25 C
Diyarbakır
Cumartesi, Mayıs 21, 2022

HAK-PAR, Civîna Edenê

Yaklaşık okuma süresi: 3 dakika

Kar û xebata Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ji bo hilbijartina herêmî berdewam e.

Heyeta HAK-PARê 24ê Çileya Paşîn, roja înê bi otoboza partiyê di nav bajarê Edenê da gerî, bi Kurdî û Tirkî silav li xelkê kir û piştra li navenda Partiyê bi endamên partiyê û mêvanan ra sohbet kir.

Di 25ê Çileyê Paşîn, roja şemiyê jî heyeta HAK-PARê çû bajarên Tarsûs û Mêrsînê, li wan deran gerî û silav li xelkê kir. Lê mixabın li Mêrsînê heyetê qezayek derbaz kir. Otoboza Partiyê ku li kolenekê di ronahiya sor da sekinî bû, pişt va tirek hat û lêda. Du heval birîndar bûn, lê şukur birîna wan ne giran e. Li nexweşxanê li ser piyan tedawî bûn û vegerîn. Lê li otobozê gelek xisar çêbû.

Piştî ku polêz hat, rapor dada heyet vegerî hate Edenê.

Rêxistina HAK-PARê ya bajarê Edenê 25ê Çileyê Paşîn, êvara roja şemîyê li Edenê xwarinek amade kiribû. Di civînê da qasî 200 heval û mêvan amade bûn. Serokê HAK-PARê yê Şaxê Edenê Mehmet Ali Keştan bi axaftinekê xêrhatina mêvanan kir û piştra gazî Serokê Partiyê Kemal Burkay kir ku axaftina xwe bike.

Burkay bi Kurdi silav li heval û mêvanan kir û got: “Heftekî berê em li Diyarbekrê bûn û li wir me hin namzetên xwe ji bo serokatiya şaredariyan eşkere kirin. Îro jî em hin namzetên xwe yên ji bo serokatiya şaredariyan yên Edenê û derdorê eşkere bıkın.”

Burkay piştra axaftina xwe bi Tirkî domand, behsa kar û xebata HAK-PARê ji bo hilbijartina herêmî kir û usa got: “Em wek Partiya Maf û Azadiyan di hilbijartinê da cî digrin. Armanca me ew e ku em dengê partiya xwe bidin bihîstin û ji xelkê piştgiriyeke baş bistînin. HAK-PAR partiyeke ji yên heyî cuda ye. HAK-PAR  xudan bernameyeke rêk û pêk e. Em çareseriya pirsa Kurd li ser esasê wekhevîyê bi şiklê federalî dixwazin. Em dibêjin bila Kurdî bibe zimanê fermî digel Tirkî. Em çareseriya pirsa Elewiyan dixwazin. Em demokrasiyeke rastî ji bo Tirkiyê dixwazin, gor standardên Yekitiya Ewrûpa. Da ku mafên jinan, xebatkaran jî bêne parastin. Her usa em ji bo çareseriya hemû pirsan li gel rê-olaxên aşitîxwaz in. Bona vê yekê jî em piştgiriya pêvajoya aşıtî û çareserîyê dikin. Îro sîleh bêdeng bûne û gelek waxt e xwîn narije, eva tiştekî baş e. Lê em dixwazin sileh bi temamî bên berdan, digel vê jî pirsa Kurd li ser esasê wekhevîyê çareser be.”

Burkay di axaftina xwe da behsa krîza siyasî ya dawî kir û got: “Vê dawiyê ji ber operasyonên dijî gendalî û bertilê rewşa sîyasî dîsa germ bû. Hukumet jî dibêje gendalî mane ye, hin çeteyên nava dewletê êrişî hukumetê dikin. Bi raya me divê ew kesê ku bi gendalî û bertîlê têne gunekarkirin bila li himber saziya dadî hesabê xwe bidin û divê rê li ber vê proseyê neyê girtin. Her usa, eger gor gotına hukumetê Rêxistineke dizî û curmkar di nav dewletê çêbûye û dijî hukumetê planan çê dike, bila ew jî  dîsa bi rîya dadî bê eşkerekirin, ango divê huquq bişuxule. Lê çareseriya esasî ji bo pirsên hanê demokrati û zelalî ye. Li welateki demokrat û zelal him gendali û tiştên hanê zehmet e, him jî di nav sazîyên dewletê da rêxistinên dizî çê nabin.”

Piştra Burkay hin namzetên HAK-PARê ji bo vê herêmê eşkere kirin.

Namzetê ji bo Serokatiya Şaredariya Mezin yê Edenê: Arif Sevinç

Namzetê ji bo Serokatiya Şaredariya Mezin yê Mêrsinê: Hüseyin Özdemir

Namzetê ji bo Serokatiya Şaredariya Mezin yê Antakyê: Feride Göçmen Tek

Namzeta ji bo Serokatiya Bajarê Osmaniye: Baki Akar

Burkay di dawiya axaftına xwe da gazi hevalên xwe kir ku ji bo  kar û xebata hilbijartinê seferber bin û bi dil û can kar bikin. Burkay her usa jî gazî dostên partiyê û himwelatiyan kir û got: “Dema dengê xwe didin, nebêjin ku ev partî qezenc dike yan na. Mesele ne hêz e, mesele siyaseta wê partiyê rast e yan şaş e; gor dil û daxwaza we ye, yan na. Ew parti çareseriya pirsa Kurd û ya Elewiyan li ser esasê wekheviyê dixwaze yan na… Dengê xwe nedine şaşan, bidine rastan û wan xurt bikin.”

Piştî Burkay, Namzetê Mêrsînê Hüseyin Özdemir bi navê namzetan axaftineke kurt kir û got “ez xwedî siyaseta rast im û ez dixwazim bi serkevim û li benda piştgiriya we me.”

Di civînê da komeke muzîkê yê Kurdên Surî (Kurdistana Rojava) kilam û stranên Kurdî gotin. Her usa jî di şevê de bi Kurdî û Tirkî şiêr hatine xwendin. Yek ji wan welatperwerê  80 salî Ehmedê Kurdî bû.

Şev bi kêfxweşî derbaz bû û giha dawî.

25 Çileyê Paşîn, 2014

Buroya Çapemenî ya HAK-PARê

 

 

İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Cumartesi, Mayıs 21, 2022