GÜNCEL

Civîna Serokê Giştî yê HAK-PARê Kemal Burkay li Stockholmê pêkhat

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)Kemal Burkay îro li Stockholmê di civînekê de li ser rewşa siyasî ya Tirkiyê, Kurdistanê û herweha derbarî kar û barê HAK-PARê de qisekir. Civîn li Kitêbxana Kurdî çêbû. Burkay bersivda pirsên beşdaran û bi wan re sohbet kir.

Burkay di destpêka axaftina xwe de li ser vegera xwe ya welêt û li ser guhartinên ku li wêderê bûne axifî û bi çend nimûneyan qala rewşa aborî, civakî û herweha siyasî kir. Burkay got ku di dema vegera wî de gelek derdoran propaganda dikirin ku Kemal Burkay merivê AKP ye loma hukumeta AKP bi xweşî lê pêşwazî kirin. Lê wan bi zanebûn an jî bi nezanî rastiyek ji ber çavan dûr digirtin. Paradigmayên dewleta tirk guherîne. Hukumeta AKP hebûna kurdan û zimanê kurdî wek hukumetên berî xwe înkar nake, piçûk be jî hin gavên erênî davêje, got û vekirina Tv trt6 û beşên ser ziman û edebiyata kurdî li hin zanîngehan de nimûne da. Got: ”Evana ne gavên gelek mezin bin jî, derz in di dîwarên sîyaseta berê a serhişk da û dikarin rê vekin ji bo guhartinên mezin, da ku ew dîwar hilweşe.”

Li ser pirsa beşdarekî ku got “gelo tu bawer dikî AKP pirsa kurd çareser bike?” Burkay got na ez bawer nakim, eger daxwaz, zext lê kirin ji aliyê kurdan ve çê nebe û em qîma xwe bi van gavên piçûk bînin, hingê hukumet ji xwe razî ye. Serokwezîr Erdogan jî çend caran got ev gavên me avêtine bes in. Her usa sînorên hêza vê hukumetê jî hene, ji ber ku li himber wê mixalefeteke xurt heye ku ji nijadperestan, kemalistan heya ji çepên Tirkan pêk tê. Ew dijî van guhartinên piçûk jî derdikevin.

Burkay derbarî xebata siyasî ya legal de bi giştî û li ser rol û pêwîstiya hebûna partiyeke wek HAK-PARê bi taybetî rawestiya. Burkay got ku HAK-PAR projeyeke yekitiya kurdan e li Kurdistana Bakur. Dîtin û daxwazên wê zelal in. Li ser bingehê wekheviyê sîstema federasyonê dixwaze ji bo kurdan. HAK-PAR ne partiyeke îdeolojîk e, tê de ji sosyalîstan bigre, heta lîberalan, dîndaran hemû kurdên ku azadî û demokrasiyê dixwazin, dikarin cî bigrin. Serokê partiyê yê yekemîn rehmetî Abdul Melîk Firat bû ku ji malbata Şêx Seîd û kesekî dîndar bû. Piştî ku gel û welatê me gihîşt azadî û demokratiyê, hingê herkes dikare li gor îdeolojiya xwe di partiyên cuda de cî bigre û bixebite. 

Burkay di berdewamiya axaftina xwe de got yên ku dixwazin bi vî awayî hêza kurdan bikin yek û di qada legal de bi rê û bi îmkanên aştîyane têkoşîna azadiyê bilind bikin, divê tevlî HAK-PARê bibin. Partî û rêxistinên berê yên salên 70 û 80 dewra xwe tijî kirine. Careke din lêvegerîna wan kom û rêxistinên berê bê feyde ye, ser de jî dikare astengiyan derxe, xesarê bide tevgera welatparêz. Ev dibe grûpcîtî ya bi rengê eşîrtiyê. 

Serokê Giştî yê HAK-PARê li ser Kongreya Netewî, rewşa siyasî ya gelê kurd li Başûr û Suriyê, pêwendiyên PYD û partiyên Başûr û gelek mijarên din pirsên guhdaran bersivand. Burkay got ku PKK li Bakur tu tiştekî naxwaze, lê çima li beşên din ên Kurdistanê partiyan ava dike. Ên wan ji xwe partiyên wan hene. Wî siyaseta PKK ya şaş rexnekir. Burkay got PYD piştgirîya hukumeta Bişar Esed dike û rê li ber kar û xebata partiyên Kurd digre, zextê li wan dike. Essed dîktator e, dîktator nikarin reforman bikin maf û azadiyan bidin gel. Eger piştî vê saetê bike jî dereng e. Aktorên dereke, hêzên wek Amerîka, Rûsya û welatên navçeyê wê dengeyeke hêzan pêk bînin û li gor wê formekê bidinê. Ez bawer dikim di dawiyê de kurd jî wê bigijîn mafên xwe. Sîstemeke federal wek Kurdistana Başûr dikare li vêderê jî çêbe. Bona vê yekê divê yekitîya Kurdan hebe û ew bi hevdu ra bi şîweyeke demokratîk kar bikin.

Burkay her usa jî li ser pirsekê got: ”Avakarina ’Desteyê Bilind’bi destê Serokatiya Herêma Kurdistanê, ango bi destê birêz Mesûd Barzanî, ji bo pêkanîna yekitîya Kurdên Rojava bû.

Burkay, li ser hilbijartinên mehellî û beşdarîya HAK-PARê jî agahdarî dan. Li ser pirsa pêkanîna hevkariya partiyên kurdan di hilbijartinan de jî axifî û got ku HAK- PARê pêşniyaza hevkariyê ji partî û grûpên dervayî BDP re birine.Hîna ji wan bersiveke zelal nestendine.

Burkay di dawiya axaftina xwe de giringiya alîkarîya manewî û maddî ya kurdên dervayî welat ji bo HAK-PARê anî ziman. Wî rave kir ku HAK-PAR wê li Kurdistanê û gelek bajarên rojavayê bikeve hilbijartinê. Eger HAK-PAR li gor cara berê reyên xwe bike 2-3 qat, hingê wê riya xurtbûn û pêşketinê jê re vebe û roj bi roj di nav gelde bê naskirin û destegkirin. Loma vê carê piştgirîya her kesekî welatparêz ji bo me gelekî girîng e, got.

Civîna ku ji aliyê Komîteya Piştgirîya Hak-Parê li Swêd hatibû amadekirin bi xweşî û serfirazî gihîşt dawîyê.


About Post Author