên pêşketî, dersên girîng in.

Rêk û pêkkirina civakê, paşêrojek serbilind û pêşketî di hembêza zanyariya neteweyî de mezin dibe. Nabe ku welat an dewletêk ji hestên neteweyî û hişmendiya parastina civakê dur bikeve an van hestên hêja bêrûmet nav bike.

Jiyanbariyek rêk û pêk, hişmendiyek nasnameyek pêşketî, têgehek serkeftî ya neteweyî perwerdekirina nifşen nû ve, pêşî lêvekirina ciwanan ve girêdayiye.

Dehatû û rojên bê ya ciwana ye. Ciwan paşeroja welat û dewletan in.


26-27.04.2012
Lezgin Yiğitel
Ser Navê Baskê Ciwanan a Navendî ya
Partiya Maf û Azadiyan

-------

 

Aziz YILDIZ
ÇIMA KURD NEBÛN DEWLET?

Birêz dîwan,
Serokên Hêja yên Tevgera Kurdistan,
Mevanên ezîz,
Kedkarên çapemeniyê, we hemûyan ser navê ciwanên Partiya Maf û Azadiyan ji can û dil slav dikim. Ji Bakurê Kurdistan ji bo her parçeyên Kurdistan slavên biratî, hevaldostî…

Hêjano, xweşkno, birano, biradostno…

Sedsala borî rudanên qewîmîn him sînoran guhartin him jî gelek derfetên nû deranîn. Hilweşendina imparatoriyan an jî vekişandinên ji deverên metinger, rêlêvekir ji bo dewletên nû. Heman deme de miletên ji dewlet pê par hewldan, tekoşiyan da ku bibin dewlet. Di nav alozî, şer û pevçûnê de tixub nûbûn. Desthilatdariyan dest guhart. Li rojhilata navîn, Efriqa û Li Ewrop dewletên nû ava bûn. Erdnigariya Cîhanê bi taybetî ya gelek deveran ji nû ve hat plankirin. Dewlet û desthilatdariyên nû derketin holê.

Wek tê zanîn li cîhanê, piştî herdû şerê mezin ( Şerên Cîhanê yekemîn û duyemîn) derketin û avabûna dewletên nû, ji bo destpêka hewldanên civakî, xwestekên netewekar bûn derfetên nû. Ev pevajoya herdu şerê cîhanê û hewldana gelan tesirên gelek erênî li ser axa cîhanê kirin. Ji sedemên guhartinan û tixubên nû gelek dewlet jî, serdestiyên xwe yê heyî wendakirin. Meriv dikare bêje ku bi taybetî Rojhilata navîn ya ku Kurdistana qedîm jî di navde ye, seranser hat guherandin, sinor û tixub ji nûve hatin çixizandin. Kurdistan berî, 1639’de bi paymana Qasrî- Şîrin hat du parkirin. Di bin tesîra peymana weşartî ya bi navê sykes-picot (1916) desthilatdariya Îngilîstanê û Fransayê hat pesendkirin. Ku ev peyman misogerbûna hilweşandin û ruxandina Împaratoriya Osmaniyan e. Herdu dewletên emperyal ( Fransa û îngilîstan) bi desthilatdariyên xwe yên li herêmê li ser axa erebîstanê gelek dewletên nû ava kirin. Heman pevajoyê de (1923) bi peymana Lozan, ku wek bermayiyê Osmaniyan, tixubên Komara Tirkiyê destnîşan kiriye, di heman demê de erdnîgariya Kurdistanê jî çar parçe kiriye.
 

Sala 1924’an ji bo Neteweya Kurd destpêka êş û zêrandinê, destpêka serhildan û berxwedanê ye. Kurdistan seranser çar parçe ye, her parçe di bin desthilatdariya dewletêk cihê de ye. Wek Tirkiye, Îran, Irak û Suriye. Berjewendiyên Îngilîstanê û Fransayê li gel Rejima Îran, Rejima Tirk rê nedaye Dewletêk Kurd. Tundî û dijberiya herdu rejmên zordar wek Tirkiyê û Îran tesîrek nehênî li ser dewletbûna kurdan peyda kiriye. Di seri de Tirk û Fars, piştre jî Ereb nexwestinê û razî nebûne ku miletê Kurd bibe xwedan dewlet an li ser axa ku dije bibe xwedan maf.

Miletê Kurd di her parçeyî de, li himber pêsîrtengî û çeperbûyîna xwe bi aramî tekoşiya, ji bo çarenûsa xwe ya siyasî di nav lêgerînê de lebitî. Qeyd û bendên her çar parçê Kurdistanê mixabin her tim tekoşîna azadiya miletê Kurd zehmettirîn kir, kar û barên wî zêde kir.

Hêlêk de hêzên emparyal, hêlêk de dewletên dagirker, wek Tirkiye û Îran hewldan û lêgerînên dewletbûyîna miletê Kurd fetisandin, têkbirin. Destwerdî û dijberiya dewletên dagirker di her parçê Kurdistanê serhildanên neteweyî binxist û bêtesîr hişt. Dewletên ku Kurdistan dorpêçkirin û wî din bin bandorê de girtin her weha hewldan û xebatên tevgera Kurd bi zilm û zorê pelçixandin. Ji bo pêşilêgirtina hewlên kurdewarî gavên qîret avêtin, di her warî de astengiyan derxistin pêşî miletê Kurd.
 

Gelek caran welatên dagirker, ji bo vemirandina hestên Kurdewar, hilweşandina tevgera Kurd bihevdû re hevpeyman çêkirin, li gel hevûdu êrîş anîn ser Kurdan. Sedemên çêkirina pakt û peymanên nav xwe gavên li himber tevger û destkeftinên Kurdane.

Helbet parçebûyîna Kurdistanê tevgera Kurd qels kiriyê, destê dorpêçkirên Kurdistanê jî xwert kiriye.
Ev du sed salên borî tarîxa Kurdistanê bi serhildan û berxwedanên neteweyi ve tijeye. Ger vê qasî şert û zirûfên Kurdistan, ji bo serketinek dirokî rê ne da miletê Kurd.

Meriv dikare bêje ku parçebûna Kurdistanê herî astengek girîng, sedemek mezine ji bo ne dewletbûyîna wê. Hezar mixabin hemû cîranên Kurdistanê, dewletên dagirker û bindestxistiyên parçekî Kurdistanê bûn. Ev bone jî, piştevanî û hêzdayîna navdewletî ya li gel tevgera Kurd bi şêweyek negatîf tesîr kir.

Parçebûyîna axa Kurdistan, ji bo yekhêzî û yekdestîya neteweya Kurd jî xwedan astengeke. Hêla dî de ji boneya parçebûyîna Kurdistanê hêzên welatparêz her parçeyî de di warê pêşketinan û xwe bi rexistinî de re û olaxên hevkariyê, piştgiriyê nedîtin. Parçebûna Kurdistanê di aliyek de Tevgera Kurd û hêza wî qels kir, aliyê dî de dorpêçên Kurdistan, dewletên dagirker li himber Kurdan dest xwert kir.

Qelsî û bêtefaqiya Kurdan, ne yekdestî û parçebûyîna Kurdan ji bo ne dewletbûyîna Kurdistanê faqtorên gelek girîng in. Tunebûna piştevaniya navneteweyî û piştgiriya dewletên mezin jî, ev çarenûsa Kurdan de rolek nehînî leyîstiye.

Em serbilind û kêfxweşin ku sedsala 21’an de derfetên nû derket peşî miletê Kurd. Parçeyek Kurdistan, Başûrê Kurdistan desthilatdariya xwe destxist. Bextewarî û serfirazî dişopînîn ku bi dezgeh û saziyên xwe roj bi roj peşva diçe. Azadiya xwe qeyîm (qewî) dike. Ev guherandina çarenivîsa Kurdistan astek dirokî, pêngavek gelek giranbûha ye. Şik tune ku her parçê Kurdistanê bi vî derfetî, piştrast û serbilindin.


26-27.04.2012
Aziz Yıldız
Ser Navê Baskê Ciwanan a Navendî ya
Partiya Maf û Azadiyan

Yekbun Eren:

CIWAN, BÎR Û BAWERIYA NETEWEYÎ
Birêz dîwan,
Serokên Hêja yên Tevgera Kurdistan,
Mevanên ezîz,
Kedkarên çapemeniyê, we hemûyan ser navê ciwanên Partiya Maf û Azadiyan ji can û dil slav dikim. Ji Bakurê Kurdistan ji bo her parçeyên Kurdistan slavên biratî, hevaldostî…

Dema mirov çavên xwe li dinê vedike xwe di nav malbat û civakekî de dibîne. Bi ziman, çand û hestên wê malbat an civakê mezin dibe. Kesayetiya wî mirovî an wê mirovê bi hemû kodên wê çanda ku tê de mezin dibe têşedigire. Ji destpêka zarokiya xwe û vir de bîr, baweri û hestên wî/wê bi çîrok, stran û destanên ku ew ji derdora xwe dibihîzin tê honandin. Bi kurtasî giyanê wî/wê kesê dişibe rengê giyana wê civakê.
Têşegirtina giyanî ya wê civakê ku em li vir bi wateya neteweyê bi kar tînin jî di nav pêvajoyeke dîrokî de û bi afirandinên her takekesa an takekesê wê civakê pêk tê.
Ango civak û takekes bi awayekî rasterast û bi du alî li ser hev xwedî bandor in û her tevgereke di aliyekî de, guhartineke erênî an neyênî li ser aliyê dinê pêk tîne û ev yek veke çerxekî û bê navber didome.
Her neteweyek li gel têşegirtina giyanî ya dîrokî; xwedî çand, ziman, dîrok, bazar, welateke xweser û hevpar e. Ev hêman hîmên neteweyan in. Netewe bi wan hene û hebûna xwe didomînin.
Ji ber vê yekê ye ku dema desthilatdarên ku dixwazin neteweyekî bixin bin desthilatiya xwe êrîşî wan hêmanan dikin.
Mirov dikare bibêje ku neteweya kurd jî îroj bi vê rastiyê re, rû bir û maye. Neyarên gelê kurd, li aliyekî welatê kurdan dagirkirine û li aliyê din jî êrîşê hemû nîrxên wan dikin. Ev êrîş him bi awayekî fizîkî û him jî bi polîtîkayên asîmîlekirinê pêk tê.
Bi sedan salan e ku kurd, li welatê xwe li himberî hêzên dagirker têkoşîneke bêhempa didin da ku li ser axa xwe bi rûmetî û di nav azadiyê de bijîn.
Ev têkoşîn, îroj li parçeyekî welat ango li başûr gihiştiye konaxeke serkeftî û li başûrê biçûk hêviya azadiyê geştir bûbe jî mixabin li parçeyên din rewşa gelê kurd neguheriye.
Ji bo ku ev rewş biguhere, ji bo ku em kurd li ser axa xwe wek hemû gel û neteweyên din ên cîhanê li welatê xwe, di nav azadî û aramiyê de bijîn, divê em têbikoşin.
Şik tune ye ku di têkoşîna azadiya gelê kurd de li gel aliyên civakî yên din, roleke mezin a ciwanên kurd ên welatparêz heye. Ciwanên welatparêz, bi ked, enerjî û berdêleke mezin xwedî li doza gelê kurd derketine.
Ya xwezayî jî ev e. Ji ber ku ciwan perçeyekî vê civakê yê herî zînde, çalak, azadîxwaz û ji guhartinen re vekirî ne. Têkoşîna wan a li himberî dîlîtî û bindestiyê, yek ji taybetiyê karekterên wan e.
Hêzên dagirker ên ku Kurdistanê di nav xwe de parçe kirine, ji ber ku van taybetiyên ciwanan dizanin; wan ji xwe re dikin hedef. Di qadên têkoşînê de bi piranî ciwan rastî êrîşan tên; tên kuştin, darizandin û girtin.
Li gel van êrîşan; hêzên dagirker, polîtîka û projeyên taybet û asîmilasyonîst diafirînin da ku bi gelemperî gelê kurd û bi taybet jî ciwan û zarokên kurd him ji nirxên neteweyî û him jî ji tevgera azadîxwaz a Kurdistanî dûr bixin. Ew bi hemû hêz, derfet û dezgehên xwe hewl didin ku ev polîtîkayên wan bi ser bikevin û ciwanên kurd apolîtîze û asîmîle bibin. Bi gotineke din ji kesayetiya xwe dûr bikevin.
Niha peywireke girîng li ber ciwanên kurd heye. Ya em ê li himberî van polîtîka û hewldanên hêzên dagirker serî deynin, ji rastiya xwe dûr bikevin û jiyaneke di bin nîrê koletiyê de bipejirînin, yan jî em ê xwedî li doz û nirxên gelê kurd derkevin û heta ku em welatê xwe ji bin nîrê koletiyê rizgar bikin têbikoşin.
Ev jî têrnake, divê yên biryara têkoşînê dane; divê li hemû hêjayiyên gelê xwe jî xwedî derkevin û di jiyana xwe de bijîn. Divê ew derfet nedin hêzên serwer ku di serî de ziman, çand û hunera kurdî qels bikin û ji holê rakin.
Divê ciwanên kurd ên welatparêz, zimanê kurdî di hemû qadên jiyanê de wek zimanê sereke bi kar binîn, nas û hevalên xwe motîve bikin da ku ev jî fêrî kurdî bibin û bi kurdî jiyana xwe bidomînin.
Helbet bi saya navgînên ragihandinê ku îroj pir bipêşketine, hemû çandên li cîhanê bi hev didin û distînin û bi vê yekê, li gel dînamîkên din çand diguhêrin û pêşvediçin. Lê divê em ciwan, li gel aliyên din ên gelê kurd, xwedî li çand û hunera kurdî derkevin û hewl bidin ku ev çand û huner li himber çanda neteweyên serdest û çanda împeryal a paşverû nehele û têk neçe.
Divê em ciwanên kurd, xwe binasin. Dîroka gelê kurd, bi hemû aliyên wê ve bizanibin û jê sûd wergirin. Kêmasiyên xwe yên dîrokî li ber çavan bigirin û xwedî li destkeftî û tecrûbeyên dîrokî derkevin.
Wek me li jor jî anî ziman, ciwan, aliyê herî çalak û guherînxwaz ê civakê ye. Ji bo ku çanda demokrasî û xweşbîniyê di nav gelê kurd de bi cih bibe; roleke mezin dikeve ser ciwanan.
Tê zanîn ku gelê kurd ji çîn û tebeqeyên civakî, ol û baweriyên cuda cuda pêk tê. Li gel gelê kurd, li Kurdistanê kêmneteweyên din jî dijîn. Her wiha di nav hemû aliyên civakê de jî nevekheviyek heye û her yek ji me xwedî tercihên cuda cuda yên polîtîk e. Ji ber ku em hemû aliyên civaka Kurdistanê bi hev re di nav aştî û azadiyê de bijîn, hevdû neêşînin û wê ahenga nav xwe xirab nekin, roleke mezin dikeve ser me ciwanan jî.
Dîsa, tê zanîn ku di serdema em tê de dijîn de, ew gelên ku girîngiyê didin zanyarî, perwerdehî, teknolojî û endustriyê her tim pêş ve diçin û rewşa jiyana xwe hîn baştir dikin. Divê em ciwanên kurd jî, li gel têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê xwe perwerde bikin, di warê zanyarî û teknolojiyê de xwe pêş ve bibin da ku gelê kurd ji tarîtiya kolonyalîzmê û kevneşopiyê rizgar bikin û nêzî civakên xwedî jiyaneke bi rûmet bikin.
Divê em bizanibin ku yên li welatê me derfetên jiyaneke bi rûmet biafirîne em niştecihê vî welatî ne. Ger em, di hemû qadên jiyanê de sazî û dezgehên civakî avanekin, xwedî li hev dernekevin, ji bo wan xirabiyên ku sîstemên dagirgeriyê bi xwe re aniye ji jiyana xwe dernexin û tovê jiyana ku di xewnên me de ji îroj ve neavêjin; dê kesekî din neyê û van kar û yên wek wan kara neke.
Hevalên hêja, keç û xortên Kurdistanê, em xwedî xewnên xweş in, ger em bi bîr û baweriya neteweyî û gerdûnî tevbigerin, mil bidin hev û xwedî li hev derkevin dê ev xewnên me rojekê zûtir pêk werin.
Bi hêviya pêk hatina xewnên azadiyê bimînin di xweşiyê de.


26-27.04.2012
Ser Navê Baskê Ciwanan a Navendî ya
Partiya Maf û Azadiyan
( HAK-PAR )

 

-------

 

Yusuf DEMİR:

Birêz dîwan,

Serokên Hêja yên Tevgera Kurdistan,

Mevanên ezîz,

We hemûyan ser navê ciwanên Partiya Maf û Azadiyan ji can û dil slav dikim. Ji Bakurê

Kurdistan ji bo her parçeyên Kurdistan slavên biratî, hevaldostî…

Îro li Suriyê şerê navxweyî heye. Bayê guhartinê, navçeya Rojhilata Navînê daye ber xwe, li Suriyê renge şere navxweyî girtiye. Rejima BAAS a şoven û kevneperest, ji bona ku peşîya xebata gelên Suriyê ji bo azadî û demokrasiyê bigre, bi hovane êrîş dike ser dijberên xwe. Bi tank û top û firokê gund û bajêr bombebaran dike. Bi sedan gund û bajar û bajarokên vê welatî vîran bûne, bi milyonan însan ji ber êrîşa hov a rejim û şerê navxweyî welatê xwe terk kirine û di welatên cinaran da bûne penaber. Bê guman yek ji sedemên rewşa hanê ya Suriyê, bê halwestiya welatên Rojhilat e. Welatên Rojhilat hêşta jî amade nîne piştgiriyeka xurt li dijberên rejîma BAAS bikin. Sedemeka dinê jî halwesta opozîsyona Suriyê ye derheqa pirsa Kurd da. Bernameya dijberên rejîma BAAS a Ereb derheqa pirsa Kurd da diyar nîne. Ev yêka hanê jî dibe sedema pêknehatina hevkariyê di navbera tevgera netewîya Kurd û opozîsyonê da.

Kurdên Rojava, ku bi salan e ji bona mafên xwe yên netewî û demokratîk dijî rejîme BAAS xebat kiriye û gelek qurbanî daye, ji rewşa heyî ya Suriyê sud wergirtiye û di zirufeka azad da dijî. Lê belê gelek xalên lawaz heye, ku metîrsî li ser vê azadiyê pêktine. Yek ji wan xalan nebûna hevkarî û tevkarî û hevdengî û hevhalwestiya bi hêz di navbera hêzên welatparêz da ye. Ya dinê jî mixabin pêyvendiya tevgera welatparêzên Rojava bi oposîzyona Ereb ve bi qasî pêwîst bi hêz nîne.

Em wekî xortên Kurdistana Bakur ji hêzên welatparêzen Rojava daxwaz dikin, ku hevkariya xwe him di nav xwe da him jî ligel hêzên demokrat û pêşverûyên Suriyê bi hêztir bikin. Em her usa ji wan daxwaz dikin, ku xalên Peymana Hewlêrê ci be ci bikin. Daxwazên me ji xortên Rojava jî ev e ku di xebata azadî û demokrasiyê da çalaktir bin û zext li hêzên siyasî bikin, daku hevkarî û yekitiya xwe bibine pêş û bi gor xalên Peymana Hewlêrê tevbigerin.


26-27.04.2013
Yusuf Demir
Ser Navê Baskê Ciwanan a Navendî ya
Partiya Maf û Azadiyan
( HAK-PAR )

 

 

Bu Makele5694 Kez Okunmuştur
Last Updated on Monday, 01 July 2013 12:36