......
Türkçe (Türkiye)KürtçeEnglish

E-UYELİK SİSTEMİ

SEÇİM BİLDİRGESİ

mod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_counter
mod_vvisit_counterBugün635
mod_vvisit_counterDün13391
mod_vvisit_counterBu Hafta18481
mod_vvisit_counterGeçen Hafta36541
mod_vvisit_counterBu Ay61474
mod_vvisit_counterGeçen Ay162898
mod_vvisit_counterTüm Zaman3610609

We have: 46 guests online
Senin IP no:: 52.91.185.49
 , 
Today: Ara 11, 2018

16. SALVEGERA DAMEZRANDINA PARTIYA MAF Û AZADIYAN HAT PÎROZKIRIN PDF Yazdır E-posta
Pazartesi, 12 Şubat 2018 17:51
AddThis Social Bookmark Button

16. SALVEGERA DAMEZRANDINA PARTIYA MAF Û AZADIYAN HAT PÎROZKIRIN

 

 

Partiya Maf û Azadiyan ji bo 16emîn salvegera damezrandina  partiyê pîrozbahiyek li dar xist. 

 

 

Ligel endamên partiyê; gelek siyasetmedar û rûspi, xebatkarên çapemeniya Kurd jî bi elaqeyek mezin beşdarî şevê bûn.

 

Serokê Weqfa Riya Azadî û Nivîskar Kemal Burkay, Nivîskar Şakir Epözdemir, Nivîskar û Akademîsyên İsmail Beşikçi,  Serokê Komeleya Piştgiriya HAK-PAR’ê ya Ewropayê Fattah Timur û endamên komeleyê, Siyasetmedar û Helbestvan Talat İnanç, Siyasetmedar Yüksel Avşar û Nivîskar û Helbestvan Celal İnal jî mêvanên şevê bûn. 

 

Di destpêka bernameyê de ciwanên partiyê bi helbestên Kemal Burkay û Eskerê Boyik dilê beşdaran çoş kirin. 

 

Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Refik Karakoç axaftina destpêk kir. 

 

Karakoç di axaftina xwe de balê kişand ser operasyona Tirkiyê ya li ser Efrînê û bang li hikûmeta Tirkiyê kir ku di demekê kin de operasyonê rawestîne û rêz li ber îradeya Kurdan bigre. 

 

Karkoç di dawiya axaftina xwe de ji bo beşdarî û piştgiriya mêvanan sipasiya wan kir. Bang li gel kir ku piştgiriyê bidin HAK-PAR’ê da ku dengê xwe xurt bike. 

 

Serokê Komeleya Piştgiriya HAK-PAR’ê ya Ewropayê Fattah Timur jî di şevê de bang li beşdaran kir. Timar got; Kurd ligel berxwedanê şahîyê jî ji bîr nakin û tu alî jî nikarin hêstên Kurdan têk bibin. 

 

Piştî axaftinan beşdar bi stranên hunermenda navdar Fate Xanê kêf xweş bûn, govend gerandin. 

 

Her wiha ligel şahiyê, ciwanên partiyê ji bo piştgiriya ciwanan kurayê kişandin, diyariyên rengîn dan mêvanan. Di nav diyariyan de helbesta Kemal Burkay a bi îmzakirî jî hebû. Kemal Burkay helbesta xwe ya çarçovekirî bi xwe da. 

 

 

Şev bi stran û govenda beşdaran bi dawî bû.

Bu Makele1049 Kez Okunmuştur
Pazartesi, 12 Şubat 2018 18:37 tarihinde güncellendi