......
Türkçe (Türkiye)KürtçeEnglish

E-UYELİK SİSTEMİ

SEÇİM BİLDİRGESİ

mod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_counter
mod_vvisit_counterBugün2245
mod_vvisit_counterDün4455
mod_vvisit_counterBu Hafta6700
mod_vvisit_counterGeçen Hafta36541
mod_vvisit_counterBu Ay49693
mod_vvisit_counterGeçen Ay162898
mod_vvisit_counterTüm Zaman3598828

We have: 65 guests, 1 bots online
Senin IP no:: 52.91.90.122
 , 
Today: Ara 10, 2018

HAK-PAR Ankara il örgütü Halepçe katliamında yaşamını yitirenleri andı PDF Yazdır E-posta
Cumartesi, 17 Mart 2018 21:56
AddThis Social Bookmark Button
HAK-PAR Ankara il örgütü Halepçe katliamında yaşamını yitirenleri andı

HAK-PAR Ankara İl Örgütü, Halepçe katliamının 30. yılında yaşamını yitirenleri anmak üzere 17.03.2018 tarihinde parti binasında basın açıklaması düzenledi.

Genel Başkan Yardımcısı Hasan Şeşeoğulları tarafından yapılan açış konuşmasının ardından katliamda yaşamını yitirenlerin anısına bir dakikalık saygı duruşunda bulunuldu.

Saygı duruşunun ardından HAK-PAR Ankara üyesi Sidar Avcı tarafından aşağıdaki basın açıklaması okundu.

JI BO RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENİYÊ
“HELEPÇE DI DÎROKA MIROVATIYÊ DE RÛREŞIYEK MEZIN E”

JI SER KOMKÛJIYA HELEBCÊ 30 SAL DERBAS BÛN. GELÊ KURD LI BER ÇAVÊN CÎHANÊ BI BOMBE Û ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATIN KUŞTIN. DI SERÎ DE NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û ENDAMÊN WÊ, DEWLET Û SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ LI HEMBERÎ VÊ KOMKÛJIYÊ BÊDENG MAN. TIŞTÊ KU DIVÊ NEYE JIBÎRKIRIN JÎ EV E KU; MIXABIN EW ÇEKÊN DI KOMKÛJIYÊ DE HATIN BIKARANÎN, JI DEWLETÊN EWROPAYÎ STANDIN.

DI VÊ BÛYERÊ DE DIJMINÊN KURDAN CAREKÊ DIN RÛYÊN XWE YÊN REŞ NÎŞAN DAN. TEVÎ MIRINA BI HEZARAN KURDAN Û ZIRARÊN KU GIHÎŞTIN ÎNSANAN, PIŞTGIRIYÊ DAN KOMKÛJIYA REJÎMA BAASÊ YA NIJADPEREST.

BALAFIRÊN ARTEŞA IRAQÊ, LI SER FERMANA SEDAM HÛSEYN, DI 16Ê ADARÊ 1988AN DE DEST BI BOMBEBARANÊ KIRIN Û 3 ROJAN HELEBÇE Û HERÊMA GERMIYANÊ DAN BER BOMBEYAN. REJÎMA BAASÊ BI WAN BOMBEYAN XWEST KU KURDAN BI KOMKÛJIYEKE MEZIN TUNE BIKE. HER WIHA REJÎMÊ PIŞTÎ BOMBEBARANÊ JÎ GAZA KÎMYEWÎ AVÊT NAVENDA HALEPÇÊ. EV GAZA KÎMYEWÎ YA BIJAHR DI DEMEKÊ KIN DE TESÎR LI SERANSERÊ BAJÊR KIR. XELKÊ HELEPÇÊ KU XWE JI BER BOMBEBARANÊ AVÊTIN KUÇE Û KOLANAN, BI TESÎRA GAZA KÎMYEWÎ BI JEHRÎ KETIN; LI KOLANAN CAN DAN. LI HELEPÇE Û DERDORÊ WÊ, PIŞTÎ BOMBEBARANÊ JI 5 HEZARÎ ZÊDETIR ÎNSAN JIYANA XWE JI DEST DA; NÊZÎ 10 HEZARÎ ÎNSAN JÎ BIRÎNDAR BÛN.

WEK PARTIYA MAF Û AZADIYAN-HAK-PAR EM KOMKÛJIYA HELEPÇÊ WEK RÛREŞIYEKE MIROVATIYÊ DIBÎNIN.

DI WAN ROJÊN REŞ DE TU DEWLET LIGEL KURDAN NESEKINÎ Û LI HEMBERÎ VÊ BÊDENG MAN. EM HELWESTA HANE CIVAKA NAVNETEWEYÎ, QET JIBÎR NAKIN. EW DEWLETÊN KU ÎRO JI XWE RE DIBÊJIN “DEWLETÊN PÊŞKETÎ Û DEMOQRATÎK” LI HEMBERÎ ZILM Û ZORDARIYA LI SER ÎNSANÊN KURD TU TIŞT NEKIRIN Û BI VÎ AWAYÎ PIŞTGIRIYÊ DAN KÛJERAN.

EW CIVAKA NAVNETEWEYÎ LI DÊRSÎM Û ZÎLANÊ LI HEMBERÎ KOMKÛJIYAN BÊDENG MABÛN. EW ÎRO JÎ WEKÎ DOH LI HEMBERÎ OPERASYONÊN LI SER EFRÎNÊ BÊDENG IN.

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û KONSEYA EWLEHIYÊ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ ÎRO JÎ LI HEMBERÎ TELÛKEYÊN LI SER KURDAN BÊXEM E. GAVA DEWLETÊN ROJHILATA NAVÎN LI SER KURDAN LÎSTOKÊN QIRÊJ DILÎSTIN, EW HÊZÊN “DEMOQRATÎK” JÎ MIXABIN KURD BI TENÊ HIŞTIN.

EM WEK PARTIYA MAF Û AZADIYAN, ZILMA DIJMINÊN KURDAN A LI SER KURDISTANÊ ŞERMEZAR DIKIN Û BANG LI DEWLETÊN DEMOQRATÎK DIKIN KU GUH BIDIN DAXWAZÊN KURDAN.

KOMKÛJIYA HELEPÇÊ QET NAYE JIBÎR KIRIN Û EM QET NADIN JIBÎRKIRIN.

EM DI 30EMÎN SALVEGERA KOMKÛJIYÊ DE ŞEHÎDÊN KURDISTANÊ BI RÊZDARÎ BIBÎR TÎNIN.

PARTIYA MAF Û AZADIYAN
ŞAXA ENQERÊ

 

Bu Makele2354 Kez Okunmuştur