25 C
Diyarbakır
Cumartesi, Mayıs 21, 2022

Hevdîtina HAK-PARê bi Hîzbî Demokratî Kurdistan

Yaklaşık okuma süresi: < 1 dakika

28ê Îlonê piştî nîvro Heyeta HAK-PARê, ango Kemal Burkay û hevalên xwe (cîgirên Serokê Giştî Reşît Delî, M. Celal Baykara, Bayram Bozyel û Fehmî Demîr)  ji Hewlêrê derbazî Koyê bûn û li wir Hîzbî Demokratî Kurdistan-Îran zîyaret kirin û bi germayî hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê da Sekriterê HDK Mistafa Hîcrî, Cîgirê Sekriterê Giştî Hesen Şerîfî, endamên Mekteba Sîyasî Mihemed Nezîf, Kerîm Perwîzî, Rostem Cîhangîrî, endamên Komîta Navendî Mehemmed Salih Qadirî û Loqman Mêhfer jî hazir bûn.

Piştî xêrhatinê Serokê HAK-PARê Burkay û hevalên xwe di derheqê bûyerên dawî li Tirkîyê û Kurdistana Bakur, bi taybetî jî di derheqê pêvajoya “çareserî û aşitîyê” agahî dan. Birêz Mistefa Hîcrî û hevalên xwe jî behsa rewşa Îranê kirin. Birêz Hîcrî got: “Rejîma Îranê naxwaze Esed ji ser hukim biçe. Zane ku piştî wê hêza xwe li Rojhilata Navîn sist dibe. Bona vê yekê bi hemû hêza xwe piştgiriya rejîmê dike.”

Herdu alîyan bi taybetî li ser pirsa Kongra Netewî sekinîn, ray û pêşniyarên xwe gotin. Raya herdu aliyan jî ew bû, da ku Kongra Netewi demekî berê bikaribe bicive û ji bo tevgera Kurd bi awayekî giştî encamekî baş bide, divê berê hertiştî hemû partîyên sîyasi yên her çar parçeyan bi şîweyekî adil tê da beşdar bin, bikaribin rola xwe bilîzin.  Lê mixabin hin partî di komîteya amedakar da nîn in. Wek nimûne ji heft partîyên Kurdistana Bakûr tenê PKK û BDP di komîtê da ne. HAK-PAR, PSK, PDK Bakûr, KADEP û ÖSP tê da nin in. Ji Kurdistana Rojhilat PEJAK ne hatiye hilbijartin, lê hatiye tê da rûniştiye. Xuya ye PKK dixwaze bandora xwe lı ser kongrê dayne û hertiştî gor xwe bike. Ev yek ji pirsgirêkên esasî ye.

Hevdîtin bi germayî giha dawî û heyeta HAK-PARê vegerî Hewlêrê.

28 îlon, 2013-Koyê

Buroya Çapemenî yê HAK-PARê


İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Cumartesi, Mayıs 21, 2022