3 C
Diyarbakır
Salı, Aralık 6, 2022

ŞORİŞA ÊLÛNÊ TEVGEREKE GİRİNGE Dİ PÊKHATİNA HİZRA NETEWÎYA KURDÎ DE.

Yaklaşık okuma süresi: 3 dakika

ŞORİŞA ÊLÛNÊ TEVGEREKE GİRİNGE Dİ PÊKHATİNA HİZRA NETEWÎYA KURDÎ DE.

Latif Epözdemir

Di bin serokatîya Mela Mistefayê Berzanî de, 11 Êlûna sala 1961’an, bi mebesta berevanî li maf û berjewendîyên rewa yên Kurd û Kurdistanê, serhildanek gelêrî pêk hat ku di dîroka Kurdistanê de wek ” Şoreşa Êlûnê” tê binav kirin. Ev tekoşîn hemu Kurdên welathiz kelecanî dike,dilşa dike.

Mela Mistefa Berzanî di dema Komara Kurdistanê a Mahabadê de,serleşkerîya ertêşa Komara Kurdistanê dikir. Piştî hilweşîna Komarê Mela Mistefa di gel desteyek pêşmerge derbasî Rusyayê (SSCB/ YKSS) bu..Pişti ku Evdilkerim Qasim li dawîya kudîtayeke leşkeri li Iraqê hate ser kar, bang li serokê milliyê Kurdan Mela Mistefa kir ku bi hevre kar bikin.Mela Mistefa vegerîya Kurdistanê û bi E.Qasim re hevdîtinan pêk anî.

Evdilkerim Qasim soz dabu ku wê mafên milliyên Kurdan were naskirin û wê otonomîyek li Kurdistanê pêk were.Mela Mistefa bawer nedikir lê dîsan jî teklîfa dewleta Îraqê qebul kir, digel General Qasim bi şêwazek aştîyane pêwendîyan pêşda bir.

Piştî demeke kin, mixabin ku, Evdilkerim Qasim li Kurdan qulibî û li ser qewlê xwe nema.

Sedem vê rewşê Mela Mistefa bang li gelê Kurdistanê kir ku rabin pîya û dest bidet, mil bi mil Kurdistanê ji zordara rizgar bikin.Li ser banga Mela Mistefa, Kurda çekên xwe hilgirtin û berê xwe dane çîya,şoreş û serhildanek xûrt û çeleng pêk anîn. Ew roj di dîrokê de bi navê “Şoreşa Mezin a Êlûnê”hat nivsandin.

Şoreşa Eylûnê bu zanîngeh û xwendingehek ji bo perwedebuna têkoşerên Kurdistanê.

Ev tevgera giring da nişan ku dijmin bi hemû cûre zordestî û sitemkarîya xwe,wê, nikaribe serê miletê Kurd bitewîne.Şoreşa Êylûnê vî tiştî bi dinyayê daye zanîn.

Şoreşa Êlûnê hêzên welatperwer û şorişger li hev nêzîk kir û serokê şoreşê Mela Mistefayê nemir karî rohê netewî a Kurd yekrêz bike, îradeya milli a Kurda aj bide û geş bike.

Piştre Saddam hate ser kar. Rejima faşist a Beasîyan roj bi roj xwîna Kurda dirijand.Divê demê de Kurda li himber zordestîya Saddam jî, şereke dijwar meşandin.

Saddam jî, li gel Mela Mistefa pêwendî çêkir. Roja 11’ê Adara sala 1970 di navbera serokê netewî Mela Mistefa û Saddam de lihevhatinek pêk hat û otonomî hate îlan kirin.Lê,ev otonomi,bi yasayî nehate meşandin.

Li dawîyê dewleta Îran û İraq di pirsa “Şatul Ereb” de li hev hatin û bi peymana Cezayîr (1975) nakokîyên navbera xwe beralî kirin û sazumaneke dijberî a Kurd damezrandin. Ew sazûman niha jî didome.

Saddam jî, Kurda ji mafên netewî bêpar hişt.Kurd careke din dest bi şerê çekdarî kirin.Şerê Îran û İraqê destpêkiribu.Li ser vê yeke Saddam sala 1989 an, êrîşa Enfalê îlan kir ku di vê êrîşê de 183 hezar Kurd hatin kuştin. Qetliama Helebçe pêk hat.Di vê êrîşê de 8000 kes ji binemala Berzanî bi saxî li Besrayê hatin binax kirin û fetisandin.Kurdistan seranser bu wek gola xwînê.

Kurd careke din wek sêwîyên dîrokê mane bêpal û bêpişt, xêncî dewleta Îsrail tu dewletek êş û jana Kurdan, merama Kurdan nexwest fêm bike.Lê Kurda dev jî berxwedanê berneda.

Di sala 1994’an de,hêzên hevpeymanî, êrişên hewayî li parelela 36 an qedexe kirin.Kurda nefes sitendin.Piştre helmetek qehremanî pêkanîn û leşkerên dagirker yek bi yek ji axa Kurdistanê der kirin.Li Silêmanî û Hewlêrê du hikumetên milli hatin ava kirin û parlamentoya Kurdistanê çêbu.Ew qonax roj bi roj geş bu, xûrt bu gehîşte qonaxê îro.Saddam têkçû, li Iraqê rejimeke nû hate avakirin. Destûra giştî li ser astên Federasyonê hate amadekirin.

Lê, evrejim jî dîsan neyartî û nahizîya Kurdan kir. Nexdê yasayî jî bûtçeya navendî pêşkêşî hikumeta herêma Kurdistanê nekir.Kurd mecbur man ku çareserîyek peyda bikin. Li seranserê Kurdistanê referandumek ji bo dewleteke serbixwe hate çêkirin û Kurda %93 ji bo dewletek serbixwe erênî kirin.

Kurdistana Başur bi vê referanduma demokratik kilîla serxwebûna Kurdistanê xiste berîka xwe.

Bêguman, ev destkevtîyên îro hêz û karina xwe ji şoreşa Êlûnê sitendine. Dirûşma sereke a şoreşa Êlûnê: “yan Kurdistan yan neman” bu.Lewraye ku îro li başûr Kurdistanek azad heye.

Li başûrê Kurdistanê ew tevgera ku bi dil û can berîya 59 salan dest pêkiribu,ji alîyê siyasî û civaki ve gelek giringe.Destkevtîyên wê şoreşê nîşana viyan û rohê netewî a Kurdistanê ye. Lazime ew roh û îradeya netewî tu carî sist nebe.Kurd ji nav û nişana xwe dûr nekevin.

Mela Mistefayê Berzanî handerê ajdana rohê netewî a Kurd e.Divê her tim jî li bîra Kurda be û Kurd ji rêbaza Mela Mistefa dernekevin. Gelê Kurdistanê her çiqas bi serokê hemu Kurdan Mela Mistefayê Berzanî kûbarî û şanazîyê bike mafdare. Lewra Mela Mistefa li du xwe rêya azadîya Kurdistanê wek şoreşgereke mezin ji bo me Kurdan dîyarî kirî ye. Rêya rizgarîyê nîşanî Kurda daye.

Ez salyada şoreşa Êlûna 1961 an silav û pîroz dikim û bi kûbarî dibêjim ku ez ta ebed parêzger, piştevan û piştgirê maf û berjewendîyên netewa Kurd im.

Nabe ku bi hîç şîweyek xirapkar xesarê bidin azadîya Kurdistanê. Bereya xirapkaran lazime têk biçe.

Sazûmana dijberê Kurdan lazime nekaribe bigêje armanca xwe.

Enîya nexêrxwaz û xirapkar dixwaze başûrê Kurdistanê bixîne nav asteng û kêşeyên nu.Ez bawerim ku miletê Kurd rê nade ku ew xulamokên dijminan ser bikevin.

Em hemu Kurdên welatperwer parêzgerên Kurdistana azad in.

Em hemu Kurdên welathiz piştgir û piştevanê rêbaza Berzanî ne.

Şoreşa Başûrê Kurdistan rûyê sipîyê miletê Kurd e.

Post expires at 11:59am on Pazartesi Eylül 12th, 2022

İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Salı, Aralık 6, 2022