......
Türkçe (Türkiye)KürtçeEnglish

E-UYELİK SİSTEMİ

SEÇİM BİLDİRGESİ

mod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_counter
mod_vvisit_counterBugün2271
mod_vvisit_counterDün5470
mod_vvisit_counterBu Hafta2271
mod_vvisit_counterGeçen Hafta44995
mod_vvisit_counterBu Ay138616
mod_vvisit_counterGeçen Ay163549
mod_vvisit_counterTüm Zaman5308877

We have: 79 guests, 8 bots online
Senin IP no:: 34.231.247.139
 , 
Today: Sep 22, 2019

EZîZ MİHEMED WEFAT KİR
AddThis Social Bookmark Button

EZîZ MİHEMED WEFAT KİR

Kemal Burkay


Ezîz Mihemed, Kurdekî şoreşger, hêja, duh (31 Gulan 2017) li Kurdistana Başûr, Hewlêrê çû heqiya xwe. 93 salî bû.

Min Ezîz Mihemed di sala 1980 da li Şamê naskir. Hingê Skriterê Giştî yê berê yê Hîzba Şûyî (Partiya Komûnîst) ya Iraqê bû. Piştî wê jî, li Şamê û Kurdiistanê me gelek caran hevdu dît û ji bo avakirina kongra netewî ya Kurdistanê, tevî Mam Celal, Qasimlo, Hemîd Derwêş û hin serokên dinê kar û xebat kir.


Wek Sekriterê Giştî, gelek ji kadrên Hîzba Şûyî ya Iraqê Kurd bûn û hingê li çiyayên Kurdistanê di şerê Partîzanî da cî digirtin.

Piştî Şerê Kendavê a Pêşîn (1990), ku hukma Saddam li ser Kurdistana Başûr şikiya, wek serok û partîzanên partîyên dinê (PDK, YNK û hwd) kadrên Hîzba Şûyî jî vegerîn Kurdistanê.

Li Kurdistana Başûr berê hukma otonom rêz bû, piştra jî federasyon hat îlankirin.

Hinge di sala 1993 da Ezîz Mihemed û hevalên xwe hîzbeke serbixwe, Hîzba Şûyî ya Kurdistanê avakırın. Piştra Ezîz Mihemed bi daxwaza xwe dev jî sekriteriya Hîzbê berda û hevalê wî yê salan Kerîm Ehmed bû Sekriterê Giştî.


Piştî wê jî çend caran çûm Kurdistana Başûr (1993, 2004, 2013) û dost û hevalê delal Ezîz Mihemed zîyaret kir.

Mirovekî şoreşger, zana, dilpak û xwîngerm bû. Yek ji wan kesan bû kû “zeviya xwe ajotî, kilama xwe gotî bû”; ango bi dilekî rehet çû…


Oxir be ji te ra hevalê delal!

Serê malbata te, heval û hogirên te jî bila sax be.

1 Heziran 2017

Bu Makele28411 Kez Okunmuştur