......
Türkçe (Türkiye)KürtçeEnglish

E-UYELİK SİSTEMİ

SEÇİM BİLDİRGESİ

mod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_counter
mod_vvisit_counterBugün3204
mod_vvisit_counterDün10440
mod_vvisit_counterBu Hafta49022
mod_vvisit_counterGeçen Hafta40508
mod_vvisit_counterBu Ay145619
mod_vvisit_counterGeçen Ay184489
mod_vvisit_counterTüm Zaman986233

We have: 85 guests online
Senin IP no:: 54.158.212.93
 , 
Today: Eki 20, 2017

Civîna nûneran ya Komeleya Piştgirîya HAK-PARê ya Ewropa li Frankfurtê çêbû PDF Yazdır E-posta
Pazar, 02 Nisan 2017 21:13
AddThis Social Bookmark Button
Civîna nûneran ya Komeleya Piştgirîya HAK-PARê ya Ewropa li Frankfurtê çêbû

Di roja 1-ê nîsanê de ji bajarê Almanya Frankfurtê civîna giştî ya nûnerên Komeleya Piştgirîya HAK-PARê ya Ewropa çêbû. Bilî nûnerên komîteyên piştgirîya HAK-PARê ji welatên cuda, hinek ji rêvebirin partîyê ku ji welêt hatibûn û kesên emekdar ê berê wek Yılmaz Çamlibel, Bekir Saydam û dostên partîyê jî başdar bûn û gotar xwendin. Cîgirê Serokê partîyê Arif Sevinç, Abdullah Çelebî, Cafer Stêrk, Düzgün Kaplan û endamê Meclîsa Partîyê Haluk Öztürk jî amade bûn.

Civînê bi vekirina serokê Komeleyê Fettah Timar û bi rawestina rêzgirtina şehîdan destpêkir. Dûra Cîgirê Serokê Partîyê Arif Sevinç gotarek xwend. Sevinç di destpêka axaftinê de got ku silavên birêz Kemal Burkay û Serokê Giştî yê HAK-PARê birêz Refîk Karakoç ji beşdaran ra anîye. Arif Sevinç, di berdewamîya axaftina xwe de li ser rewşa sîyasî ya Tirkîyê, Kurdistanê û Herêmê sekinî. Wî derbarê rewşên siyasî yên cuda de dîtin û raya partîya xwe anî zimên.

Sevinç, derbarî demajoya derbasbûyî ya HAK-PARê de, li ser polîtîkîyên wê, rol û erkên wê axifî. Sevinç got: HAK-PAR barbirê doza netewî û têkoşîna wê ya demokratîk e. Ew projeyeke milli ya gelê Kurd e. Piştgirî û yekîtîya bi HAK-PARê re erkê her welatparêzekî ye.’’ Cîgirê serokê HAK-PARê li ser rewşa rêxistinî û pêkanîna teşkîlatên partîyê jî hin agadarî pêşkêşî civînê kir. Sevînç her weha xebere erênî ya din jî bi beşdaran re parvekir: ku partî di hundirê welat de, êdî xwe bi xwe pirsgirêkên di hêla aborî de çareser dike. Wî her weha da xuyakirin ku xebat û piştgirîya komelê û komîteyên dost û bira ji bo meşandina xebatên Partîyê di hêla aborî de girîng û hêja ne.

Yek ji beşdarên civînê yê rêzdar Yılmaz Çamlibel jî gotarek xwend û li ser giringîya yekîtîya milli axifî. Çamlibel di axaftina xwe de destnîşankir ku HAK-PAR projeyeke milli ye, divê bê destek kirin. Got herçend kil û kêmasîyên wê hene jî, ew hêvîyeke ji bo serketina milletê me. Bekir Saydam jî di axaftina xwe de li ser xebata rêxistinî, rewşa siyasî û rola HAK-PARê anî zimên. Saydam got ku HAK-PAR partîyeke alternatîf e. Rêya wê rast û pêşeroja wê ronî ye.

Rêvebirên komeleyê, Xidir Mak, Huseyîn Evîn raporên xebata salekê xwendin. Mak da xuyakirin ku armanca sereka ya komeleyê ew bû ku jimara endaman bigihînin 500 (pêncsed) kesî. Cîyê şanazîyê ye ku di vê yekê de Komele gihîşte armanca xwe. Ev agadarî bi dilxweşîyeke mezin hat pêşwazîkirin.

Nûnerên komîteyên welatên din jî raporên xwe xwendin. Li ser raporên xebatê û aborîyê niqaş hat kirin. Ji bo dewra pêş pêşniyarên cuda cuda hatın kirin. Rêvebiran, yek bi yek spasî hemû komîteyan, dost û xebatkarên HAK-HAKPARê kirin. Bi kurtî Komela Pıştgirîya HAK-PARê li Ewropayê civîneke gelek berhemdar û serkeftî pêk anî. Vê yekê moralekî baş da nûner û xebatkarên partîyê li dervayî welêt.






 

Bu Makele859 Kez Okunmuştur