......
Türkçe (Türkiye)KürtçeEnglish

E-UYELİK SİSTEMİ

SEÇİM BİLDİRGESİ

mod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_counter
mod_vvisit_counterBugün2538
mod_vvisit_counterDün7845
mod_vvisit_counterBu Hafta37886
mod_vvisit_counterGeçen Hafta33128
mod_vvisit_counterBu Ay152234
mod_vvisit_counterGeçen Ay237342
mod_vvisit_counterTüm Zaman1230190

We have: 102 guests online
Senin IP no:: 54.224.164.166
 , 
Today: Kas 24, 2017

Dazana encamî ya Komcivîna HAK-PARê ya 7-mîn PDF Yazdır E-posta
Yazar Administrator   
Perşembe, 26 Ekim 2017 08:08
AddThis Social Bookmark Button
Dazana encamî ya Komcivîna HAK-PARê ya 7-mîn

Dazana encamî ya Komcivîna HAK-PARê ya 7-mîn 

Sazûmana dijî Kurdan jî dê rojekê hilweşe
Gelê Kurd ê yeqîn bighîje azadîya xwe
 

Partîya Maf û Azadîyan Komcivîna xwe ya asayî ya 7-mîn bi şîara ‘’Wekhevî û Azadî’’ di roja 22ê Cotmehê de, li Enqerê civîya. Mijarên di rojevê de hilda dest xwe û li ser biryar stendin, Serokê Giştî û Meclîsa Partîyê a nû hilbijart û ev beyana encamî ya komcivînê belavkir.

Ji îradeya gelê Kurdistanê re rêz bigrin! 

Gelê Kurd ê hemû parçeyên Kurdistanê ji bo mafên xwe yên meşrû rabûye ser xwe .

Gelê Kurd, ku welatê wî piştî Şerê Cîhanê 1-mîn hatîye parçekirin û bê statû hatîye hîştin, di rêya azadîya neteweyî da meşa xwe didomîne.

Pêlên guhartinê yên xurt li Rojhilatanavîn bûn sedemên statuyeke erênî û dûra ew rewşa erênî xist xeterê. Bi vê yekê re rûyê sazûmana dijminîatîyê li hember Kurdan bêtir rûyê xwe nîşanda. 

Hukumetên navendî yên mezheb-perest yên Iraqê piştî helweşandina rejima BAAS ketine bin bandora Îranê û welat kirin nav avzêma terorê.

Wan, zagona bingehîn dan alîyekê ew bi kar neanîn, bi vî awayî Iraq parçekirin. Bi sîyaseta xwe ya mezhebî , ji peydabûn û xurtbûna rêxistineke terorîst wek ÎŞÎD re zemîn hazir kirin. Dema ÎŞÎDê êriş bire ser Musulê û Kurdistanê, wan çekên xwe hîştin û bazdan. Hukumeta navendî, li şûna ku herêmê biparêze, hîşt ku ew der bibe gola xwînê.

Hukumeta navendî, ji butçeya dewletê para kurdan neda. Kurd ji artêşa navendî û ji burokrasîyê dûrxistin.

Di vê rewşê de, wan êrişî anîn ser gelê Kurd ê ku ji bo biryardana dahatûya xwe, di roja 25 îlonê de çûn ser sandoqan û bi 93% dengan biryara serxwebûnê pejirandin. Wan di serî de Kerkuk, dagirkirina erdê Kurdistanê dane ber xwe. Him jî bi destê rêxistina terorîst a ku ji alî Îranê ve tê fînansekirin û rêvebirin.

Di serî de DYA, Rûsya , welatên YE û Neteweyê Yekbûyî, tenê lê temaşekirin. Ev yek ji bo wan rûreşîyek e.

Komcivîna me, dagirkirina Kerkukê û deverên dî ku ji alî rêxistina paramiliter Haştî Şabî ya ku bi destê hukumeta navendî ya İraqê ya mezhebperest û Îranê ve tê fînansekirin, rûreş dike. Bila Hukumeta Navendî ya İraqê û rêxistina terorîst a Heştî Şabî derhal ji Kurdistanê derkevin.

Komcivîna me, silavê li gelê Kurd dike ku bi qehremanî welatê xwe diparêze. Û yên ku bi hêzên dagirkeran re hevkarî û xîyanet kirin rûreş dike.

HAK-PAR bang li hemû cîhana medenî dike ku ji îradeya milletê Kurd ya ku bi referandûma 25ê Îlonê 2017a de serxwebûn nîşandaye rêz bigrin. 

Li alîyê din divê rêvebirên Tirkîyê dev ji gefxwarin, heqaret û dijminatîya li hember Herêma Kurdistana Federe berdin. Bila bizanin ku ev siyaseta neyartîyê li hember birayên me yên başûr, me 25 milyon kurdên bakur birîndar dike.

Hukumeta AK Partî ya ku pişta xwe dide netewperestîyê û bi wan hêzan re sîstemeke nû sazdike, ji bo ku bikaribe li ser desthilatdarîyê bimîne. 

Alîgirên desthilatê bi xwe, heta bêjî serbest in, lê yên muxalif yekser di binê zordarîyê de ne; rojnamevan, nivîskar, parlamenter tên girtin, ji belediyan re kayyum tên tayînkirin, azadîya rêxistinî, deranîna fikir û ramanan êdî tenê wek sembolîk heye. Di vê rewşê de mirov nikare ne qala demokrasîyê ne jî ya dewleta huquqê bike.

Komcivîna me bang dike ku hemû barikat û astengên li ber normalîzekirin û demokratik kirina Tirkîyê ji holê bêne rakirin û ji bo pêkanîna hoyên azadî û serbestîye berî her tiştî divê dawî rejîma awarte (OHAL) bête anîn.

Tirkîye ya ku di pêwendîyên derve de bi DYA, Almanya û welatên din ên YE re dikeve serhişkîyê, roj bi roj bi tenê dimîne, bi siyaseta xwe ya hingufî Iraq û Surîyê de dişimite nav macerayên nû. 

Desthilatdarî, divê xwe ji paranoya ku piştî ceribandina cuntayê derketiye holê, xılas bike. Dest bavêje çareserkirina pirsgirêkên mezin; wan ne tepisîne, hewaleyî eskerîyê neke. Ew bi wî awayî mezintir û girantir dibin. 

Di serê serî de pirsa Kurd û Elewîyan cî digre.

Pirsa Elewîyan dikare çareser bibe dema dewlet ji hemû bawrîyan re rêz bigre, têkilî wan nebe, hemûyan wek hev bibîne. Ango çareserîya rast tenê di sekulerîyeke durust de ye.

Çareserîya rasteqîn ya pirsa Kurd jî, tenê li ser bingehê wekhevîyê, di çareserîya federal de ye. Çaresernekirina pirsa Kurd, mîlîtarîzmê xurt dike, destê derdorên nijatperest xurt dike, rê li ber avakirina demokrasîyê digre, şîddetê derdixe pêş, aştîya navxweyî tehdît dike û ji cûntayên eskerî re zemîn hazir dike, û di siyaseta derve de Tirkîyê dixe nav tenêbûn û kirîzên aborî.

Divê êdî bête zanîn ku bêyî çareserkirina pirsa Kurd bi şêwekî adil, aştî û aramî çêdibe û ne jî pêşketina aborîyê mimkun e.

HAK-PAR partîyeke azadîxwez û demokratîk e û tdixwaze çareserkirina pirsa Kurd bi rîya aştîyane û demokratîk pêkbê.

Komcivîna me, bangî hemû welatparêzan, demokratan, rewşenbîran û sîyasetmedaran dike; Gelê Kurd di nav rojên gelek teng re derbas dibe.

Ew li tercîheke mîllî ya din, yeke cîddî, xwedî îstîkrar, biryardar, demokratik û hevdem digere. 

Gelê me dixwaze welatparêzan; çi sunî, çi elewî, çi sosyalîst, çi nasyonalist yan jî lîberal, hemûyan di refekê de bibîne. 

HAK-PAR, ku ji alî kadroyên hin kevneşopîyên cuda bi hevre, hatiye avakirin û heta îro hatîye, alternatifeke berbiçav a li gor vê daxwazê ye. 

Werin, hîna ne derng e, em bi hevra alternatifa ku gelê Kurd lê digere xurt bikin.

22 Cotmeh 2017

Bu Makele92 Kez Okunmuştur
Perşembe, 26 Ekim 2017 08:10 tarihinde güncellendi