......
Türkçe (Türkiye)KürtçeEnglish

E-UYELİK SİSTEMİ

SEÇİM BİLDİRGESİ

mod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_counter
mod_vvisit_counterBugün7485
mod_vvisit_counterDün7807
mod_vvisit_counterBu Hafta28365
mod_vvisit_counterGeçen Hafta42852
mod_vvisit_counterBu Ay84535
mod_vvisit_counterGeçen Ay215639
mod_vvisit_counterTüm Zaman1378130

We have: 64 guests online
Senin IP no:: 54.83.122.227
 , 
Today: Ara 13, 2017

Meclîsa Giştî Ya HAK-PARê: Em helwesta dijminatîyê li hember Herêma Kurdistana Federe bi tundî protesto dikin PDF Yazdır E-posta
Yazar Administrator   
Pazartesi, 02 Ekim 2017 21:59
AddThis Social Bookmark Button

Meclîsa Giştî Ya HAK-PARê:

Em helwesta dijminatîyê li hember Herêma Kurdistana Federe bi tundî protesto dikin

 

Meclîsa Giştî ya HAK-PARê ku ji bo amadekarîya Kongreya 7-mîn li Enqerê civîna xwe ya dawî pêk anî, li ser pirsên sereke yên rojevê sekinî û ev daxwîyanîya jêrîn ji bo raya giştî belav kir:

Ji çapemenî û raya giştî re

Piştî ku ‘Referandûma Serxwebûnê’ li Herêma Kurdistana Federe bi şêweyekî demokratîk û aştîyane encam da,Tirkîye, Îran û hukumeta navendî ya Iraqê helwesteke dijminane nîşan dan. Em vê helwesta wan a li hember Herêma Kurdistana Federe bi tundî protesto dikin.

Divê neyê jibîrkirin ku Dewleta Iraqê piştî Şerê Cîhanê yê yekemîn li ser bingehê berjewendîyên Îgilistana emperyalîst, bêyî riza kurdan, grubên etnîkî û dînî yên din hat avakirin. Ew sînorên ku îro wek sînorên ‘’pîroz’’ û ne guharbar tên propagandakirin, ji alîyên wan ve bi zorê, bi hîle û entrîkayan hatibûn kişandin.

Kurdan ji bo mafên xwe, ji destpêka avakirina Iraqê, berê li dijî karbidestên kûkla ên îngilizan, dûra li dijî dîktatorên zalim ku bi derbên eskerî desthilatdarî hildidan dest xwe û rejima BAAS şer kirin û heta roja îro hatin.

Herçend Kurdan, bi Ereban û grûbên din ên etnîkî ve tevayî demeke dûr û dirêj ji bona avakirina sazûmaneke pêkvejîyana bi edalet û wekhevîyê , hewldan jî encam negirtin, daxwaza otonomîyê hat redkirin.

Kurdistan hertim bû qada şer, bi navê ‘’Enfal’’ komkujîyên mezin hatin kirin, wek li Helepçê, li ser gelê Kurd bi bombeyên kîmyayî jenosîteke mezin ceribandin. Piştî rûxandina rejima BAAS û dîktatorîya Saddam Huseyin, kurdan ji bo jîyaneke nû ya hevbeş destê dostanîyê dirêjî gelê Ereb kir, rûpelekî nû vekir.

Kurdan ji bo pêkanîna Iraqeke federal roleke mezin hildan. Ji bo cî bi cîkirina yasaya bingehîn a hevbeş hewldan, lê belê hukumeta navendî ya Bexdayê bi temamî kete bin kontrola Îranê, ji alîyekê ve welat xist nav pêtaxîya terorê, nav şerekî mezhebî; li alîyekê jî bi refleksên kolonyalî li dijî kurdan ketin nav tevgereke xirabîyê, yasaya bingehî pêpezkirin, siyasetek li dijî wekhevîyê û jîyaneke bi hev ra meşandin. Maddeya 140 bi kar neanîn. Kurd ji artêş û brokrasîya navendî dûrxistin. Li gor yasaya bingehîn divîyabû ji butçeyê 17% para Kurdistanê bihata dayîn, lê Bexdayê ev pê neanî û li dijî çekdarkirina pêşmerge rawestîya.

Ji pêtaxîya ku ji ber siyaseta mezhebî hat meydanê, rêxistina barbar ÎŞÎD peyda bû, rejimê bajarê Musulê bi destê ÎŞÎDê ve berda. Dema wê êriş anîn ser Kurdistanê hukumeta navendî ji bo parastina gelê Kurdistanê tu gavek neavêt.
Berpirsîyarîya nemayîna yektîya axa ’’Iraqê’’ ne liser kurdan e, li ser siyaseta Bexdayê ya nijadperest, kolonyalîst û mezhebparêst e.

Kes nikare kurdan mecbûr bike ku ew di nav rejimeke wisa de bijîn ku dijmintaya kurdan dike, mezhebperestîyê dike.

Ev rastîya han li ber çavên dinya alemê ye, lê dîsan jî Tirkîye bi neyartîya hember kurdan, li dijî referandûma Serxwebûn a Herêma Kurdistana federe derdikeve, bi Îran û Iraqê re dibe yek û li dijî Herêma Kurdistana Federe gefan dixwe û amadekarîya êriş û şer dike. Divê bête dîtin ku ev yek, rencîdekirina bi mîlyonan kurdan e.

Digel peymana damezrandinî ya Neteweyên Yekbûyî, maddeya 2. ya biryara 1514 (XV) destnîşan dike ku ‘’ Mafê hemû gelan heye ku çarenûsa xwe bi xwe tayîn bikin, ango bi serbestî statuya xwe tesbît bikin û pêşketina xwe ya aborî, civakî û kultûrî bi serbestî bişopînin’’. Mafê biryardana li ser dahatûya xwe, normekî navdewletî ye ku Gelê Kurdistanê jî, ew bi kar anîye. Em silavê lê dikin.

Ev mafa wek hemû milletan ji bo gelê Kurdistanê jî bi qasî şîrê dayîk helal e.

Zemînê here giring bo pêkhatina aştî û aramîya Cîhanê û navçeyê ew e ku; li mafê her neteweyekî ku dixwaze çarenûsa xwe tayîn bike, rêz bête girtin .

Gelê Kurdistan bi hemû grubên xwe yên dînî û etnîkî bi piraniyeke zor ve beşdarî referandûmê bûye. Bi rêjeyeke bilind wek 93% bo serxwebûnê biryar daye.

Di serî de Hukumeta Navendî ya Iraqê, dewletên cîran û Neteweyên Yekbûyî divê li gor huqûqa nêvdewletî, adîlane tevbigerin û ji îradeya gelê Kurdistanê re rêz bigrin; bi hevkarî dîyalogan pêşxînin û vê biryara dîrokî bikin zemîn bo aştîya herêmê.

Xasima Tirkîye divê bi aqlêselîm tevbigere, têkilîyên xwe û Herêma Kurdistana Federe pêşdatir bibe, bibîne kul i ser esasê cîrantîyeke baş dikare feydeyên mezin bibîne. Herêma Kurdistana Federe ji hîç kesekî re ne tehdît e.

Xwe lêsorkirina û bangirina êriş û şer, gefxwarin, ambargoyên aborî û girtina sînoran ku ji alî derdorên dijminên kurdan, eynî wek serpêhatîya Saddam- Kuvaytê, hewl didin Tirkîyê bikişînin pozîsîyoneke êrişkar. Ji hewldanên bi vî rengî tu kes wê xêrê nebîne.

Em ji desthilatên Tirkîyê re dibêjin ku sînorên wê yên ku 25 mîlyon kurd lê dijîn sê alîyan ve bi cografya kurdan ve sînorkirîye, bila nekevin dafikê, bi kurdan re têkilîyên dostî û cîrantîyeke baş derxînin pêş.

Li alîyê din bang li kurdên hemû parçeyan dikin ku ji kîjan ideolojî û fikrêdibin bila bin, dest bidin hev vê pêla nijadperest -şovenîst berteref bikin. Ji bo gotin û polîtîkayên dijî kurdan şunde vegerin, bêtir hewldan û xebat bikin. Serfirazîya Referandûmê berî herkesî li ser milê kurdan e. Divê her kurd, her sazî û rêxistinên Kurdîstanî bilivin, ji bo çêkirina raya giştî seferber bin, kanalên diplomasîyê vekin û dest kampanyan bikin.

HAK-PAR di vî warî de çi ji dest tê wê bike.
Em hemû gelê me dawet dikin ku di komcivîna 7-a ya HAK-PARê ku roja 22.10 2017an de li Enqerê çê dibe, beşdar bibin.

101.10.2017

HAK-PAR

Meclîsa Partîyê

Bu Makele333 Kez Okunmuştur
Pazartesi, 02 Ekim 2017 22:05 tarihinde güncellendi