23 C
Diyarbakır
Pazartesi, Mayıs 16, 2022

59 saliyaya Partîya Demukrata Pêşverû (PDPKS )

Yaklaşık okuma süresi: 2 dakika

5-6-2016’ de, 59 saliyaya Partîya Demukrata Pêşverû (PDPKS ) li Stembol hat pirozkirin.

Destpêka ahengê bi xêrhatina mîvanan dest pêkir, li ser giyanên pakrewanên Kurdistanê û sirûda Ey Reqîb hate xwendin.

Di pişt re, gotina rêxistinên Pêşverû li Turkî û Istenbolê ji Alîyê kek Ehmed Qasim ve hate pêşkêkirin û xwendin.. Di gotinê de, bal kişande ser kirîzên di herêma rojhilat de bi tevayî, û Sûrî bi şêwakî taybet, her weha li ser kêşe û piroblêmin kurdî û ne yekrêziya kurdan, û desthilatdariya PYD li ser herêmin Kurdistana Sûrî bi zora çek aşkere kir, û riya çareserî çîye, tekez li ser wê kir.

Di dûde axaftinên mêvanan dest pêkir.

Li ser navê Partiya maf û Azadiyan (HAK-PAR) endamê meclisa parti Mehmet Baki Arslanargun û endamê lıjneya rêzkari ya navendi Mahmut Bilen beştar bu.

 


Mehmet Bakî Arslanargun) gotina partiya xwe waha ani ziman:
Silav li heval û hogirên meyê hêja. Em salvegerandina 59 saliya Partiya Demukrata Pêşverû pîroz dikin. Di destpêkê de serokê Partiya Demukrata Pêşverû birêz Hemîd Derwêş û ji ber ko vi pirozbahiya hêja amade kiriye ji kek Ahmed Qasim re spasdarin. Heval û dostên meyê hêja, Iro mixabin li her çar hêlên Kurdistanê de kuştin xwinxari û wehşîyet heye, dijmin ji ber ko zêdene bi fendek nexweş me kurdan bê maf hîştin, nehîştin ko em çavê xwe vekin. Bi awekî jî nehîştin wekhevî da nava hêzin kurdan de were pêkanîn. Li ser navê HAK-PAR ê ji tev hêzên Kurdistanîyan re bang didim û dibêjim werin em dest bidin hev, xwe ji vî nexweşiyê xelaskin.
ji ber ko em kar û xebatê rasttir jî pêk bînin û ji bo wekhevîya me bibe mînak her daîm, em amadene û deriyê me her daim jibo we vekiriye.
Bi hêvîya azadî û serfîrazî 59 saliya Partiya Demukrata Pêşverû dûbare pîroz dikim. Silav û rêz .

 

İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Pazartesi, Mayıs 16, 2022