14 C
Diyarbakır
Pazartesi, Mayıs 16, 2022

Lİ HAKPARA STENBOL KONFERANS

Yaklaşık okuma süresi: < 1 dakika

Lİ HAKPARA STENBOL KONFERANS

Roja 22.05.2015,roja yekşemê,saet li 15.00 yan li Stenbolê liqa HAKPARê konferansek bi navê “SEDSALÎYA PEYMANA SYKES PİCOT” pêk hat.Endamê Meclisa HAKPARê Mehmet Baki Aslanargun pêş ku konferans destpê bike videoyek gelek binirx amade kiribu. Konferans bi temaşeya videoya konsera orkestra senfonî ya Dilşad Seîd destpêkir. Paşî serokê HAKPARê a şaxê Stenbolê Mistefa AYTAŞ li ser giringî u naveroka rojê axaftinek kir u peyîvdara da nasîn, pêra jî konferans bi Kurdi dest bi karê xwe kir.

 

Peyîvdarên konferansê ji Cigirê Serokê Giştîyê HAKPARÊ Latif EPÖZDEMİR,Endamê Komîteya Herêma Stenbolê a PDK-S Mistefa EBDO; Rojnamevana Rêxistina SOZ Jîn.Dr.Arî MAMED u nûnerê PDPKS (Pêşverû) Ehmed QASİM berîte bun.

Di konferansê de, Ehmed QASİM: Li ser “Sedemên kû SYKES PİCOT peyda kirin çi bûn,SYKES PİCOT çi tesirek danî ser herêma Rojhilata Navîn.”

Jin.Dr.Arî MAMED: Li ser “ Rola Medya Kurdî di dema peymana SYKES PİCOT de,rewşa jin u ciwanên Kurd a wê dema dabeşkirina herêmê.”

Mistefa EBDO : Li ser “Piştî SYKES PİCOT çî j ime tê xwestin,di qonaxê nû da pirsa yekîtîya Kurdan” gotarên xwe pêşkêşê temaşevanan kirin.

Li ser navê HAKPARÊ Latif EPÖZDEMİR jî,him moderatorîya konferansê kir u him jî wek peyîvdar ditîn3en xwe derheqê peymana SYKES PİCOT de anî zimên.Latif EPÖZDEMİR :Li ser van xalan rewestîya: ”Berîya SYKES PİCOT pewendîya Kurd u Osmanîyan,Tevgera Şêx Mehmudê Berzencî u têkilîyên peymandarên SYKES PİCOT,Çima ev peyman karîger nebû u rola xwe nekarî bi tevayî encam bide.”

Konferans piştî pêşkêşkirina rayên gotarvanan bi rexne u pirsên temaşevanan dewam kir.Gengeşî u şiroveyên binirx hatin qal kirin.Temaşevanan heta dawîyê bi baldarî man beşdarê konferansê.Di nav temaşevanan de Kurdên Kurdistana Surîye yên penaber jî gelek bun. Konferans yekem çalakîya hevpar a Kurdên Rojavayê Kurdistanê u HAKPAR a Stenbolê bu. Konferans bi serketin encam da.

İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Pazartesi, Mayıs 16, 2022