27 C
Diyarbakır
Çarşamba, Mayıs 18, 2022

HÊVÎDARİM KU SALA NÛ BİBE SALA AZADÎ U AŞTÎYÊ

Yaklaşık okuma süresi: 3 dakika

HÊVÎDARİM KU SALA NÛ BİBE SALA AZADÎ U AŞTÎYÊ

 

Salake din jî,li dû me ma. Sala borî, bi gelek çetnahî u alozîyên welat u herêma me derbas bu.Li welat piştî demeke aram,li dû encamên hilbijartinan careke din qeyranek sîyasî destpê kir u aramî cîyê xwe da pevçûn u şer u tundayetîyê.

 

Di sala 2015’yan de jî, mixabin ku pirsgirekên serekeyên welat bi şêwazek aştîyane nehatin çareser kirin.Li ser navê çareserkirina pirsgireka Kurd,rêyaku herdu hêzên çekbidest dane ber xwe, ne rêyek rasteqîn e.PKK tundayetî u şerê çekdarî vekişand nav bajaran u dest bi şerê kolanan kir.Xendeqa veda, barîqat u sengera pêk anî, tax u kolanên bajaran kir qada şer.Guh neda hewar u gazîya gelê Kurdistanê.Bi mebesta îlan kirina “xweser’i” yê,herêmê xiste nav agirek dijwar.

 

 

Dewletê jî, li himber tundayetîya PKK bi tanq u top u çekên giran hêrişan bir ser tax u bajarên ku PKK têde xendeqan vedaye.Li dawîyê bi derb u zerbên bombe u çekên giran ên herdu alîyan, bajar kavil bun, avahî hatin xwarê, gelek cî u warên dîrokî u çandî xesarê dîtin, şewitin yan jî wêran bun.Niştecîyên navçeyên pevçunan man di navbera agirê herdu hêzan u naçar terke dîyar bun, mal u milkên xwe bicî hiştin u koçebar bun.Gelê Kurd li benda maleke avadan, welatêkî azad bu,lê mala xwe bi ser de hate xera kirin, welat bu gola xwînê u histêrên çehvê dayîkan.

 

Me wekî Partîya Maf u Azadîyan her tim rageyand ku ev rê, ne rêyek raste, Ev rê malwêranîye.Lazime şer raweste u ev pêvçûn u tundayetî bisekine, şerê çekdarî biqede,çek ji pêsîra sîyaset u jîyanê veqetin.Ev şerê kiret u qirêj xesarek mezin dide gelê Kurd.Kesê ku welathiz bin gere nebin sedemê kawil kirin u wêran kirina mal u welatê xwe. Lewra me got ku divê PKK dev ji çekan bedre u bi rê u olax u şêwazên aştîyane u demokratîk tekoşîna xwe bidomîne.Her wiha dewlet jî dev jî şêwazên emîndarî u leşkerî berde u rêya guftugo u veke, herdu alî bikaribin ji nûve lihev bicivin u pirsa çekê destan çareser bikin daku jîyan were ser hemdê xwe, gel ji bin bandora tirs u xofan derkeve.

 

 

Bêguman sala 2015’yan li navçe, li rojhilata navîn jî gelek dijwar derbas bu.Qeyrana Surîyê bu sedem ku qutbên nû pêk werin.Rusya daxilê Surîyê bu. Rusya, İran u şieyên Iraqê meyla xwe dane ser rejima zordest a Beşer Esad.Di navbera Turkîye u Rusyayê de jî,qeyranek sîyasî peyda bu, herdu dewlet jihev têkçûn.Hêzên koalîsyonê u NATO’yê jî,hevdengîyek nû çêkirin.Di nav van gengeşîyên herêmê de, Hikumeta Kurd a başurê Kurdistanê u Hikumeta merkezî a İraqê jî rubarê gelek pirsgirek u kêşeyên sîyasî bun.Sîyaseta herdu alîyan ji hev cûda ket.Lewra hikumeta herêma Kurdistanê “serxwebun” a Kurdistanê anî rojevê u din av gel de dide gengeşî kirin da ku bîr u rayek gelemperî peyda bibe u li dawîyê dewletek serbixwe were holê.Dewleta Turk u hikumeta herêma Kurdistanê pêwendîyên xwe germtir kirin u ev pêvajoya nû ji bo mafê herduk alîyan feyde u qezencên nû bidest dixe.

 

Li himber van buyer u rûdanên herêmê,hîn hêz u rêxistin dest bi bangeşanên xirap u têkber kirin, dijayetîya Kurdistanek serbixwe kirin binyata siyaseta xwe.Me wek HAKPAR’ê,ji roja ewil u hetanî îro piştgirîya biryarên hikumeta herêma Kurdistanê kir u îro jî, em li ser vê yekê ne.Lazime gelê Kurd li hemu beşên Kurdistanê heqê xwe yê avakirina dehatuyek azad hebe u bikaribe qedera xwe bidestê xwe kivşe bike.Eger îro ev yek li başûr dewletek serbixwe hewce dibîne, lazime hemu Kurd piştevanîya vê yekê bikin. Hesta welatperwerî wiha encam dide.

 

Her wek ku tê zanîn roja dawî a salê, ji bo Kurdan rojek gelek giringe.Lewra ew roj, roja bîranîna şehîdên Kurdistanê ye. Em bi vê minasebetê şehîdên Kurdistanê bi sîyanet u hirmet yad dikin u li ber bîranîn u tekoşîna wan a pîroz,rêz digrin.

 

Ez di sala taze de, hîvîdarim ku şer u pevçûn biqede, gelê Kurdistanê bigêje jîyanek aşt u serfiraz u azad u demokrat. Sala nû li hemu gelên cîhanê pîroz dikim, aşti, azadî u wekhevîyê ji hemu gelên bindestên cîhenê re dixwazim.31.Aralık 2015

 

NECATİ BAYRAM

Cigirê Serokê Giştîyê

Partîya Maf u Azadîyan / HAK-PAR

İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Çarşamba, Mayıs 18, 2022