......
Türkçe (Türkiye)KürtçeEnglish

E-UYELİK SİSTEMİ

SEÇİM BİLDİRGESİ

mod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_counter
mod_vvisit_counterBugün5306
mod_vvisit_counterDün4696
mod_vvisit_counterBu Hafta32520
mod_vvisit_counterGeçen Hafta37186
mod_vvisit_counterBu Ay89000
mod_vvisit_counterGeçen Ay143322
mod_vvisit_counterTüm Zaman581373

We have: 181 guests online
Senin IP no:: 54.81.71.31
 , 
Today: Ağu 17, 2017

HEYETA HAK-PAR’Ê Lİ HEWLÊR SERDANA OFÎSA ENKS’Ê KİR. PDF Yazdır E-posta
Perşembe, 06 Temmuz 2017 18:39
AddThis Social Bookmark Button

HEYETA HAK-PAR’Ê Lİ HEWLÊR SERDANA OFÎSA ENKS’Ê KİR.

Roja çarşema (05-07-2017) di navbera Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û Eniya Niştimaniya Kurdên Suriyê (ENKS) li paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêr ê bi serokatiya Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Refîk Karakoç û Serokê ENKS Îbrahîm Biro  civînek pêk hat. Di civînê de,İbrahim BİRO, liser rewşa Kurdistana Surîyê sekini û bi berfireh agadarîyên navçe bi Heyeta Hakparê re parve kir.Serokê Hakparê Refik  Karakoç ji, di axaftina xwe de,li ser dîtin û sîyaseta Hakparê sekinî.Hevdîtina herdu heyetan nêzîkê saetek dewam kir.Di encama civinê de, daxuyaniyek hevbeş ji bo raya giştî hate pêşkeş kirin.

 

DAXUYANİYA HEVBEŞ YA ENKS Û HAKPAR Ê

“ENKS û HAK-PAR, rêz li biryara referandûma ku li Başurê Kurdistanê tê kirin digrin û radigênin ku, Refenrandûm mafekî rewayê mirovane ye, sedem vê yekê,encama referandumê, çi bibe jî, dibê ji aliyê hemû hêzên Kurdan ve,divê, rêz lê were girtin. Her wiha,divê,hêzên herêmê , xelkê welatên cîran ,dewletên cîran û raya giştî ya navdewletî encama referandûmê bi aramî pêşwazî bikin û ji bo bixwe  xwe idarekirina Kurdan ango mafê    tayîn kirina pêşeroja xwe divê, bi xweşbînî û aramî  pêşwaz bikin.

HAK-PAR û ENkS bang li  PYD’ê dikin ku,rê li wan partîyên siyasî,  li Kurdistana Suriyê de,negrin  û  xebatên wanên welatperwerî , demokratîk û rewa bi hîç şêweyek asteng neke û qedexe neke. .Dîsan herdu alî,rewa nabînin ku,gencên Kurd,bê xwestina malbatên van, bi darê zorê,seferberê leşkerîyê tên kirin; û piştre jî,  wan zarokên gelê Kurd, li derveyê axa ku ne welatê Kurdane, bi kuştin didin,bi tundî, şermezar dikin.

ENKS û HAK-PAR,bang li PYD ê dikin ku bila li ser peyman û lihevhatina DUHOK û HEWLÊR ê bimînin û ji bo pêkanîna rêvebiriyek niştimanî û Kurdistanî ku PYD jî, di navde bî,cehdek peyda bikin lewraye ev yek ji bo azadîya gelê Kurd sudmendtir û binirxtire.

HAK-PAR û ENKS,diyar dikin ku, ew tekoşîna çekdarî ya bi destê PKK’ê ku li Bakûrê Kurdistanê tê kirin zerar û xesarek mezin digihîne gelê Kurd.

Bi  vedana xendeq û barîkata,jîyana civakîya gelê Kurd têk diçe, Kurdistan kawil dibe, xera dibe,doza pîroz a azadîyê,dikeve nav kêşe û alozîyên mezin.Her weha  tekoşîna bi vê cûrê, xizmeta hin aliyan dike û xesarê dide  Kurdan. Divê PKK dest ji van çalakiyan berde. Sedem ku,li Turkîyê, pirsa Kurd bikeve ser rêya diyalog û aştiyê,û aştîyane were çareserkirin,û herdu alî doz dikin kû dan û stendinek aştyane di nav dewlata Tirkya û alîyên  siyasîyên  Kurd li Turkîyê  pêk were.


ENKS û HAK-PAR dawe dikin ku,  li Suriyê û Turkiye , kesên Rewşenbîr, Niviskar, Rojnamevan, siyasetmedar, suçdarên hizir û ramanan, her wiha, parlamenter û rayedarê girtî û zindankîrî, bên azad kirin û ji bo bi serbestî siyaset bikin derfet û îmkan bên çekirin. Her dû alî beyan dikin ku,ew,li ser van xalan, hemfikir û yekdeng in;lewraye ku vê daxûyanîyê   pêşkeşî raya giştî a Kurdistan û navçe dikin.”

ZİYARETA HEYETA HAK-PAR A BİNGEHA LALEŞ

Heyeta Hakparê pişti ku ji nivsîngeha ENKS vegerîya çu serdana Binkeyê Laleş kir.Berpirsê binke Şêx Şemo pêşewazîya şanda Hakparê kir. Şêx Şemo di hevdîtinê de li ser rewşa jîyana Êzdîyan sekinî u rageyand ku” dema dagirkirina DAİŞ de li Şengalê şeş hezar jin û zarûkên Êzdîyan ji alîyê dirindeyên DAİŞİ ve hatibun revandin.Ji wana sê hezar kes hatin rizgar kirin lê her niha jî mixabe kus ê hezarê din êxsîrin. Lewraye ku esaret ji bo her kesek çend zehmet be jibo m edu qat zehmettire, azadi û serxwebun ji bo her kesek çend bi qîmet be ji bom e du qatê wî bi qîmettir e.”Hevdîtin dinav hestên birayetî de kûta bu.

Bu Makele178 Kez Okunmuştur