25 C
Diyarbakır
Cumartesi, Mayıs 21, 2022

HAK-PAR: Em êrişa terorî ya ku roja 18.08.2016a li Xarpêtê li ber Muduriyeta Ewlekarîyê çêbû bi tundî rûreş dikin

Yaklaşık okuma süresi: 2 dakika

HAK-PAR:
Em êrişa terorî ya ku roja 18.08.2016a li Xarpêtê li ber Muduriyeta Ewlekarîyê çêbû bi tundî rûreş dikin


Êrişa terorê ya li Xarpêtê, bû berdewama zincîra bûyerên ku berê li Diyarbekir, Wan û Bitlîsê çêbûbûn.

Teror ne dikare bibe rîya maf bidestxistinê, ne jî xizmeta tu dozê dike.

 

Teror rîyeke tarî û kirêt e ku dikare her dozeke heq bilewitîne; destê hêzên nijadperest, şoven-mîlîtarîst xurt bike.

Teror sûcekî mirovatîyê ye ku herî zêde dibe sedemê kuştin û birîndarkirina mirovên bê sûc û guneh.

Mixabin li bajarên Kurdan, navendên ku bi piranî Kurd lê dijîn, wesayîtên bi tonan bombe barkirî tên teqandin. Yek ji van çalakîyên xwînxwar li Xarpêtê jî hat kirin.

Di vê kiryarê de gelek sivîl jî birîndar bûn.

Li gor ragîhandinan; 3 polês hatine kuştin, 145 kes hatine birîndarkirin ku ji van 2 kes di xetera mirinê da ne. Ji birîndaran 85 polês, 60 kes sîvîl in.

Yên ku bi xwînê, bi kuştinê, bi teqandina bombeyan kaosê çêdikin, dixwazin wek li Surîyê şerê navxweyî derxin ji bo ku bigîjin armancên xwe yên kirêt ku dixwazin li welatê Kurdan kaoseke mezin ya bi xwîn û bê merhamet bînin holê.

Ev çalakî tenê dikarin xizmeta dijminên gelê Kurd yên ku li dijî têkoşîna azadîya gelê Kurd in bikin. Ji ber bi çalakîyên bi vî awayî mebest ew e ku jîyan namîne li bajarên Kurdan û di encamê da Kurd bi awayekî girsî welatê bav û kalên xwe terk bikin û birevin rojavayê Anatolîya.

Ev plan esse wê paşda li wan vegere, gel wê vê leyistikê vala derxe.

Em bawer dikin ku yên ku van êrişên xwînî plan dikin, dê rojekê muheqeq bên darizandin û di wijdana hevbeş ya mirovatîyê da bên mehkûmkirin.

HAK-PAR a ku herdem êrişên terorî rûreş û mehkûm kirîye, wisa jî naletê li wan dike yên ku ev êrişa terorî kirine, ji mirovên kuştî yên bê guneh ra rehmetê, ji malbatên wan ra sersaxîyê, ji birîndaran ra şifa xêrê dixwaze.

18.08.2016

HAK-PAR
Buroya Çapemenîyê

İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Cumartesi, Mayıs 21, 2022