11 C
Diyarbakır
Salı, Mayıs 17, 2022

MELA MISTEFAYÊ BERZANÎ Dİ BÎRA GELÊ KURD DE,HER TİM DİJÎ.

Yaklaşık okuma süresi: 2 dakika

MELA MISTEFAYÊ BERZANÎ Dİ BÎRA GELÊ KURD DE,HER TİM DİJÎ.

 

Serokê nemirê miletê Kurd Mela Mistefayê Barzani, berî 37 salan ji nav Kurdan koçebar bû çû ser heqîya xwe.Rêzdar Berzanî,di 76 sal jîyana xwe de her tim dilê xwe da ber dilê Kurdistanê u di rêya azadîya Kurdistanê de, bê sekin u seqar, bi şev u roj,li deşt u çiya u zozanên Kurdistanê di sengerên parastina can u mal u şerefa Kurdan de cîh girt u heta axirîn nefesa xwe,tekoşîna rizgarîya Kurdistanê bi mêrxasî meşand.Berzani ji bo gelê Kurd wek kela berxwedanê u kela têkoşerîyê ye.Lewraye ku navê Berzani di dîroka Kurdistanê de, bi herfên zêrîn hatîye nivsandin

 

 

Mela Mıstefa BARZANİ sala 1903’ê yan hate dinyayê.Ew hê du salî bu di sala 1905 an de,bi dayîka xwe re hate girtin u kete hepsa Diyarbekir.Mela Mistefa pişti dû salan di çar salîya temenê xwe de li Mûsilê disa kete hepsê. Berzani,cara diduyan di 29 salîya xwe de cereke din li Türkiyê, 1932 yan de,hate hepis kirin u du sal ma girtî.Sala 1919 yan çû hewara Şêx Mehmudê Berzenci. BARZANİ sala 1920’an de bi Şêx Seid re pêwendî danî. Di sala 1930’yan de,xwe geyande çîyayê araratê u dest da destê İhsan Nuri Paşa.

 

Berzani,di sala 1946 an de dema ku li Mahabadê Komara Kurdistanê ava bu di gel hêza pêşmergan vekişîya Mahabadê u bi biryara hikumeta Komara Kurdistanê bu fermanderê giştîyê leşkerên Kurdistanê.Pişti ku komara Kurdistanê hilweşîya Berzani derbasî Rusyayê bu demeke dirêj li wir ma.Sala 1958 an ku dema kul i Iraqê Evdilkerim Qasim hate ser kar, BARZANİ 6’ê Êlûna sala 1958’an vegerîya Bexdayê.Hikumeta E.QASİM xweserîya Kurdistanê ilan kir u Berzanî bi şêweyek fermî wek nûnerê Kurdistanê qebul kir. Mixabin ku ev dem jî zêde ne ajot.Berzanî careke din berê xwe da çîya u dest bi şerê çekdarî kir.

 

Her wiha sala 1970 yan 1’ê adarê bu destpêka baharek nu ji bo gelê Kurdistanê. Xweserîya Kurdistanê careke din hate naskirin.Ev serketinek bi coş bu u di vê encamê de marifetên Berzanî nayê jibîr kirin.Mixabİn ku pişti peymana Iraq u Rusyayê, xweserîya Kurdistanê careke din têkçû u gelê Kurdistanê koçebar bu, kete nava zılm u zordarîyek bêhempa.Berzanî rêveberîya gelê xwe di van mercan de jî meşand u di dilê gelê Kurd de bu wekhêvîyek.Bi peymana Cezayir ji Berzanî serê xwe ne tewand u gelê Kurdistanê teslim nebu li ber xwe da. Serhildana gelê a di bin serokatîya Mela Mistefa de, li Kurdistana başûr heta axirîn nefesa Berzanîyê nemir dewam kir.

 

Nemir Mela Mistefa sala 1979’an roja 1’ê Adarê jîyana xwe ji dest da u koçê dawî kir.

 

Berzanî, di diroka Kurdan de navê berxwedan u serhildanê ye.

Barzanî di mejî u fereseta Kurdande efsaneyek e.

Berzani kehle u binyata azadîya Kurdistanê ye.

 

Partîya maf u Azadîyan/ HAKPAR Mela Mistefayê Berzanî birêz yad dike.

 

Latif EPÖZDEMİR

Cigirê Serokê Giştîyê

Partîya Maf u Azadîyan/ HAKPAR

İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Salı, Mayıs 17, 2022