......
Türkçe (Türkiye)KürtçeEnglish

E-UYELİK SİSTEMİ

SEÇİM BİLDİRGESİ

mod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_counter
mod_vvisit_counterBugün2093
mod_vvisit_counterDün2022
mod_vvisit_counterBu Hafta23857
mod_vvisit_counterGeçen Hafta34288
mod_vvisit_counterBu Ay111555
mod_vvisit_counterGeçen Ay186254
mod_vvisit_counterTüm Zaman5661141

We have: 116 guests, 1 members, 7 bots online
Senin IP no:: 34.204.173.36
 , 
Today: Nov 21, 2019

Encamnameya Komcivîna 8an ya Partiya Maf û Azadiyan PDF Print E-mail
Wednesday, 30 October 2019 12:33
AddThis Social Bookmark Button

          

 Encamnameya Komcivîna 8an ya Partiya Maf û Azadiyan

Komcivîna 8an ya Partiya Maf û Azadiyan di 27ê Çiriya Paşîn de li Enqerê li salona Otêla Demontî hat lidarxistin. Di komcivînê de mijarên di rojevê de hatin guftûgokirin, hin biryar hatin dayîn, Meclisa Partiyê û Serokê Giştî yê nû hatin hilbijartin û di vê çarçoveyê de jibo raya giştî ev ancamname hat belavkirin.

Aşitiyek mayende, tenê dikare bi nasîna mafên rewa yê Gelê Kurd pêk were.

 

Li dinyayê û li herêma Rojhilata Navîn ku welatê me jî di nav de ye, ji ber berjewendiyên aborî û sitratejîk yên hin welatên herêmê û hêzên serdest yên navneteweyî roj bi roj herêmê ber bi şer û karesatek mezin ve diherikîne.

Welatê me Kurdistan ku di navenda vê herêmê de ye, herî zêde zerara şer û nakokiyên navbera hêzên serdest dikşîne û ger wisa bidome dê bêtir Kurdistan bibe gola xwînê.

Em wek Partiya Maf û Azadiyan, di wê baweriyê de ne ku çu pirsgirêkek, bi alavên şer û bir ê û rêbazên tundrew nayên çareserkirin, em li dijî şer û tundiyê ne. Her wisa, em di wê baweriyê de ku ji bilî rê û rêbazên aşitiyane, sazgêriya diyalog û danûstendinê, çu pirsgirêk nayên çareserkirin.

Partiya Maf û Azadiyan li dijî şer e.

Di van rojên borî de Dewleta Tirk, bi alîkarî û xwedîlêderketina hêzên navneteweyî ku ji ber berjewendiyên xwe çav kiryarên wê re girtine, dest bi dagirkirina rojavayê Kurdistanê kiriye.

Partiya me bal dikşîne ser wê yekê ku ew sedem û hincetên wan ku dixwazin bikin bingeha meşruyeta hewldana vê dagirkirinê, çu rastiya xwe tune ne. Ev hewldan, hevkarî û tifaqa hêzên dagirker û emperyal e ku dixwazin bi giştî rewşa herêmê û bi taybet jî ya Kurdistanê aloztir bikin, di bin gef û tehdîde bigrin daku bi hêsantir dewlemendiyên herêmê talan bikin.  

Ev kıryar û hewldanên wan ku parçeyek Kurdistanê kirine meydana şerek dijwar, hem li dijî huqûqa navneteweyî ye û her wisa jî li dijî exlaqê gerdûnî ye.

Partiya Maf û Azadiyan, bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê, sazî û dezgehên navneteweyî ku reftarên mafên mirovan in, dike ku tavildest bibin midaxilê pêvajoyê.

Welatê me yê parçekirî ji çar hêlan ve di bin gefê de ye û ger bi lezgînî pêşî lê neyê girtin, gel û nişteciyên li kurdistanê dê carek din bi kiryarên gelek dijwar re rû bi rû bimîne.

Partiya Maf û Azadiyan, carek din dubare dike û bibîr tîne ku divê hemû gel, kêmnetew, hindikahiyên olî û cudahiyên vî erdnîgariyê li Kurdistanê xwedî derkevin.

Divê bê zanîn ku Partiya Maf û Azadiyan, deng û navnîşana hemû reng û dengên cûda, çand û olên pirreng yên li Kurdistanê ye.

Partiya Maf û Azadiyan partiye herkesî ye û deriyê wê ji herkesî re vekirî ye.

Bi vê baweriyê û hestên dostaniyê, Partiya Maf û Azadiyan dê ji nuha û pêve li gor boçûn felsefeya xwe, bê fikar li deriyê herkesî bide û destê biratiyê dirêj bike.

Partiya Maf û Azadiyan, ji bo pêkanîna jiyaneke azad û welateke federal, dê ji nuha û pêve jî bi hemû rêvebir, endam û reftarên xwe ve bi xebat û çalekiyên rasyonel têbikoşin daku ev gel bighişe armanca xwe.

Em hemû bi hev re bihêz in…

Pêkve, bi hev re, li gel hev em ê bêtir bihêz bibin…

Partiya Maf û Azadiyan

27.10.2019

 

Bu Makele247 Kez Okunmuştur
Last Updated on Wednesday, 30 October 2019 13:10