14 C
Diyarbakır
Pazartesi, Mayıs 16, 2022

ZAROKÊN KURD ÎSAL JÎ Jİ PERWERDEYA ZİMANÊ DAYÎKÊ BÊPAR DİMÎNİN

Yaklaşık okuma süresi: 3 dakika

 

ZAROKÊN KURD ÎSAL JÎ Jİ PERWERDEYA ZİMANÊ DAYÎKÊ BÊPAR DİMÎNİN


Sala nû a perwerde û hînkarîyê destpê dike.. Nêzîkê 18 milyon xwendevan wê herin dibistanan.Ji van bi sedan hezarê wan bi eslê xwe ne Turk in. Kurd, Ermen,Rum, Laz,Boşnak û Erebin, yan jî, ji eqalîyetên curbecurun.Pir kes ji wan, helbet Kurdîn.Ev xwendevanên di dibistanan mixabin ku wê bi ziman û çanda Turkî werin hînkirin û perwerde kirin.Ewê xasyetên xwe yên netewî li derva bihêlin û wisan gav bavêjin nav holên dibistanan.

Bi sed hezaran zarokên Kurd sitûxwar wê herin dibistanan.Li dibistanên Kurdîstanê, babeta dersê wanê yekem, bêguman wê ”Ez Turkim” be.”Turkim, rastim, Zirekim”. Paşî wê bi wan bidin jiberkirin ku:dibêjin ”Hebûna min bila fidayê hebûna Turkayetî be” û piştre ji, bi hezaran car hevoka” Yên herî serfiraz ewin ku dibêjin em Turkin.” dubare bikin.Yanî zarokên Kurd wê derewan û xapandinê dest bi xwendinê bikin.

 

Li Turkiyê di van deh salên rabirdî de, di warê ziman,çand, edebîyat û hunerî Kurdî de gelek gavên giring hatin avêtin.Zimanê Kurdî ji qedexebunê xelas bu.Radyo û Televizyona dewletê dest bi bernameyên Kurdî kir. Di du zankoyan de beşê edebiyat û zimanê Kurdî dest bi hînkarîyê kirin,raya fermi a dewletê ku li ser red, inkar û asîmilasyonê ava bibu, guherî,hebûna Kurdan hate qebûl kirin. Belê ev yek beramber bi demên borî gelek tiştên giringin.Her çend ku serbestbuyina zimanê Kurdî û qebûl kirina hebûna gelê Kurd, di destûra giştî û zagonan de cih negirtibe jî, û serbestbûneke nîvco be jî, disan tê de feyde heye ji bona zindemayîna ziman.

Di vê salê de jî, bi sed hezaran zarokên Kurd,wê nema karibin bi zimanê dê û bavan bi zimanê zikmakî perwerde bibin û hîn bibin.Lewraye ku roj biroj wê ji xasyetên xweyên netewî dûr bikevin û bîyan bimînin.Zarokên Kurd wê bi zimanek bîyan dest bi hînbuyîna derdor û dinyayê bikin.Ev yek tiştek gelek cefakare. Bîr û raya zarokên Kurd wê biguhere, feraset û fêma wan wê kêmkar birêve here.Sedem ku ne bi zimanê xwe perwerde dibin wê her tim xwe kêm bibînin.Zimanê dayîka xwe bêfeyde û erzan û bêrûmet hisab bikin.

Perwerde û hînkarî divê bi zimanê zikmakî be. Ew dewletên ku vî mafİ derdest dikin ew demokrat nayên hesab kirin.Demokrat ew kesin ku parezgar û piştevanê perwerdeya bi zimanê dayikin.Divê ev heqê sereke û xwezahî ku bi salanê ji Kurdan hatîye xesp kirin û dizîn,bi paşve were dayîn.

Zimanê Kurda hebûna Kurdaye.Eger hebûna Kurda bi fermî hatibe qebûl kirin divê zimanê Kurdî jî bibe zimanek fermi û bibe zimanê hînkarî û perwerdekarîyê.Ew maf û berjewendîyên Kurdan ku do hatibun xesp kirin û îro serbest jîyana xwe didomînin, lazime bikevin bin ewlekarîya destura gişti û zagonan.

Li Turkîyê hê jî di hemû pirtuk û kovarên hînkarîyê û amûrên perwerde û hînkarîyê de,xal û raya Tekayetî û Turkayetî di ciyê xwe dene. Ev amur divê ji van xalên nijatperest, şoven û asimilasyonist werin paqij kirin.Pergala hinkarî,divê ji navê “Perwerdeya Milli” necat bibe. Lewra Turkîye welatek pirreng û pirdenge û divê li ser vê heqîqet û rastîyê ji nuve were sererast kirin.

Lazime di vê sala nu a perwerdeyê de, dê û babên Kurd cehd bikin ku bi zarokên xwe dersên Kurdî a Bijarte bidin bijartin.Helbet ev yek , bêsiudiyek mezine ku mirov zimanê xwe di hînkarîyê de, beramber bi zimanek biyanî bibjêre. Lê ev jî di mercên îro de, keys û fesaleke di rêya jiyandin û fêrbuyîna zimanê Kurdî de.

Ji perwerdeya nijatperest, şoven û asimilasyonist re bibêjin na.

Divê pergala perwerde û hîkarîyê ji sepandin û bandûra hemû reng û xalên tekayeti û Turkayetî cuda bibe.Lazime navê wezareta perwerdekarîyê ku “ Perwerdeya Milli” ye were guhertin.Pergal û mifredat û naveroka hînkarî a Perwerde û hînkarîya Turkiyê were guhertin û li ser asas û binyatek pirdeng û demokratîk ji nuve were damezrandin. Bila navê wezareta hînkarî û perwerdeya Turkiyê were guhertin. Pergala perwerdeya Turkîyê ji navê “perwerdeya milli” necat bibe. Em li ser navê Partîya me HAKPAR, bi sedema destpêka sala nu a perwerde û hînkarîyê ji hemû zarokên welat re serkeftin û hiş û mejîyek zelal û fêm û feresetek delal daxwaz dikin.

18 Îlon 2016

Buroya çapemeniyê ya HAK-PARê

İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Pazartesi, Mayıs 16, 2022