......
Türkçe (Türkiye)KürtçeEnglish

E-UYELİK SİSTEMİ

SEÇİM BİLDİRGESİ

mod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_counter
mod_vvisit_counterBugün614
mod_vvisit_counterDün13391
mod_vvisit_counterBu Hafta18460
mod_vvisit_counterGeçen Hafta36541
mod_vvisit_counterBu Ay61453
mod_vvisit_counterGeçen Ay162898
mod_vvisit_counterTüm Zaman3610588

We have: 39 guests online
Senin IP no:: 52.91.185.49
 , 
Today: Ara 11, 2018

Civîna agahîyên li ser revandîyê kurdên ezdayî yên Şengalê PDF Yazdır E-posta
Salı, 30 Ocak 2018 20:09
AddThis Social Bookmark Button
Civîna agahîyên li ser revandîyê kurdên ezdayî yên Şengalê

İro 28.01.2018 an da li bajarê Bottropê berêz Hussein Qaidi bû mêvanê Komela Hevalî û Komela Piştgirîya HAK-PAR Ewropa. Hussein Qaidî mudurê buroya ku raste rast bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî va girêdayî ye. Karê vê buroyê ew e, ku keç, jin, kur û mêrên ku ji alîyê Dewleta Islamî (DEAŞ) ya terorıst û bêva va hatibûn revandınê, paşta vegerînin. Agahîyên ku berêz Qaidi dan dilê tevaya beşdaran zîz kirin. Gorî tesbîtên dayra karû barên êzidîyan ji 03.08.2014 vir da bi giştî 6417 kes hatine revandinê. Ji vana 3547 kes zarokên qîzînî, keçên xama û jın in, 2870 kes zarokên kurînî, xort û mêrê sere ne. Büroya revanîya ta îro 3260 kes paşta vegerandine. Ji vana 1149 kes jin, 927 kes zarokên qîzînî yên temenê piçûk, 335 kes mêr, 74 kes jî zarokên lawînî bi temenê piçûk in. Berêz Qaidi got: "Ev kara bi alîkarîya hevalan, xêrxwazan û bi quweta peran va tê meşandinê. Ta îro ji xêncî Serokwezîr û hinek kurdan tu kesekî alîkarîya vî karî nekirîye, çi madî çi jî manewî."

Gorî agahîyên berêz Hussein Qaidi, 3258 kes hê jî di bin destê DEAŞ a terorista ne. Ji wana 1472 zarê qîzînî û jin, 1686 kes jî zarokên kurînî û mêr in. Ew hewil didin, ku wan jî ji destê terorîstan azad bikin. Berêz Qaîdî çîrokên hinek revanîya jî ji bo beşdaran anî ser zimên. Ew çewa hatine firotin, çend dest guhêrtine û gelek tiştên kirêt ku meriv ji mîrovatiya xwe fedî dike.

Di beşa pirs û bersivan da li ser hınek agahîyên bê bingeh û qırêj yên ku di nava gel û medyayê da belav dibin hinek pirs hatin kirin. Berêz Qaidî bi belgeyan va bersivên wan pirsana da. Her usan lîsteya kesên ku hatîne azad kirin, bi destê kê va, bi alîkarîya kê va û jı bo kesekî an kesekê çiqas pere dane, tevaya van belgeyan bin destên wan da hene. Ji piştî dan û standineke dûr û dirêj civîn hate dawî.

Em li ser navê HEVALTÎ Bottrop û Komela Piştgirîya HAK-PAR Ewropa ji bo van agahîyên qedir bilind sipasîya berêz Hussein Qaidi dikin û vî karê wan yê pîroz da serkeftinê dixwazin.

 

Bu Makele4382 Kez Okunmuştur