......
Türkçe (Türkiye)KürtçeEnglish

E-UYELİK SİSTEMİ

SEÇİM BİLDİRGESİ

mod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_counter
mod_vvisit_counterBugün5122
mod_vvisit_counterDün4696
mod_vvisit_counterBu Hafta32336
mod_vvisit_counterGeçen Hafta37186
mod_vvisit_counterBu Ay88816
mod_vvisit_counterGeçen Ay143322
mod_vvisit_counterTüm Zaman581189

We have: 400 guests online
Senin IP no:: 54.81.71.31
 , 
Today: Ağu 17, 2017

DI SEDSALÎYA PEYMANA SY-KES PİCOT DE, PÊŞNÎYAZÊN DEHATÛ YÊN ROJHİLATA NAVÎN U KURDİSTAN
AddThis Social Bookmark Button

DI SEDSALÎYA PEYMANA SY-KES PİCOT DE, PÊŞNÎYAZÊN DEHATÛ YÊN ROJHİLATA NAVÎN U KURDİSTAN

Siracedin Sari / Endamê Meclİsa Partîya HAKPAR’ê**


Her wekî tê zanîn, Kurd gelê here kevnê cînişênê rojhilata navîn in.Dîroka Kurda a nivîskî, digêje heta 7-8 hezar salên rabirdî. Ew erdê ku gelê Kurd li serî dijî navê xwe Kurdistane. Ev erdnîgar ji gelek medenîyet u şaristanîyaran re mêvandarî kirîye. Kurdistan cara yekem di sala 1639'an de, bi peymana binavê “QESRA ŞÎRÎN” di navbera Osmanî u Sefavîyan de, ji bakur ber bi başur ve hatiye du parçekirin. Parçekirina duyem jî, di wextê şerê Cîhanî a yekem de,bi destê dewletên emperyalist (İngiliz,Fransa,Rusya) bi peymana SY-KES PİCOT Kurdistan buye çar parçe. Ev parçekirin u parvekirin bey riza u îradeya Kurda b idarê zorê pêkhatîye.

Peymana SY-KES PİCOT, di dema şerê yekemê Cîhanî de,roja 16'ê Gulana sala 1916’an, di navbera İngiltere u Fransa de, sedem payê kirina wan erd u axên ku dibin bandûra Osmanîyan dene, peymaneke ku bixef hatîye erênî kirin. Bi vê peymanê sînor, li gor bazarkirinên dîplomatîk, sîyasî u leşkerî, ne li ser binyatek esasî,l êli gor xwestekên wan dewletan hatin kivşekirin.Ev yek bu sedemê wan kêşe u pirsgirekên ku îro di rojhilata navîn de henin.

Îro li cihanê u li rojhilata navîn ku welatê me jî dinav deye,pêvajoya guhertinan berdewame. Tekoşîna gelê Kurd, bi şikênandina zincîrên kolonyalîzmê, vê sazuman u statûkoya heyî, dixe asteng u zehmetîyan. Ew pergala ku berî sedsala maf u berjewendîyên emperyalist racav dikir,hildiweşe. Peymana SY-KES PİCOT êdî bêkar u betal buye.

Di qonaxê xwenûkirina rojhilata navîn de, gelê Kurd jî,roj bi roj zêdetir nêzîkê heq u azadîyên xwe yên xwezayî, netewî demokratîk dibe.

Em wekî PARTÎYA MAF U AZADÎYAN, di serî de li gelê Kurd u her wiha bang li hemu hêz u derdorên ku alîgirên guhertin u demokrasîyêne dikin ku, li himber rabirduya “kiret u xwîndar” ji derfet, mecal u fersendên guhertînan sûd bigrin u îstifade bikin; da ku em bikaribin, bi hevre, dest bidest, jîyanek dadwer, aştyane u nûjen ava bikin.

Divê were zanîn ku hetanî pirsa Kurdistana çarperçekiri u pirsa maf u azadîyên gelê Kurd ku jimara wî nêzîk 50 milyonaye,bi rêbazek dadwer çareser nebe; ne qabile kul i navçe aştî pêk were.

Em, li du xwesteka dagîrkirina Musilê a ji alîyê rêxistina terorist a DAÎŞ’ê ku piştre ji xwest Başurê Kurdistanê u bajarê Rojavayê Kurdistanê KOBANÊ dagir bike, her wiha ev rêxistina terorista ku di serî de dixwaze Kurdên Êzîdî , gelê Ereb u Tirk u derdorên ku xwedî bawerîyên cudane tevbikûje, bi dijwarî şermezar u riswa dikin.Em piştevanîya tekoşîna Hikumeta Federal a herêma Kurdistanê u hêzên berxwedêr yên li Kobanê dikin u ji bo serketinan wan pîroz dikin.Em peymana DIHOKÊ a ku di navbera hêzên rojavayê Kurdistanê de hatibu çêkirin, gavek baş u berhemkar qebul dikin.

Li Îraqê, êdî, Kurd u Şîe u Erebê Sunî,ne qabile ku wekî berê bihevre bijîn. Ya ku lazime ji bo Îraqê avêtina xîmek konfederalîye. Li Surîyê, tenê bi çûyîna ESHED u guhertina rejima wî, her tişt safî nabe.Ya ku ji bo Surîyê jî lazime, federasyoneke demokratike ku ji Nuseyrî, Sunî, Durzî u Kurdan pêk hatİye..

Pirsa Kurd u Kurdistanê bi du rêyan çareser dibe.Yan dewletek cûda u serbixwe yan jî, federasyonek wekhev u demokratik. Eger gelê Kurd bixwaze ku bi gelên cinar re, pêkve bijî, şeklê vê sazumanê federasyonek demokratike. Em wekî HAKPAR, vê yekê dixwazin. Em bawerin ku ev yek li navçe bi mafê hemu gelane.

Pirsa Kurd li Turkîyê jî, pirsek serekeye.Lewra divê ku Turkîye dev ji pergal u sazumana berê bedre u pergalek nu ava bike. Lazime ji nuve bi şiwazek Ademî-merkezîyet avahîya dewletê were guhertin. Federasyonek li navçeyên kurdnişîn were çêkirin u li ser erda Kurda Kurdistanek federal çêbe.

Hewceye ku, zimanê Kurdî jî, li gel zimanê Turkî, bibe zimanê duwem yê fermî. Hînkarî u perwerde bi zimanê dayîk were çêkirin. Zimanê Kurdî di hemu wrên jîyanê de bi serbestî were bikaranîn. HAKPAR dixwaze ku pirsa Kurdî, bi şêwaz u rêbazek aştî u demokratîk were çareser kirin. Dijwarî u şedadî tenê êş u azaran zêde dike. Divê ew rê werin terk kirin. Hêvîya mine ew e ku, pêvajoya guhertinên ku li Turkîyê u li Rojhilata Navîn didomin, bêpayan bimeşin u ev pêvajo, li dawîyê jiyanek ewle u azade li du xwe bînîn.

Bi dxwazîya ku sedsala 21’an bibe sedsala Kurdan.


Têbînî: Ev gotar di kokteyla BASS Nûçe a k udi roja 21.02.2015’yan de pêk hatibu de, ji alîyê Siracedîn Sarı ve hatîye pêşkêş kirin.

Bu Makele23734 Kez Okunmuştur
Çarşamba, 25 Mayıs 2016 21:29 tarihinde güncellendi