......
Türkçe (Türkiye)KürtçeEnglish

E-UYELİK SİSTEMİ

SEÇİM BİLDİRGESİ

mod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_counter
mod_vvisit_counterBugün2544
mod_vvisit_counterDün4455
mod_vvisit_counterBu Hafta6999
mod_vvisit_counterGeçen Hafta36541
mod_vvisit_counterBu Ay49992
mod_vvisit_counterGeçen Ay162898
mod_vvisit_counterTüm Zaman3599127

We have: 65 guests online
Senin IP no:: 52.91.90.122
 , 
Today: Ara 10, 2018

Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PARê) li Agirî’yê Newroz pîroz kir PDF Yazdır E-posta
Cumartesi, 17 Mart 2018 22:03
AddThis Social Bookmark Button
Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PARê) li Agirî’yê Newroz pîroz kir

HAK-PARê îro li meydaneke bajarê Agirîyê Newroz bi coş û şahî pîroz kir. Mudurîyeta Ewlekarîyê, biryar dabû ku hemû kesên 18 salî û jê piçûktir û hunermendên vexwendî bernedin meydanê. Li alîyê din, hin ciwanên apocî bi bi slogan û teşqeleyên xwe xwestin provokasyona bikin. Terefdarên HAK-PARê rê li ber xirabî û lîstikên wan girtin. Digel astengîyên dualî, ango yên dewletê û terefdarên apocî, çalakîya Newrozê bi xweşî derbas bû.

Serokê Giştî ê HAK-PARê Refîk Koç û rewşenbîr/siyasetvan İbrahim Güçlü, serokê Gruba Dicle Firat Muhittin Batmanlı jî beşdarî şahîyê bûn. Karakoç gotarek pêşkêşkir. Karakoç derbarî wateya Newrozê û giringîya pîrozkirina Newrozê de axifî. Wî her weha li ser rewşa sîyasî ya heyî û hedef û daxwazên HAK-PARê qisekir. Karakoç da xuyakirin ku tenê yekîtî û hevkarîya kurdan dikare wan bigihîne armancên wan ên rasteqîn. Wek HAK-PAR dixwazin ku gelê Kurd bi xebatên bê çek, bê teşqele, bi metodên aştîyane, ji bo bidestxistina mafên xwe yên mirovî û neteweyî têkoşînê bikin. Karakoç got ku Partîya Maf û Azadîyan xwe amade dike ku beşdarî hilbijartinên dahatû bibe, û xwest ku gelê me li Kurdistanê û li metropolên Tirkîyê alîkarîya wan bikin.

Cîgirê Serokê HAK-PARê Fehmî Atmaca jî bi axaftineke kurt, giringîya rojê, rewşa welat û xebatên HAK-PARê de qisekir.

Serokê berê ê HAK-PARê birêz Kamal Burkay jî pîroznameyek şandibû şahiya Agirî’yê. Pîrozname Burkay bi coş û dilxweşî hat pêşwazîkirin.






Bu Makele2433 Kez Okunmuştur