......
Türkçe (Türkiye)KürtçeEnglish

E-UYELİK SİSTEMİ

SEÇİM BİLDİRGESİ

mod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_counter
mod_vvisit_counterBugün3776
mod_vvisit_counterDün15149
mod_vvisit_counterBu Hafta18925
mod_vvisit_counterGeçen Hafta45976
mod_vvisit_counterBu Ay119901
mod_vvisit_counterGeçen Ay166113
mod_vvisit_counterTüm Zaman5835600

We have: 124 guests, 2 bots online
Senin IP no:: 3.215.182.36
 , 
Today: Dec 16, 2019

Divê 24ê meha dehan wek roja mamostan neyê pîroz kirin PDF Print E-mail
Monday, 25 November 2019 12:50
AddThis Social Bookmark Button














Roja Mamostên Dinyayê ya ku, wek Roja Mamostan ya Navnetewî tê zanîn di 5ê meha dehan da bi çalakîyên cur be cur va tê pîroz kirin. Wek tê bibîranîn, bi banga UNESCO va li Parîsê Konferansek pêkhatibû, ew ‘‘Konferansa taybetî ya di navbera Hukumetan da li ser Statuya Mamostan’‘ di 5.10.1966 an da dawî hatibû. Di dawîya konferansê da, pêşniyaza UNESCO (Rêxistina Yekitîya Miletan ya Perwerde, Zanist û Çandê) û ILO (Rêxistina Kar ya Navnetewî) ‘‘Pêşniyaza Statuya Mamostan) bi yekdengî hate pejirandin. Ji ber vê jî li dinyayê gelek deveran her sal roja 5ê meha dehan wek (Roja Mamostan ya Navnetewî) tê pejirandin. Lê çi heye ku, hinek dewletên ereban roja 28ê şibatê, Turkîya jî 24ê cirîya pêşîn wek roja mamostan dipejirîne. Li Turkîyayê pîroz kirina 24ê cirîya pêşîn, kewneşopîya faşizma 12ê Ilonê ye. Çewa ku tê zanîn, cuntaya leşkerî xwe wek ‘‘Kemalist’‘ eşkere kir û bi balkêşî tevaya ideolojîya xwe gorî wê li darxist. Sedema wê jî ew e, ku Mustafa Kemal di 24.10.1928 an da xwe wek ‘‘Mamostê Sereke ji bo Dibistanên Milet’‘ nîşan dabû. Ji ber vê jî, bi ideolojîya fermî va li hevhatî, navê ‘‘Ataturk’‘ di edebîyatê da wek ‘‘Mamostê herî pilebilin’‘ cîhê xwe girtîye û ketîye di gişt pirtûkên dersan.

 

 

Çewa ku tê bibîanîn, di 12ê Ilonê 1980 da cunta Kenan Evren bi deh hezaran va kedkarên perwerdê avêtibû girtigehan, dema xwe di zîdanan da derbas kirin. Di salên heftêyî da ji dusedhezarî zêdetir endam û şeşsed û pêncî şaxê rêxistina mamosteyan ya pêşeyî TÖB-DER (Komela Hevgirtin û Alîkarîyê ya Mamostên Turkîyayê) wek rêxistineke ne yasayî, endametîya di bin banê wê da jî wek ‘‘endametîya rêxistineke neyasayî’‘ pejirandin û cuntayê mamosteyên endamê TÖB-DER`ê tijî girtigehan kir û ji îşkenceyan derbas kir. Çi heye ku, rejîma darbeyê ew qas ixanet li mamosteyan kir, dîsa jî 24ê meha dehan wek ‘‘Roja ‘‘Mamosteyan’‘ destnîşan kir û gelek mixabin ji wê rojê vir da 24 ê meha dehan wek Roja Mamostan tê pîroz kirin. Partîya Maf û Azadîyan dibêje, ku divê mamosteyên ku, wek wergirên dilê zarokên me têne zanîn, gernas, fedakar û cefakêş vê roja bermaya darbeyê wek roja mamostan nepejirînin.

HAK-PAR; tekoşîna ku ji bo destxistina mafê karberdanê, bi tevayî peymana kar girêdanê, sendîqa, yên ku zêdetir feyda kedkarên zanist û perwerdê tê da hene, mafdar dibîne û piştgirîyê dide wan.

Divê rêxistinên mamostan 24ê meha dehan red bikin, bîranîna 24ê meha dehan ya ku afirandina rêveberîya nijadperest û faşîst e, pêk neynin. Divê 24ê meha dehan ya ku afirandina generalekî ku, ji ber darbeya leşkerî, ya ku wî kiribû, rutbeyên wî ji destê wî hatibûn girtin û bi cezayê idamê va hatibe ceza kirin, bi fermî ji holê bê rakirinê. Dewsa 24ê meha dehan, 5ê meha dehan wek roja mamosteyên me bê pejirandin û bê pîrozkirin, yê watedartir be.

Ji bo di gişt beşên jîyanê da, paqiş kirna şopên 12ê Ilonê û bermayên wê, ji bo jîyaneke rûmetdar, azad û demoqratik, divê mamostên me, rêveberîya zarokên me bikin, paşedema me ronî bikin, nivşên nû wek kesên bi mêjî azad, bi vîyan azad û bi demoqrasîyê va têkildar perwerde bikin.

24.11.2019

BÛROYA ÇAPEMENÎYÊ YA HAK-PA





Bu Makele69 Kez Okunmuştur
Last Updated on Monday, 25 November 2019 13:27