16 C
Diyarbakır
Salı, Mayıs 17, 2022

“ ÊDÎ BESE.! ÇEKA RAWESTÎNİN ”

Yaklaşık okuma süresi: 6 dakika

 ÊDÎ BESE.! ÇEKA RAWESTÎNİN ”

 

Roja şemîya borî ( 01.08.2015) Encûmenîya serokatîya Partîya Maf u Azadîyan / HAK-PAR li Enqerê civîya u derheqê rûdan u buyerên vê dawîyê de ray u pêşnîyazên xwe bi belavokek pêşkêşî raya giştî kir.Dîtin u rayên encûmena serokatîyê a HAK-PARÊ wiha nin:

 

Di van rojên dawî de li Turkîyê u li Rojhilata navîn buyer u rûdanên balkêş u giring diqewimin.

 

5 endamên daîmî yên Yekîtîya Miletan u Almanya hevdîtin u gengeşîyên bi Îranê re, yên derheqê berkêşanên nûkleer de bi dawi anîn u bi Îranê re lihev hatin.

 

 

Bêguman çareser kirina bi şêweyek aştîyane a nakokîyên ku ji sala 1979 u hetanî îro di navbera DYE ( Dewletên Yekbuyîyên Emrîka) u îranê de hebun, herçend İsrail u Erebistana SûÛdî u çend dewletên din, nerihet kiribe jî,li gorî me,pir giringe u sedem ku xwedî hêz u potansîyelek başe di rêya guhertina mercên heyî de,her wiha gaveke dîrokîye jî.

 

Li gor peymanê,İran qewil u waad dike ku wê çekên nûkleer çêneke, dewletên rojava jî qewil dikin wê asteng u ambargoya li ser îranê bidawî bînin.Ev yek hindik jî be, wê bikare agirê herêmê hinek sar bike.Digel vê yekê wê derî li rêyên çareserîyên aştîyane yên pirsgirekên herêmê jî, veke.

 

Daxûyanîya wezîrê devreyê Rusyayê Sergey LAZAROV ku derheqê vê peymaê de dibêje:” Ev peyman,wê astengên li pêşîya dewleta Îslamî u Koolîsyona berfireh a li dijî hin komên terorist ku piranîya wan bêmane nin,wê beralî bike” balkêş e.

 

Li du vê peymanê,di navbera DYE u Turkîyayê de jî peymanek hate çêkirin kul i gor vê, baregeya İNCİRLİK vere vekirin u deletên koalisyoner wê bikaribin wêderê bikar bînin.Di heman dem de,Turkîye jî,li himber DAİŞÊ dest bi operasyonan kir u tewra xwe guhart.

 

Her wekî ku tê zanîn,DAİŞ İraq u Surîyê kiriye gola xwînê u ji bo gelên herêma Rojhilata Navîn jî ev hêza terorist ukevneperest u xwinrêj xeterek mezin e.DAİŞ li başur u rojavayê Kurdistanê jî helmetên xwinrêj pêk anî u li vê dawîyê de niyet heye ku van kiryarên xwe yên qirêj rabikşîne Bakurê Kurdistanê jî.DAİŞ ewil li Amedê, di xwepêşandana HDPê de bombeyek teqand u gelek kes hatin kuştin u birindarkirin,vê dawîyê j ili Surucê jî bombeyek teqand ku di encama vê kiryarê de nêzik 40 hevwelatîyên Kurd hatin kuştin.

 

Em tewra nu a dewleta Turkîyê ku li himberê DAİŞÊ dest bi operasyonan kiriye,baş u giring dinirxînin.Bi vê minasebetê em careke din bi tundî vê rêxistina kevneperest u terorist tifubaran u riswa dikin.

 

Piştî ku peymana di navbera Turkîye u DYE hate bestin,-her çend bi amanca guhertin u berteref kirina raya heyî a dewletên rojava derheqê Turkîyê de be jî- bombebarana u operasyonên ku Turkîye li dijê DAİŞÊ pêk tîne, li gorî me hêjayê aferînê ne.Lê mixabin ku dewleta Turk di heman dem de, bi hinceta hin çalakîyên dijwarên PKKê,barga u binkeyên PKK yên di nav sînorên Başûrê Kurdistanê de jî bombebaran kir u bu sedemê kuştina çend kesên bêguneh li navçe de.Her wiha destpêka van operasyon u emelyatan bu sedemê ku aştiya navxwehî têk here u xera bibe.Serda jî wisan xuya dike ku dewlet dest bi siyasetek dijwar dike ku di salên 90’an de bikarhatibu u gelek girseyên welat jê xesarê ditibun.Ev yek şik u gumanên mezin xistîye nav civakê u li gor me ev rêveçûn u pêvaja ne çareye u wê bibe sedem buyer u r3udanên neheq u nexwaz.

 

Em bawerin ku gelê Turkiyê u bakurê Kurdistanê ku bendewarê sazkirina aştîyê ne,wê van siyasetên ku xencî xwinrêtin, kuştin u bombebaran kirinê tu rêyek nadin ber xwe,jidil bi şopînin u em bawerin ku wê wan di fersendek here nêzîk de van siyasetên ku ji tundî u dijwarîyê xwe xwehî dikin; seza bikin.

 

Gelên Turkîyê dibêjin: Êdî bese u li himber şer u pêvçunan peyama aştîyê didin xuya.Gelên Turkîyê di helbijartina 7’ê Heziranê de, sedem sazkirina aştiyek rasteqîn piştgirîya HDP’ê kirin u ji seda 13 deng dan u bi vê yekê 80 nuner ji HDP şîyandin meclisê.Lê mixabin ku PKK hemu war u qadên demokratik dike ciwarê tundi u şedadiyek kor ku sud nade tu hêz u gel u qewmeke li Turkiyê.Vaye 30 sale ku ev şêwaza PKK’ê neguherîye.Gelo ev şêwaz bikêrî kî tê.?Bê guman ku ev rê u şêwaza PKK di seride xesarek mezin dide tevgera heqxwaz a gelê Kurd.Em fikara dikin ka gelo vê carê w êli encama van buyeran çi bi qewime.

 

Pişti ku bi sedan leşker u sivil u gerila werin kuştin gelo hunê bi çî ruyî li dor maseyek bicivin u hunê ji malbatên kuştîyan re bêjin çî.?Hunê çawa vê hesabê bidin u hunê ji vî webalî xwe çawa rizgar bikin.?

 

Em wekî HAKPARÊ bangê herduk alîyan dikin u dibêjin :” Êdî bese.çekan rawestînin.”

 

Partîyame ,Partîya Maf u Azadîyan / HAK-PAR,ji roja ewil ve,piştgirîya rê u şêwazên bêçek u bêşedad, u her wiha em bune terefdarê guftugoyek siyasi.Me xwest ku çek rawestin u siyaset bipeyive.Partiya me her tim li dijî şer u tundîyan rawestîya. Niha ku tundî u dijwarî dîsa serê xwe rakirîyê , em careke din ji dewletê u ji PKK’Ê hêvî dikin ku dev ji tundi u dijwarîyê bedrin.Ne giringe ka gelo ki ewil destpêkir yan ka kî biheqe yan neheq e,werin avek li vê agirî bikin.Em bangê herdu alîyan dikin u dibêji ev pêvajoya tund xesarê dide hemu kesî.Werin çekan rawestînin u bi rêyek aştîyane careke din dest bi guftugoya siyasi bikin ta ku pirsgirekên heyî werin çareser kirin.

 

Lazime ku PKK guhdarîya gelê Kurd u Öcalan bike u bizûy3i dev ji şerê çekdarî bedre u çekên didestê xwe binax bike.Lewra heta ku çek bi desta bin aştî dixeterê deye u pêk nayê.Şerê çekdari hatina Kurd u Tirkan reş u tarî dike.Ji bo herdu gelan jî ya baş ewe ku siyaset u jîyan ji çekan u şer u pevçunan dur bikeve u normalîze bibe.Lazime çek ta ebed binerd bibin ku aştî were welat.

 

Di rojhilata navînde ku îro dibin bandura tundî u şer u pevçunan de ye,divê destkevtiyên gelê Kurd yên li rojava u başur bi başî werin parastin u tevgera heqxwaz a gelê Kurd were berfireh kirin.Gelê Kurd li başur rêya serxwebunê daye ber xwe u li gorî raya partîya me ev yek heqê xwzahî yê gelê Kurd e.Em piştevanê vî qonaxê nu ne.Her wiha di heman dem de,helmetek reşkirina rêzdar Berzanî u PDK-I jî dest pêk iriye ku hergiz ev yek nayê pejirandin. HAKPAR rê nade ku heq u berjewendîyên gelê Kurd werin windakirin.HAK-PAR bi dil u can li kêleka rêzdar Berzanî u KDP-I ê ye.Lewra reşkirina serok Berzanî, betalkirina xeyalên gelê Kurd e ku bi serxebuna Kurdistanê ve dixemilin.

 

Dîsa Partîyame tîne bîra AK PARTÎYÊ ku, tevgera bi hinceta berteraf kirina “teror” u tundîyê, heq u berjewendîyê u azadîyên demokratik divê dorpêç u binpê neke.Bi vê hincetê nabe ku mafên gelê Kurd werin girew ( ipotek) kirin.Lazime ew hewesa beri çend sala ku AK PARTÎ cehd dikir ku vê pirsgirekê çareser bike, careke din paşve were u ji bo çareserkirina Pirsa Kurdayetî hemu hêz u derdorên Kurd wek nuner u teref werin pejirandin u beşdarê vê pêvajoyê bibin.

 

Bi sedem u fersenda ku aşti têk çûye u tundî destpêkiriye,hin hêzên nijatperest u şoven qala daxistina partiyan dikin u behsa paşvegirtina “destnelêxistin” a hin mebusan dikin.Ev yek xeterek here mezine u wê bibe sedemê hin pirsgirekên nutir.HAK-PAR li diji van helwestane. HAKPAR dawe dike ku parlemento bi yek carî daxistina partîyan qedexe bike.

 

HAKPAR divê ku, pêvajo a bi navê “pêvajoya çareserîyê” ku bi mexseda bêçekkirina PKK bi guftugo dimeşîya,careke din were ceribandin u guftugo bi çi mexsed u armancêk be bile be, pêgavek giringe u divê neyê terikandin.

 

Tevger u çalakiyên provokatif xesarê dide armancên pîroz.Pêvajoya kul i bakurê Kurdistanê di navbera MİT u Öcalan de didomîya encamê baş bi dest dixist.Lazime ev rojev tê neçe.DAİŞ li Surucê kiryarek xwindar pêkanî u pêre PKK jî du polêz kuştin.Çima gelo.? Ji bo çî u bi çî heqî ev çalakî hat li dar xistin.? Ev çalakî di encamde bikêrî çî u kî hat,lazime PKK vê yekê ronî bike.

 

Ji berê ve, Partîya me , rêya çareserîyê di federasyonek demokratik de dibîne u vê rêy3e diparêze.Li gori me rêya here rast u çareserkirina pirsgireka Kurdi ev e.Ji geyiştina vî qonaxî çek u şer ne hewcenin. Rê u şêwazên demokratik besin u bikêr tên Lewraye ku em li dijî şêwazê ewlekarane u militaristin. Divê dewlet dev ji vê siyaseta çewt bedre u demokrasiyek berfireh biparêze.

 

Tundî u dijwarî ji kuva were bila be,ne qabilê qebulê ye.Tu mexsad u armancek nemaye ku jibo encam êşerê çekdari, tundi u dijwarî pêwist be.Yên ku di warê pêkanîna aştîyê de dilsozin, divê navberek deynin navbera xwe u çekdarî u tundiyê.Eger na helwesta aştîy3e wê bê bingeh bimine.

 

Lazime hemu kesên demokrat u aştîxwaz li dijê tundrev u dijwariperestan bibin yek u li dijî tundkirina pêwendîyên nav welat rawestin u bêçekbuyinê biparêzin.Divê piştevanîya tundrev u dijwarîperestan neyê kirin.

 

Mixabin ku HAK-PAR ne bawere ku PKK u dewlet bi vî aqilê tundiperes aştiyek pêk bînin.Bi raya me pirsa aştiyê tê qurban kirin di rêya siyasetê de.Heyfe u şerme ku pirsekpiroz wek aştîyê were heba kirin.

 

Diyare ku hikumet îro li devre u li hundir dinav gelemşeyek şerxwaz deye. Ev yek xeterek mezine li ber derê Turkiyê.Bang u bangewazîya hikumetê a di warê şer u militarizmê de ne rewa ye u ji aqil dure.Nabe ku hikumet ji mafê mirovan, ji demokrasi u dadweriyê dur bikeve.Nayê qebul kirin ku hikumet bi hinceta berali kirina hin helwestên tundperestan dev ji fireh kirin u xurtkirina demokrasi u azadiyan bedre.

 

Her wiha lazime ku PKK jî bi zuyi çekê destê xwe deyne u binax bike.Eger ev yek pêk neyê, aştî jî pêk nayê.Binax kirina çekan bi mafê herdu gelane. Lewra çekdar3i dehatuyan herdu gelan ji reş dike.

 

Şer, bombe,kuştin, xwin u xwêdan u histêr rêtin ji bo çareserkirinê ne rêyên rasteqinin.Berevaci ev rê,dibin sedem ku pirsgirek mezintir u girantir bibin, u çareserkirin bibe bê imkan u guncan.

 

Kurtasi sedem ku aşti pêk were u qadek bê şer u pevçun were revebirin, lazime hikumet operasyon u emelyatên diji PKK’ê rawestine.PKK jî dive di heman demde çekê xwe ji dest deyne u ji bo binaxkirina çekan dilsoz u jidil be.03.08.2015


Encumena Serokatî a Partîya Maf U Azadîyan/ HAK-PAR

 

İlgili İçerikler

Son Eklenenler

Salı, Mayıs 17, 2022