25 C
Diyarbakır
Cumartesi, Mayıs 21, 2022

Sekinandina şer ne safîkirina pirsa kurd e

Yaklaşık okuma süresi: 6 dakika

Seyîdxan Kurij

Derbarê vê pêvajoyê de nerîna me gellekî zelal e. Em sekinandina şer di cîh de dibînin. Lê di heman demê de em dibêjin sekinandina şer ne safîkirina pirsa kurd e. Pirsa kurd pirseke neteweyî ye û divê li ser esasê wekheviyê çareser bibe.


Li aliyê din divê di safîkirina pirsa kurd de HAK-PAR jî wek muxatab were qebûlkirin.

Herwiha hewce ye ji bo normalîzebûnê efûyek derkeve û rêya siyasetê ji herkesî re vebe. Yên li zindanan werin berdan. Astengên li pêşiya rêxistinbûn û beşdariya siyasetê werin rakirin.

***

Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij – Amed

Di Newroza îsal ya li Amedê de serokê PKKê Abdullah Ocalan zengilê pêvajoyeke nû di navbera Tirkiye û PKKê de lêda: Destpêkê şerrawestandin û ji 8ê Gulana 2013ê û pê ve vekişandina gerîllayan ji nav axa Tirkiyeyê ber bi Başûrê Kurdistanê ve. Piştî BDPê, li Bakurê Kurdistanê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) partiya herî berbiçav ya Kurdan e di qada siyaseta lêgal de. Bi destpêkirina vê pêvajoya dawî, ku weke pêvajoya çareseriyê tê binavkirin, BDP weke baskê lêgal yê PKKê bêtir kete rojevê. Lê aliyên din yên kurdî gazincan dikin ku ew di vê pêvajoyê de tên paşguhxistin. Cîgirê serokê HAK–PARê Bayram Bozyel daxwaz dike ku partiya wî jî weke yek ji muxatabê çareserkirina pirsa kurd li Bakur bê pejirandin û guhdarîkirin.


Rûdaw: Beriya demekê di navbera Saziya Sîxuriyê ya Neteweyî MİTê û Abdullah Ocalan de hevdîtin pêk hatin û piştre şandeyên BDPê ji çûn cem Ocalan. Piştî wan hevdîtinan di Newrozê de Ocalan bang li PKKê kir ku hêzên xwe yên çekdar bikişîne derveyî Tirkiyeyê. Hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin?


Bayram Bozyel: Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ku di 21ê Adarê de hate xwendin de, banga şersekinandinê kir û ji PKKê daxwaz kir ku hêzên xwe derxe derveyî Tirkiyeyê. Em vê banga Ocalan erînî dibînin û piştgiriyê didinê. Ji ber ku êdi bi şer ti tişt bi dest nekeve. Eksê wê, şer li pêşiya hewldanên siyasî û rêya diyalogê bibû gireka mezin. Bi sekinandina şer û paşvekişandina hêzên çekdar pirsa kurd safî nabe, lê derbarê pirsa kurd de ji bo çareseriyeke aştiyane dikare zemineke nerm pêkbîne.


Em biryara rawestandina şer di cih de dibînin. Lê ji xeynî vê biryarê ti bername yan jî nexşerêyek xuya nake. Divê pêwendiya di nabeyna şer û pirsa kurd de neyê jibîrkirin. Sekinandina şer gaveke baş e, lê bi vê pirsa kurd safî nabe. Hewce bû di heman demê de hikûmetê ji bo çareserkirina pirsa kurd bernameyek diyar bikira, sekinandina şer wek destpêkek binirxanda.


Di rewşeke wisa de safîkirina pirsa kurd ne mimkun e. Ji ber ku derbarê safîkirina pirsa kurd de ti bernameyeke hikûmetê tine ye. Lê ez bawer dikim ku rewş wê roj bi roj ber bi başiyê ve bikemile û zemina çareseriyê xurt bibe.


Ji peyamên Abdullah Ocalan, ku niha ji raya giştî re eşkere ne, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê bernameyek xuya nake. Heta behsa daxwazên BDPê yên wek perwerdeya bi zimanê zikmakî û “Xweseriya Demokratîk” ji nayên zimên.


Bayram Bozyel: Belê rast e. Di peyamên Ocalan de pirsa şer derdikeve pêş. Îro zêde behsa xweserî û perwerdeya bi zimanê zikmakî nabe. Eger Ocalan û BDP bi giştî dev ji van daxwazan berdin ev tiştekî gellekî xirab e. Lê eger tenê ji bo îro van daxwazan dernaxin pêş, ev tiştekî din e. Lê bi baweriya min Kurd divê ti caran daxwazên xwe yên rewa piştguh nekin û ji rojevê dernexin.


Destpêkê Kemal Kiliçdaroglu got me kredî dayê hikûmetê, lê piştre paş ve gav avêt. Hûn helwesta CHPê çawa dinirxînin?

Bayram Bozyel: CHP di nava sergêjiyeke mezin de ye. Kiliçdaroglu ji aliyekî de dixwaze qalikê CHPê bişkîne û wê ji bandora statûkopereziyê xilas bike. Lê ji bo vê gavê xwediyê bîr û baweriyeke xurt nîne. Di dema borî de carcaran tiştên baş gotin. Lê bi giştî rêya guhertineke mezin venekir. Bandora Baykal û hevalbendên wî neşikand. Ji ber vê yekê niha careke din li hember pêvajoya nû disekinê û sistema Kemalîst diparêzê.

Hûn destnîşankirina Komisyona Aqilmendan çawa dinirxînin? Li gor dîtina we ew Komîsyona Mirovên Aqilmend wê di pêvajoyê de roleke çawa bilîze?


Bayram Bozyel: Avakirina Komisyona Aqilmendan bi tevayî fikreke baş e. Û niha wek di pratîkê de jî xuya dike, roleke baş dileyîzin. Diviyabû ku komisyoneke wisa bi riza çar partiyan bihata avakirin. Lê wek tê zanîn MHP bi giştî li hember pêvajoyê ye û ne mimkun bû ku bibûya xwedî pêşniyar. CHPê jî helwesta xwe zelal nekir û hîn jî nekiriye. Serokwezîr dikarîbû zêdetir ji BDPê alikarî bistîne lê wisa jî nebû. Bi kurtî komisyon dikarîbû bi awayekî hîn berfirehtir were avakirin. Lê bi vî awayî jî dikare piştgiriya pêvajoyê bike û sûd jê were wergirtin. Rol û însyatîfa ku komisyon bicîhbîne heta asteyekê bi helwesta hikûmetê ve girêdayî ye. Lê carcaran jî komisyon dikare bi pêşniyar û bi raporên ku amade bike, tesîreke erênî li ser hikûmetê û li ser pêvajoyê bike.


Di meclise de bi navê Lêkolîna Pêvajoya Çareseriyê komisyonek hat damezirandin. Hûn wê çawa dibînin?

Bayram Bozyel: Komisyona ku bi navê ‘Lêkolîna Pêvajoya Çareseriyê’ hat damezirandin gaveke baş e. Bi avakirina vê komisyonê  meclis raste rast kete nava pêvajoyê û berpirsyarî girt ser milê xwe. Bi awayekî din hewldanên pêvajoyê gihîştin asteke nû, rewabûna wê xurt bû.

Ev komisyon ji aliyekî ve li gor hewcedariyên pêvajoya çekberdanê dikare pêşniyaran ji parlementoyê re pêşkêş bike, ji aliyekî din ve pirsa kurd bîne qada parlementoyê, ji bo nîqaşkirin û safîkirinê pêşengiyê bike.


BDP û PKK ji bo paşvekişandina çekdarên PKK ji meclisê mîsogeriya yasayî daxwaz dikin. Divê meclis çi bike?

Bayram Bozyel: Ji bo silametî û ewlekariya pêvajoyê hewce ye meclis hin tedbîran bistîne. Ya rastî ewe ku meclis efûyekê derxe, da ku evên li serê çiyayan vegerin malên xwe yan jî bikaribin bi awayekî azad beşdarî siyasetê bibin.


Hûn bi giştî derbarê vê pêvajoyê de axaftinên serokwezîr û helwesta hikûmetê çawa dinirxînin?

Bayram Bozyel: Serokwezir ji bo safîkirina şer vê carê gellekî bi biryar e û li hember şerxwazan baş li ber xwe dide. Lê li himber Kurdan jî gellekî pozbilind e. Naxwaze însyatîfê bi kesekî re parve bike. Siyaseteke pragmatîk dimeşîne.


Pêvajoya nû wek pêvajoya çekberdanê destnîşan dike. Behsa pirsa kurd nake, lê li aliyê din behsa Kurdistana dema Osmaniyan dike û dibêje Tirkiye divê ji sistema eyaletan netirse. Ev jî nişan dide ku çiqasî bi awayekî vekirî neyîne ziman jî, pirsa kurd di rojeva wi û ya dewletê de ye jî. Bi qenaeta min, bi van nîqaşan dixwaze ji niha ve civatê ji hin tiştan re amade bike.


We jî di Newrozê de li Amede bi gel re li peyama Abdullah Ocalan guhdarî kir. Derbarê wê peyamê de helwesta gel çawa bû?

Bayram Bozyel: Gelê kurd bi giştî ji sekinandina şer keyfxweş e. Lê ji aliyê din ve jî xwedî gellek şik û gumanan e. Ji ber ku di peyama Ocalan de derbarê daxwazên Kurdan yên neteweyî û demokratîk de ti tespîteke vekirî tine bû. Piştî şerekî ewqasî dirêj, piştî ewqas eziyet û berdêl gelê kurd hêvî dikir ku wê bigihije hin armancên xwe. Lê ev nebû, ev jî bû sedema dilşikestinekê. Lê ew nayê wê maneyê ku Kurd dewamiya şer dixwazin.

Di vê pêvajoyê de peşniyar û projeya HAK–PARê ya konkrêt çi ye?

Bayram Bozyel: Derbarê vê pêvajoyê de nerîna me gellekî zelal e. Em sekinandina şer di cih de dibînin. Lê di heman demê de em dibêjin sekinandina şer ne safîkirina pirsa kurd e. Pirsa kurd pirseke neteweyî ye û divê li ser esasê wekheviyê çareser bibe.

Li aliyê din divê di safîkirina pirsa kurd de HAK-PAR jî wek muxatab were qebûlkirin.


Herwiha hewce ye ji bo normalîzebûnê efûyek derkeve û rêya siyasetê ji herkesî re vebe. Yên li zindanan werin berdan. Astengên li pêşiya rêxistinbûn û beşdariya siyasetê werin rakirin.


Ji bo safîkirina pirsa kurd divê nasnameya Kurdan di qada destûrê de were naskirin. Mafê perwerdeya bi zimanê kurdî û mafê xwebixwe îdarekirinê di destûrê de cihê xwe bigire. Tirkiye li gor hewcedariya pirrneteweyiya welêt ji nû ve bi awayekî federatîv sazbibe.


Ji bo ku ev pêvajo ji bo bidestxistina mafên rewa yên netewa kurd bibe derfetek, divê çi were kirin?

Bayram Bozyel: Êdî Kurd divê giraniya xwe bidin ser xebata siyasî ya legal. Daxwazên xwe yên neteweyî û demokratîk zelal bikin û li ser wan lihevhatineke berfireh pêkbînin. Tifaqeke xurt çêkin, da ku  bikaribin daxwazên xwe li ser dewletê ferz bikin.


Ev pêvajo wê li ser jinûveavakirina tevgera kurd tesîreke çawa bike?

Bayram Bozyel: Piştî dema şer tiştekî asayî ye ku tevgera kurd xwe ji nû ve sazbike. Tevgera kurd wê ber bi demokratîkbûn û plûralîzebûnê ve biguhere. Ez bawer im tevgera kurd wê di dema nû de him bi xwe re, him jî bi dinyayê re zêdetir lihevhatî be. Dibe ku hin tevgerên heyî di pêşerojê de cihên xwe ji yên nû re bihêlin.


Tê gotin ku DYA û hikûmeta Kurdistanê jî di nav vê pêvajoyê de ne û ji ber ku Tirkiye dixwaze di Rojhilata Navîn de roleke emperyal bilîze, hewcedariya wê bi Kurdan heye.


Bi ya min di pêvajoyê de hebûna Amerîka û ya Kurdistanê baş dibe. Ew dikarin bibin garantorê pêvajoyê. Eger li ser esasê wekhevî û azadiyê be, tifaqa Tirk û Kurdan tiştekî ne xirab e. Pirsa ku Tirkiye û perçeyên din yên Kurdistanê bibin yek jî, ne pirsa îro ye. Herwiha pirseke hêsan jî nîne. Eger Tirkiye di pirsa kurd ya navxweyî de çareseriyeke esasî û balkêş biafirîne, wê demê belkî Tirkiye bikaribe bala perçeyên din yên Kurdistanê jî bikişîne û ew pirs were rojêvê. Bi kurtî ez vê pirsê ji bo îro pirseke aktûel û rasteqîn nabînim.


Têbinî: Ew hevpeyvîn di RUDAWê de jî hat weşandin.


İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Cumartesi, Mayıs 21, 2022