25 C
Diyarbakır
Cumartesi, Mayıs 21, 2022

Xwişk u birayên hêja, mêvanên ezîz, rêzdaran,

Yaklaşık okuma süresi: 2 dakika

Xwişk u birayên hêja, mêvanên ezîz, rêzdaran,

 

Her weki ku hun jî dizanin, serokê Partiya me, Fehmi DEMİR di qezayeke trafîkê de, jîyana xwe ji dest da u koçê dawî kir.

 

Bila serê hêzên demokrasîyê u serê gelê Kurdistanê sax be.

 

Fehmi DEMİR Kurdekî Anatolya Navîn bu. Hê ,di xortanîya xwe de, meyla xwe da ser fikr u ramanên çepger u şorişger, roj bi roj dinav tevgera heqxwazî u demokrasîyê de cih girt. Piştî ku kovara RÊYA AZADÎ dest bi weşanê kir u li dor dîtin u ramanên kovarê, kombendîyek peyda bu, ev tevger bala Fehmi DEMİR jî kişand u ew jî , bi dilsozi di nav refên Rêya Azadî de, wek şorişgereki xwingerm cihê xwe girt.

 

 

Di sala 1984’an de,Yilmaz DEMİR’ê birayê wî,di zîndana Diyarbekirde, li himber dirindehî u hovîtîya rejima faşist, ji bo şermezar kirin u riswakirina kirînên kudîta leşkerî, xwe şewitand u tevli şehiden demokrasîyê u tevli şehîdên azadîya Kurdistanê bu. Fehmî DEMİR piştî vê berxwedanê, zêdetie bu meyîldarê tevgera Kurd u wek nefereke dilpola, têkustir di nav tevgera rizgarîya gelê Kurd de cih girt.

 

Fehmi DEMİR, ji salên 90’an u hetanî îro, di nav tevgera eşkere a demokratik a Turkîyê de, wek neferek dilpola xebitî. Maf u berjewendîyên gelê Kurd yên rasteqîn li ku aj bida Fehmî li wê bu. Fehmi Tekoşerek bawermend u wêrek u bi biryar bu. Mafên çarenûsîya gelê Kurd li ba wî serdetsê hemu hestek bu.Ew dilbengîyê Kurdistanek azad u Turkiyeyek demokrat bu.Ji bo jîyanek wekhev, dadwer, azad u demokrat, bi şev u roj , xebat kir, lê sed heyf u mixabin ku ew, bi mirazê dilê xwe şa nebu,ji nav me koçebar bu,jîyana wî kuta bu u nekarî bi wan çehvên xweyên ronakder Kurdistanek demokrat u wekhev u azad bibîne li Bakurê Kurdistanê..

 

Xem neke Kekê Fehmî, ew meşaleya kut e her tim bilind digirt, bawer bike wê nizim nebe. Bi hezaran keç u xortên welathiz u demokrat wê, tevgera azadiya Kurdistanê bi domînin u Kurdistanek tacliser ava bikin.

 

Rihet razê Kekê Fehmî, heta ku Kurdistan azad nebi, demokrasîyek bi rumet u şanaz li seranserê welat ciwar bibi, ev tekoşîn wê bidomîne.

 

Ruhşad be Kekê Fehmî, partîya me ji rêya damezrandina komareke federal venagere. Tu hêz u qewetek nikare me ji rêya azadîyê veqetîne.

 

Kekê Fehmî, tu carî ji bîra me naçe ku, hetanî ev dezge u pargala yunîter, a ku li ser bingehek tekayetî u Turkayetî ava buye, li ser kar be, gelê Kurd şad u bextewer nabe, jîyanek xweş derbas nake. Emê bi ray u ramanên xurt u qaîm vî dezgeyê kevnare hilweşînin u li ser binyatek pirdeng, pirali u pirreng, azad u wekhev u dadwer u demokrat, desthilatek nu ava bikin da ku gelê Turkîyê tê de, wek bira, serbilind u dilşa bijîn.

 

Rêzadaran em gelek minetdarin ku we, dostanîya nîşanda Partîya me u di vê roja pirxem de, we,me tenê nehişt. Mala we hezar car ava bî.

 

Fehmi DEMİR, wê di yad u tekoşina me de her bijî.

 

Careke din dibêjim bila serê hêzên demokrasîyê u serê gelê Kurd saxbî. 27.10.2015

 

ENCUMENA SEROKAYETÎYA PARTİYA MAF U AZADİYAN/ HAK-PAR

İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Cumartesi, Mayıs 21, 2022