14 C
Diyarbakır
Pazartesi, Mayıs 16, 2022

HAK-PAR: Partiya Azadî, Çareserî û Aşitî (*)

Yaklaşık okuma süresi: 2 dakika

Hemû mêr û jinên vî welatî,

ku maf û azadî, demokratiyeke rastî û aştî dixwazin;

yên ku nan û kar û jiyaneke mirovî dixwazin!

 

 

Em wek HAK-PAR ji bo van karan amade ne. Em dixwazin ku ew hemû heqên ku di Beyana Mafên Mirovî yên Cîhanî da hatine nivîsandin li welatê me jî bi cî bên.

Em demokratiyeke gor standardên Yekitîya Ewrûpa dixwazin. Ji bo endametiya Yekitiya Ewrûpa reformên ku şert in, divê rojkî berê bi cî bên.

Em wek HAK-PAR ji bo çareseriya pirsan li gel rê-olaxên aşitîxwaz in. Ji van pirsan yê herî mezin pirsa Kurd e.

Ji ber ku di dema borî da ev pirs gor huquqa navnetewi û himçax, li ser bingehê wekhevî û bi metodên aşitîxwaz çareser nebû, xelkên vî welatî bedêleke gelek mezin dan. Ev 30-40 salê dawî jî bi temamî bi şer û pevçûnan derbaz bû. Lê careke din hat dîtin ku wek siyaseta nasnekirin û tunekirinê, şer û pevçûn jî ne çare ye.

Bona vê yekê sîleh careke din bêdeng bûn û civak li benda çareseriyeke aşitîxwaz e. Divê ev firsend jî ji dest neçe. Divê PKK di warê devjêberdana sîlehan da dilsoz be û dewlet jî ji bo çareseriya vê pirsê dereng nemîne, gavên mezin û wêrek bavêje.

Em wek HAK-PAR dixwazin ew pirs li ser esasê wekheviyê çareser be. Şiklê wê jî federalî ye, û li gelek welatên dinyayê heye. Federalî ne parçebûn e, lê li gel hev jîyan e bi şiklekî azad û aram.

Bona vê yekê divê Destûra 12 Îlonê ya leşkerî rojkî berê bê rakirin û li cîyê wê destûreke medenî û bi rastî demokratîk çêbe. Divê ev destûr tarifeke nu bike ji bo himwelatiyê, da ku Kurd jî xwe tê da bibînin; her usa rê veke ji  bo perwerdeya bi zimanê dayikê û rêvebirina karên herêmî bi destê xelkê herêmê bibe. Divê hemû yasayên dinê jî bêne demokratîze kirin.

Pirsa Elewiyan jî pirseke mezin e li vî welatî. Em wek HAK-PAR dıxwazin ev pirs jî li ser esasê wekhevî û gor dadî çareser be. Riya vê jî ew e ku daxwazên Elewîyan yên rewa bi cî bên.

Divê bîr û bawerî ji bo herkesî azad be, her kes û komik di vî warî da wekhev be; ango dewlet ne li ser kes û komekê zextê bike, ne jî îmtiyaz bide wan.

Çareserîya van herdu pirsên bingehîn wê aşitiyê bîne welat û standardên demokratiyê bilind bike. Rewşeke han ê aram wê rê veke ji bo çareseriya pirsên dinê jî.

Heyî û dewlemendiyên welat êdî ne ji bo şer û xirabkirinê, lê ji bo avakirina karxaneyên nu; ji bo karên perwerde, xweşî, mal û hwd bê xerckirin.  Hingê welat bi rastî jî wê bighê qonaxeke teze û nû.

Ev yek bi şer û pevçûn nabe, lê bi helwesteke teze û guhartinê dibe. Em Partiya guhartinê ne.

Hemû jin û mêrên vî welatî ku azadî û aşıtî dixwazin, guhartinê dixwazin,

Werin, bona vê yekê em dest bidin hev, qedera xwe biguhurin!

PARTİYA MAF Û AZADİYAN

HAK-PAR

 

————————————————————————-

(*) Belavoka ku di dema “Meşa Azadî û Aşitîyê” da, di navbera 27ê Çirîya Pêşîn û 4ê Çirîya Paşîn da hat belavkırın.

İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Pazartesi, Mayıs 16, 2022