14 C
Diyarbakır
Pazartesi, Mayıs 16, 2022

HAK-PAR: Em êrişa ser Navenda Koma Medya Rudawê bi tundî şermezar dikin

Yaklaşık okuma süresi: < 1 dakika

HAK-PAR: Em êrişa ser Navenda Koma Medya Rudawê bi tundî şermezar dikin

2016-06-25 22:41

Em êrişa ser Navenda Koma Medya Rudawê li paytextê Herêma Kurdistanê Hewlerê bi tundî şermezar dikin.

Êrişa ser Navenda Rudawê duh nîvê şevê bi avêtina bombeyên destan û gullebarankarinê hatibû kirin. Di encama vê êrişa terorîst de çar karmend jî hatibûn birîndarkirin. Mixabin ev ne cara yekem e ku Rudaw dikeve ber êrişên weha. Bêguman ev êrişên han karê wan e yên ku ji belavkirina fikir û ramanên cuda û ji zanîna rastîyê ji alîyê raya giştî ve ditirsin. Yên ku pir rengîyê û pir dengîyê hezim nakin, ji şefafî û zelalîyê aciz in dest diavêjin kiryarên terorîstîyê.

Bi destê kî dibe bila bibe, bi çi armancê dibe bila bibe, ev êrişa li ser sazîyên ragîhandinê, êrişek e li ser mafê girtina xeber û nûçeyan û azadîya gel e.

Wek HAK-PAR em hêvî û daxwaz dikin ku ev kiryara kirêt rojekê zûtir bête ronîkirin û êrişker û hêzên li pişt wan bên dîtin û bên ber dadgehê. Em piştgirîya xwe ji Rudawê re dîyar dikin.

25.06.2016

HAK-PAR
Buroya Çapemenîyê

İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Pazartesi, Mayıs 16, 2022