GÜNCEL

Kemal Burkay: Li Sûrî û Kurdistana Rojava çi dibe? / Suriye ve Batı Kürdistan’da neler oluyor?

Li Sûrî û Kurdistana Rojava çi dibe?

Van rojana sînorê Sûriyê û Tirkîyê germtir bû. PYD û Leşkerê Azad ê Sûrîyê (LAS), bi taybetî Cepha El Nusra, ku beşekî LASê ye, ji bo qontrola hin herêmên nêzî sînor, wek Serê Kanîyê û Tel Xelefê şerê hevdu dikin.

 

Beşekî medyaya Tirkîyê di derheqa vî şerî da dibêje ku, PKK li wî ali sînor, ango li “Bakurê Surîyê” dewletekê çê dike û ji bona vê yekê careke din zengilên tofanê lêdixe. Di vê meddyayê da gelek kesên ku zanin û nizanin wek pispor qise dikin û gelek tiştên ecêb dibêjin.

Di vê medyayê da û di warê sîyasetê da hin kes û rêxistinên nijastperest jî, ku bi dijminahîya Kurdan melûl in, van xeberan bir kar tînin û dibêjin bila Tirkîye nesekine, rojkî berê bi ordiya xwe êriş bibe wî alî sînor; ango doza şer dikin.

Beşek ji Kurdan jî, bi taybetî der û dora PKK, gelek waxt e dibêjin ku wan bi destê PYD herêma kurd rizgar kirîye.

Bi restî rewş çawa ye, li Sûrîyê û Kurdistana Rojava çi diqewime?

Dema hûn li rojname û têlevîzyonên Tirk dinêrin, wekî PYD li Rojava rêxistina sereke ye û temamîya herêma Kurdan di bin destê wê da ye. Heya hin kes dibêjin ew partîyên Kurd ên din li vê herêmê ji PYD cuda bûne… Lê ev gotinên han ne rast in.

Tevgera Kurd li Sûrî gelek kevn e. Hin partiyên Kurdistana Rojava xwedi emrekî 50-60 salî ne. Partîya Demokrata Kurd li Sûrî (PDK-S) di sala 1956’da di bin serokatiya sîyasetmedar û nivîskarê Kurd Osman Sebrî da ava bû. Yek ji avakirên vê partîyê, Hemîdê Hecî Dewrêş, hingê di zanîngehê da xwendekar bû û nuha jî ku emrê xwe gihaye 80 salî, dîsa wek serokê Partî Demokratî Pêşverû ya Kurd li Sûrî (Partîya Pêşverû) di sîyasetê da dîsa aktîf e.

PDK-S di zeman da nav xwe da parçe bû, çend partiyên teze çêbûn ku di nav gel da xwedî hêz in û eger hilbijartineke demokratîk çêbe ji PYDê zêdetir dikarin temsîla Kurdan bikin.

Di 60-70 salên dawî da tevgera kurd li Sûrîyê kar û xebateke baş kir û xwedî tecrubeyeke mezin e

Lê PYD di van 10-12 salên dawî da, di dema “pêvajoya Îmralî” da û gor daxwazên Ocalan çêbû.  Berê Rêxistineke bêtesîr bû. Serokê wê Salih Muslîm ji ber ku ne dikaribû li Sûrîyê bimîne, li Moskowayê  penaber bû. Lê van sê salên dawî ku “Bıhara Ereban” dest pê kir û pêlên vê serhildanê giha Sûrîyê, hingê rejîm kete tengasîyê, hukumeta Sûrî gazî wî kir, qontrola herêma Kurdan da destê PYD. Ango PYD vî karî bi agahî û daxwaza  hukumeta Sûrî dike. Dewleta Sûri, roleke usa bide PYDê jî, berpirsîyar, leşker û mixaberata xwe ji herêmê ne kişandîye. Bi vî awayî dixwaze rê nede Kurdan ku ew dijî hukumetê rabin, jê ra serêşîyan çêkin.

Ji ber vê, ev gotinên ku PYD herêma Kurdan rizgar kiriye ne rast e. Ev tiştên ku bi destê PYD dibin bi haya hukumeta Sûrî û gor daxwazên wê ne.

Piştî vê lihevkirinê, qasî 1500 gerîllayên PKK kû bi eslê xwe Kurdên Rojava ne, ji Qendîlê derbazî herêmê bûn; bi vî awayi hêz û tesîra PYDê mezin bû. PYD ta ji destpêkê rê neda ku Kurd dijî rejîma Esed rabin, heya êriş bire ser Kurdên hanê. Wek kuştina Mişel Temo.

Partiyên Kurd ên dinê di navbera xwe da bi navê Enîya Neteweyî ya Kurdên Sûrî (ENKS) yekitîyek çêkiribûn. Ev enî dijî rejîma Esed serî hilneda, ango şerê çekdarî ne kir, nexwest ku Kurdistana Rojava bibe warê şer û şewatê. Lê doza mafê Kurdan kir. Ew jî herêmeke federal yan jî otonom bû ji bo Kurdan.

Serokê Herêma Kurdistana Fedaral birêz Mesûd Barzanî, ev herdu alî, ENKS û PYD anî ba hev, di navbera wan da bi navê “Desteya Bilind” yekitîyek çêkir. Ji vê armanc ew bû ku Kurd şerê hevdu nekin û hêza xwe bikin yek. Lê PYD û piştgir û rêrastkirê wê PKK guh nedane qeîde û esasên vê yekitîyê. PYD rê neda ku kadr û mîlîtanên partiyên dinê ji Başûr vegerin Rojava. Gelek caran zor û zext li wan kir, ew zîndanî kirin. Kurdên herêmê dijî van zulm û neheqiyan derketin, xwepênîşandan çêkirin. Lê PYD heya rê neda van protestoyên aştîxwazane. Li vê dawîyê li bajarê Amûdê xelk gulebaran kir û gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn. Navenda PDK hate xirabkirin. Raya giştî haya xwe ji van tiştan heye.

Xuya ye sîyaseteke PYD ji bo yekitîya Kurdan tune. Hêzeke ku bixwaze welat azad bike, divê berî hertiştî yekitîya hêzên welatparêz çêbike. Lê PYD dixwaze hukma xwe li ser Kurdên herêmê çêke û rê nade kar û xebatên wan.  Hukumeta Surî jî ji xwe vê yekê dixwaze.

Pêvendîyên PYD û mixalefeta Ereb, ango Leşkerê Azad ê Sûrî, ta ji destpêkê ne baş bû. Vê dawîyê jî ew, bi taybetî bi El Nusra ra, ku hevalbendê El Qaîde ye, li ser qontrola hin herêmên der û dora sînor bi hevketin. Ev yek her usa jî gor daxwaza hukumeta Sûrîye ye. Rejîma Esed li herêmên dinê bi destê ordîya xwe şerê mixalefetê dike, li kurdistanê jî ev kar û bar daye PYD.

Em bên sîyaseta Tirkîyê…  Gelo ew çi dike û tesîra wê li ser van bûyeran çi ye?

Wekî tê zanîn, Tirkîyê li destpêkê xwest ku Esed bi destê xwe hin reforman bike û bi nermayî dev ji hukum berde. Lê Esed evtişt nekir û Tirkîye bi eşkere dijî wî derket û piştgirîya mixalefetê kir. Hingê pêvendîyên herdu dewletan xirab bûn.

Mixalefeta Sûrî bi gelek reng e, lê xeta Îslamî tê da xurt e. Di refên wê da İxwan-î Muslîmîn û hin hêzên radîkal, wek Cepha El Nusra hene. Ji ber vê ye ku Amêrîka û dewletên Ewrûpa Xerbî dûr disekinin, bi xurtî alîkarîya vê mixalefetê nakin; bona vê jî şer dirêj dibe.

Tirkîye piştgirîya vê mixalefetê dike, wan dihêwirîne, rê dide wan û di warê lojîstîk da alîkarîya wan dike, lê naxwaze ku Kurd bibin xwedî statûyeke xwemuxtar yan jî federal; ji guhartineke han ditirse. Tirkîyê di destpêkê da xwest ku Enîya Kurdên Rojava (ENKS) di nav mixalefeta Ereb (LAS) da cî bigre. Li vê dawîyê jî ku bi riya Ocalan “Pêvajoya Çareserîyê” dest pê kir û PKK şer rawestand, Tirkîyê xwest dîsa bi riya Ocalan pêvendîyên hukumeta Esed û PYD qut bike û wê bikişîne nav refên mixalefetê. Lê ji ber ku him helwesta LASê di heqê Kurdan da hişk bû, him jî PYD nexwest pêvendîyên xwe bi hukumeta Sûrî ra qut bike, ew xebat bi ser neket. Bona vê yekê di şerê dawî da hukumeta Tirkîye piştgirîya El Nusra kir.

Digel vê jî di medyaya Tirk da hin nivîskar û şirovekar ku nêzî hukumetê ne, dijî şemateya wan kesan derdikevin, ew kesên ku tirs û xof belav dikin û dibêjin PKK dewletê çê dike… Ew dibêjin ji bo tirs û xemeke han sebep tune, hertişt gor “pêvajoyê” dimeşe, tiştê ku li vê herêmê dibin di bin qontrola hukumeta Tirkîyê da ne; ango wekî tiştên Ku PYD dike jî hayê wan jê heye…

Meriv ji gotinên han dikeve şikê. Gelo di vê navberê da çi qewimî? Nebe ku PYD jî gor gotin û şiretên Ocalan helwesta xwe guhartibe, ji Sûrîyê dûrketibe  û nêzî Tirkîyê be?.. Lê eger tiştekî usa bibaya PYD û El Nusra şerê hevdu ne dikir.

Xuya ye, li Suriyê û Kurdistana Rojava rewş gelek tevlihev e û sîyaseta rêxistinên Kurdan jî di vê tevlihevîyê da şikil digre.

Lê tiştek gelek eşkere ye. Tirkîye naxwaze ku Kurd xwedî statûyekê bin. Mixalefeta Ereb jî usa ye. LAS jî ne razîye ku Kurd di dahatûya Sûrîyê da xwedî statûyekê bin, çi xwemuxtarî, çi federalî. Eger rejîma Esed hilweşe û ev mixalefet cîyê wê bigre Sûriye dîsa nabe welatekî demokrat. Hingê êhtimaleke mezin e ku hukmê teze zorê li Elewîyan, li Xirîstîyanan, li Kurdan û li hêzên sekuler bike û ew şer û şewat berdewam be, heya zêdetir be.

Rejîma Esed bi xwe jî li himber Kurdan ne dilpak e. Ew alîkarîya ku dide PYDê taktik e, da ku bikaribe ji vê qonaxa teng derbaz be. Eger bi serkeve, hingê hewcedarîya xwe bi PYD namîne û êhtimalek e mezin e ku careke din ji PYD û Salih Muslîm ra rê nîşande…

Bi kurtahî li rojava rewş baş nin e. Lê eger Kurd, bi taybetî jî PKK û PYD dev ji vê sîyaseta şaş berdin û siyaseteke rast bidin pêşîya xwe, Kurd dikarin ji vê neqeba teng derbaz bin û li vî parçeyî jî azad bin.

Divê PYD baş bizanibe ku bawerî bi hukumeta Esed nabe. Çawa Ocalan dema li Sûrîyê bû û bawerî bi vê dewletê anî, lê dawî ji wir hat derxistin, nuha jî dikare ev tişt bê serê PYD. Divê PYD bi partiyên Kurd ra îttîfaq çêke, ne ku li wan zor û zextê bike. Serketina Kurdan li vî parçeyî bi yekitîyeke han, yeke bi dil û demokratîk dibe. Wekî din him PYD, him jî Kurd bi tevayî winda dikin.

Lê PKK û PYDya ku em dizanin gelo vî tiştî bikin, helwesteke usa welatperwer bigrin? Zanim ew ne hêsan e û wek mûcizeyekê be; lê hêvî û daxwaza me ev e.

Der û dorên Kurd jî divê bi enformasyonên ne rast nexapin, bi wan gotinên ku PYD filan der zeft kir, filan der azad kir, neyên coşê; divê bizanin rewş çiqas tevlihev e, realîst bin û nebin piştgirê şaşî û xeletîyên teze yên PKK-PYDê.

Divê kes ji bîr neke, ev ne cara pêşîn e ku ev heval ewqasî pesn û senaya xwe didin, tiştan mezin dikin. Wana di dema borî da jî gelek caran bi gotinan Kurdistana Bakur azad kirin, “Hukumeta Botan-Badînan” avakirin û li dor Çemê Qendîlê “Komara Zap” jî çêkirin û bi van tiştan gelek pesna xwe dan. Lê dawi çi bû li ber çavan e…

Em bên ser helwesta Tirkîyê…

Di medyaya Tirkîyê da û di nav rewşenbîrên wan da hin dengên makûl jî derdikevin û dibêjin ku, ew xeber û şemateyên han di heqê van bûyeran da û ew tirs ne li cî ye. Eger Kurd li vê herêmê statûyekê bistînin ew ji bo Tirkan ne xeter e, ne dawîya dinê ye. Bi rastî jî usa ye. Dema Kurd bigihîjin heq û azadîyên xwe, Tirk çima bitirsin, çima aciz bin? Tu zirara vê yekê ji Tirkîyê û ji gelê Tirk ra tune.

Eger dewleta Tirk ji tirs û xema ku Kurd li vê herêmê bibin xwedî statûyekê, yan jî ji ber hêrs û qehra dijî hukumeta Esed, piştgirîya hêzên radikal wek El Nusra bike, ku terorîzm ji xwe ra kirine metodê esasî, yan jî guh bide hin der û dorên şerxwaz û êrîş bibe wî alî sînor û destê xwe bike vî şerî, ev dibe sîyaseta herî şaş, serêşîyeke mezin çêdike him ji bo Tirkîyê him jî bo hemû gelên herêmê. Sîyaseta herî rast ji bo Sûrîyê ev e ku, Tirkîye kar û xebat bike da ku li Sûrîyê şer bisekine, destûreke teze û demokratîk bê çêkirin, hilbijartineke giştî çêbe, ango sazîyeke demokrat avabe li vî welatî. Herçî gelên curbecur ku li vî welatî dijîn, wek Erebên Sunnî û Elewî, Kurd, Xirîstîyan û Durzî xwedî heq bin. Ango ew Surîyeke demokrat û federal e.

Eger Tirkîye dixwaze rojkî berê aşitî were vî welatî, divê sîyaseteke gor wê bi rêva bibe û heq û azadîyên hemû gelan bide ber çavan.

23 Tîrmeh, 2013

Suriye ve Batı Kürdistan’da neler oluyor?

Suriye sınırında olaylar daha da ısındı. Son günlerde PYD ile ÖSO (Özgür Suriye Ordusu), daha çok da El Kaide çizgisindeki El Nusra arasında, sınır bölgesinin kontrolü üzerinde, Resulayn’da (Serê Kaniyê) ve Tel Halef civarında yoğun çatışmalar yaşandı ve bu çatışmalar hâlâ sürmekte.

Türk medyasının bir bölümü bunu PKK’nin sınır ötesinde, “Kuzey Suriye”de devlet kurması biçiminde yansıtıyor ve bu mealde bir kez daha “tehlike çanları” çalıyor. Bu medyada konunun uzmanı geçinen yığınla insan var ve birbiriyle çelişen yorumlar da az değil.

Kürtlerin bir kesimi, özellikle de PKK ve yandaş çevresi de öteden beri, PYD eliyle bu bölgeyi özgürleştirdiklerini ileri sürüyor.

Söz konusu medyada ve siyaset arenasında Kürt düşmanlığıyla malul bazı ırkçı kişi ve örgütler de bu tür abartılmış haberleri kullanarak Türkiye’nin sınır ötesine bir hareket düzenlemesini istiyor, savaş çığırtkanlığı yapıyorlar.

Gerçekte durum nedir?

Türk medyasının bir bölümüne, ağırlıklı olan kesimine bakarsanız, PYD Batı Kürdistan’daki (Rojava) başlıca örgüt, ve buranın kontrolünü tümüyle elinde tutuyor. Hatta bazı yorumculara göre, bölgedeki öteki Kürt örgütleri PYD’den ayrışmış… Bu iddialar gerçeği yansıtmıyor.

Suriye’deki Kürt hareketi oldukça eskidir, buradaki bazı partiler 50-60 yıllık bir siyasi ömre sahipler. Suriye Kürdistan Demokrat Partisi  (PDK-S) 1950’li yıllarda Kürt politikacı ve yazar Osman Sebri’nin başkanlığında kuruldu. Kuruculardan Hemidê Heci Dewrêş o zaman bir üniversite öğrencisi idi ve şimdi 80’e ulaşan yaşıyla hâlâ politikada oldukça aktif,  Suriye Kürtleri İlerici Demokrat Partisi’nin (Pêşverû) Başkanı.

PDK-Suriye yıllar içinde bölündü ve ortaya başka partiler çıktı. Bu partiler kitleler içinde oldukça yaygın örgütlüler ve demokratik bir seçimde bölge halkını PYD’den çok daha fazla temsil edebilecek güçteler.

Suriye Kürt hareketinin son 60-70 yıl içinde, Suriye koşullarına göre önemli bir siyasi mücadelesi ve deneyimi var.

PYD ise İmralı sürecinde ve Öcalan’ın direktifleri doğrultusunda, yani son 10-12 yıllık dönemde oluştu. Başlangıçta etkisiz bir örgüttü. Lideri Salih Müslim, Suriye’de barınamadığı için Moskova’da mültecilik koşullarında yaşamaktaydı. Ancak Son üç yıl içinde baş gösteren ve “Arap Baharı” diye nitelenen halk hareketinin Suriye’ye yansımasının ve bu ülkede de Baas rejiminin dara düşmesinin ardından, sürgündeki PYD lideri ülkeye davet edildi, kendisine bazı olanaklar sunuldu ve Kürt bölgesinin kontrolü ona bırakıldı. Diğer bir deyişle, PYD bu kontrolü Suriye hükümetinin bilgisi ve onayı ile yapmakta. Rejim PYD’ye böyle bir rol verirken, kendi güçleri ve idari yönetimi bölgeden tümüyle çekilmiş değil. Böylece Suriye Kürtlerinin rejime karşı ayağa kalkması ve bölgede istenmeyen bir gelişmenin önlenmesi düşünülmekte.

Bu durumda PYD’nin Kürt bölgesini özgürleştirdiği iddiası doğru değil. Bu, hükümetin bilgisi dahilinde ve onun çizdiği sınırlar içinde bir etkinliktir.

Bu uzlaşmanın ardından, aslen Suriyeli olan 1500 dolayında bir PKK gerilla gurubu Kandil’den Suriye Kürt bölgesine geçti ve bu silahlı gücün katkısıyla PYD’nin etkinliği arttı. PYD daha baştan itibaren, Kürt kesiminde rejime karşı herhangi bir kalkışmanın, hatta gösterinin olmaması için görev yaptı; bu türden girişimlere karşı şiddet uyguladı, Mişel Temo olayında olduğu gibi siyasi cinayetler de işledi.

Diğer Kürt örgütleri kendi aralarında ENKS (Suriye Kürtleri Ulusal Cephesi) adında bir birlik oluşturmuşlardı. Bu birlik rejimle silahlı bir çatışmaya girmedi, ama rejime destek de vermedi. Böylece hem mümkün olduğunca Kürdistan bölgesini silahlı çatışmanın dışında tutmaya çalıştı, hem de kendi ulusal taleplerini dile getirdi. Bu talepler bölgedeki Kürt halkına federal ya da otonom nitelikte bir statü tanınmasını içeriyordu.

Güney Kürdistan Federe Bölgesi’nin Başkanı Mesut Barzani’nin çabasıyla ENKS ve PYD bir yıl kadar önce biraraya gelerek “Desteya Bılınd” adında bir üst birlik oluşturdular. Bundan amaç hem Kürtler arasında çatışmaları önlemek, hem de onların birliğini sağlamaktı. Ne var ki PYD ve arka planda onu destekleyip denetleyen PKK bu birliğin kurallarına uygun davranmadı. PYD bu anlaşmayı hep çiğnedi. Güney Kürdistan’a sığınmış ve orada eğitim de almış olan diğer partilerin kadrolarının geri dönüşünü engelledi. Zaman zaman baskılarını ileri götürdü, diğer partilerin kadrolarına yönelik gözaltılara ve cezalandırma eylemlerine başvurdu. Kitleler bu durumu zaman zaman protesto ettiler. Ama PYD bu barışçı protestoları da şiddetle bastırdı. Son olarak Amude kentinde kitleye ateş açtı ve ölümlere, yaralanmalara yol açtı. PDK-S’nin merkezini basıp dağıttı. Buna ilişkin bilgiler son günlerde kamuoyuna yansıdı.

Demek ki PYD’nin yurtsever güçlerin birliğine ilişkin bir politikası yok. Kürdistan’ın bu bölgesini özgürleştirmek isteyen, öncelikle böylesi bir birlik politikası güder. Oysa PYD’nin yaptığı, bölgede tahakküm kurmaya çalışırken, yurtsever Kürt hareketini de engellemektir. Bu ise rejimin tam da istediği şeydir.

PYD’nin ülkedeki Arap muhalefeti olan Özgür Suriye Ordusu ile ilişkileri başından beri iyi değildi. Son dönemde ise bu muhalefetin bir parçası, en radikal kesimi olan El Kaideci Nusra ile sınır bölgesindeki bazı kasabaların kontrolü için savaşa tutuştu. Bunda şaşacak bir şey yok. Bu aynı zamanda Suriye merkezi hükümetinin de istediği şey. Esat rejimi diğer bölgelerde muhalefetle ordusu vasıtasıyla doğrudan hesaplaşırken, Kürt bölgesinde bu muhalefetin engellenmesini PYD’ye bırakmış durumda.

Peki Türkiye’nin, Suriye politikası son olaylara nasıl yansıyor ve onları nasıl etkiliyor?

Malum, Türk hükümeti Suriye’deki halk hareketinin başından itibaren, Esat’ı çekilmeye ve yumuşak bir geçişe ikna edemeyince ona karşı tavır aldı ve muhalefeti açıkça destekledi. Bu da Suriye hükümeti ile ilişkilerin kopmasına yol açtı.

Türkiye’nin desteklediği muhalefet oldukça karmaşık bir yapıya sahip, ama İslami eğilimleri ağır basıyor. Bu muhalefetin saflarında “Iğvan-i Müslümin” denen Müslüman Kardeşler’in yanı sıra, son dönemde giderek güçlenen daha radikal, El Kaide yanlısı gruplar da var. Bu durum ABD’nin ve AB ülkelerinin muhalefete karşı mesafeli durmalarının, bu yüzden söz konusu iç çatışmanın uzamasının başlıca nedeni.

Türkiye, sınırlarında ÖSO’ya lojistik imkanlar, barınma ve geçiş olanakları sağlarken (ki buna El Nusra’cılar da dahil) sınır ötesinde Kürtlerin otonom veya federal türden bir statü elde etmelerini istemiyor, böyle bir gelişmeden kaygı duyuyor. Türkiye başlangıçta, Kürt örgütlerinin birliği olan ENKS’nin ÖSO’da yer almasını sağlamaya çalıştı.  Daha sonra da Öcalan yoluyla yön verdiği son “çözüm süreci”nden yararlanarak PYD’yi, Esat rejimiyle bağlarını koparıp muhalefetle anlaşmaya teşvik etti. Ama hem ÖSO’nun Kürt sorununa ilişkin katı tutumu, hem de PYD’nin rejimle bağlantıları buna meydan vermedi. Bu nedenle Resulayn’daki son çatışmada Türk hükümeti El Nusra’dan yana tavır aldı.

Öte yandan, Türk medyasındaki hükümete yakın bazı kalemler, PKK’nin güney sınırında Kürt devleti kurmakta olduğu yaygarasını koparanlara karşı, korkuya ve telaşa gerek olmadığını, her şeyin “sürec”e uygun biçimde yürüdüğünü, gelişmelerin kontrol altında olduğunu söylüyor, yani PYD’nin de denetim altında olduğunu ima ediyorlar. Bu tür yorumlar pek akla uygun olmasa bile, kafa karıştırıcı… Yoksa PYD, Öcalan’ın son tez ve önerilerine uygun olarak bu arada taraf değiştirip Türkiye’ye mi yanaştı? Ama böyle bir şey olsa ÖSO ile çatışmazdı. Görüldüğü üzere durum oldukça karmaşık ve Suriye’deki Kürt örgütlerinin politikası işte böylesine karmaşık bir ortamda şekillenmekte.

Ama bir şey oldukça açık: Türkiye Kürtlerin herhangi bir statü elde etmelerinden yana değil. Arap muhalefeti ÖSO da öyle, Suriye’nin geleceğinde Kürtlere özerklik gibi bir vaadi yok ve bunu düşünmüyor. Bu rejim yıkılıp yerine muhalefet geçse bile Suriye demokratikleşmiş olmayacak; yeni yönetim büyük ihtimalle Alevi kesiminden öç almak isteyecek ve kanlı çatışmalar sürecek. Bunun gibi, Hıristiyanlara, seküler kesime, Kürtlere yönelik baskılar artarak devam edecek. Esat rejimine gelince, onun PYD’ye sağladığı destek taktik bir tutum, yani bu zor dönemi aşmaya yönelik. Eğer bunu başarabilirse, artık bu ittifaka gerek kalmayacak, yine büyük ihtimalle PYD’ye ve Salih Müslim’e yol görünecek…

Peki durum Kürtler açısından tümüyle umutsuz mu? Kanımca değil. Ama bu Kürt kesiminin doğru bir politika izlemesine, özellikle de PYD ve PKK’nin izlediği yanlış tutumu terk etmesine bağlı.

PYD Rejimle bağlarının, aynen Öcalan’ın Suriye’de olduğu dönemdeki gibi güvenilir olmadığını bilmeli. Bu bağlardan yararlanıp diğer Kürt partileri üzerinde baskı mekanizması kuracağına, onlarla ittifaka yönelmeli, başarının ancak böylesi bir ulusal ve demokratik birliğe bağlı olduğunu bilmeli. İlkeli biçimde işleyecek ve güven verecek böylesi bir birlik, her durumda Kürt halkının bu parçada amaçlarına ulaşması için en uygun ortamı sağlar.

Bu olmadıkça hem PYD hem de Rojava Kürtleri bir bütün olarak kaybedeceklerdir.

Ama PKK-PYD kesimi bunu yapar mı? Bu uzak görüşlülüğü gösterir mi, böylesi yurtsever bir tutumu takınır mı? Bildik tanıdık PKK bakımından mucize gibi bir şey yani…

Dolayısıyla, medyanın ve PKK cenahının yalan yanlış enformasyonuna bakıp PYD şurayı ele geçirdi, burayı “özgürleştirdi” diye heyecana gelen Kürt çevreleri bu karmaşık durumu görüp, gerçekçi olmalı ve PKK-PYD kesimine yeni yanlışlarında bol krediler açmamalılar.

Kimse unutmasın ki bu kesimin boş övünmeleri ilk kez değil; onlar geçmiş yıllarda Kürdistan’ın Kuzey parçasını da birçok kez “özgürleştirmiş”, “Botan-Badinan hükümetleri” kurmuş, Güney’de “Zap Cumhuriyeti” oluşturup bol bol övünmüşlerdi. Sonuç ise malum…

Türkiye’nin tutumuna gelince…

Türkiye medyasında ve aydın çevrelerde, Suriye Kürt bölgesinde olup bitenlerle ilgili olarak duyulan tüm kaygılara, tüm abartılmış haberlere ve kışkırtmalara karşılık soğukkanlı sesler de duyuluyor. Bazıları Kürtlerin bu bölgede elde edecekleri bir statü nedeniyle telaşa kapılmak için neden olmadığını söylüyorlar. Gerçekten de böyledir. Türk tarafı Batı Kürdistan’da Kürt halkının hak ve özgürlüklerine kavuşmasından ürkmemeli. Bunun Türkiye’ye ve Türk halkına bir zararı yoktur. Bu zaten olması gerekendir.

Türk hükümetinin bundan duyduğu kaygı ve Esat rejimine duyduğu öfke nedeniyle El Nusra gibi terörizmi temel politika yapmış radikal gruplara destek vermesi, yine, çığırtkan şer gruplarının çağrılarına uyup bölgeye silahlı müdahalede bulunması, izlenecek en yanlış politika olur ve hem Türkiye’nin hem bölgedeki diğer halkların başına yeni işler açar. Suriye’ye yönelik izlenecek en doğru politika bu ülkede yeni bir anayasa ve serbest seçimlerle demokratik bir rejimin oluşması için çaba göstermektir. Söz konusu anayasa bu ülkedeki farklı etnik grupların (Sünni ve Alevi Araplar, Kürtler, Hıristiyanlar, Dürziler) hak ve özgürlüklerini güvence altına almalıdır. Bu ise federal ve demokratik bir Suriye demektir.

Türkiye bölgede barışın bir an önce tesisini istiyorsa buna uygun, yani Suriye’deki tüm tarafların hak ve özgürlüklerini gözeten bir politika izlemelidir.

About Post Author