13 C
Diyarbakır
Pazartesi, Eylül 26, 2022

CIVÎNA HAK-PARÊ LI PARÎSÊ-FRANSA

Yaklaşık okuma süresi: 2 dakika

Roja 25ê çileya 2014, civînek ji alîyê Komîteya Piştgirîya Partîya Maf û Azadîyan -li Parîs Fransa va,  li Parîsê, serbajarê Fransayê  hat amadekirin. Cîgirê serekê Partîya Hak-Parê Fehmî Demir, wek axaftvan di civînê da beşdar bû û der heqê rûdan û pêşveçûnên li Kurdistan û Tirkîyê axaft.

 

Fehmî Demir, di destpêkê da Partîya Hak-Parê da naskirin û got « em  partîyeke girseyî û Kurdistanî ne.  Ez bi xwe sosyalîst im , di nava refên partîya me da, sosyalîst, lîberal û dîndar jî hene. Hak-Par pirdengîyê diparêze û civakeka demokratîk û pêşveçûyî dixwaze.   Her çiqas pirsên demokrasîyê û wekî din hebin jî, pirsa sereke li Tirkîye û Kurdistanê, pirsa kurd e.  Pirsa kurd bi zext û zorê çareser nabe. Divê gelê kurd bigihîje maf û azadîyên xwe yên bingehîn.  Rîya çareserîyê jî, bi raya me sîstemeka federal e li Tirkîyê. Kurd û Tirk bi wekhevî dikarin bi hev ra bijîn. Wek nimûne Kurdistana başûr, Swîsra, Kanada û gelek welatên din jî hene ku modela federasyonê bi serketî tê sepandin. Divê bi wêrekî, gav li Tirkîyê jî bêne avêtin daku pirsa kurd, pirsa Alewîtî û bi giştî pirsên demokrasîyê çareser bibin…

Wek hûn jî dizanin Partîya me Hak-Par dikeve helbijartinên herêmî. Em di xebatên xwe yên ji bo helbijartinên şaredarîyê da, partîya xwe ji gel ra didin nasîn,  civînan çê dikin, ji gelê xwe piştgirîyê daxwaz dikin. Em ji kurdên ku li dervayê welat in, ji wan jî alîkarîyê dixazin. Ji bo ku Partîya me xurt be, û giranîya wê jî hebe di vê dema nû da, pêdivîya me heye bi ray û dengên we. Em ti alîkarî ji xezîna dewletê nagirin, ji alî diravî- maddî jî, divê hûn ji me ra piştgirîyê bikin.  Li gor îmkanên we, hûn dikarin werin welat di kar û xebatên me da, ji me ra bibin alîkar. Hûn dikarin bi rîya telefon û wekî din,  bigihîjin nas û dostan, heval û hogiran, daku bi çalakî di xebatên me da cîh bigirin.

Gelek kes, nas û dostên Hak-Parê di vê konferansê da beşdar bûn û piştgirîya xwe bi Partîyê ra ragihandin.

Fehmî Demir di dawîya konferansê da, pirsên beşdaran bersivandin û bi awakî giştî ev konferans bi serfirazî dawî bû.


Hesen KEYA-Paris

İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Pazartesi, Eylül 26, 2022